Kobanî (Rûdaw)- Balafirên şer yên hevpeymaniya navdewletî li Kobaniyê li çekdarên DAIŞê dan û di encamê de 3 tankên wan hatin têk dan.
Yekîneyên Parastina Gel (YPG) derbarê şerê şevê din ragihand: “Me li rojhilatê bajarê Kobaniyê 2 tankên DAIŞê tê birin, ku dixwestin derbasî bajar bibin.”
Ji aliyê xwe ve, peyamnêra Rûdawê li ser sînorê Kobanî ragihand ku balafirên hevpeymaniya navdewletî çend çeperên DAIŞê li gundê Gulmit bombebaran kirin.
Peyamnêra Rûdawê wiha got: “Xelkê navçeyê tekez kirin ku balafiran li 3 tankên DAIŞê li Kobaniyê dan û ew tank têk birin.”
Li gorî agahiyên Rûdawê, Di bombebarana vê sibehê de, balafirên hevpeymaniya navdewletî li gundên Tirmik û Miştenûr yên nêzîkî Kobanî li armancên xwe dan û ziyaneke mezin gihandin çekdarên DAIŞê.”
Mîdyayên nêzîkî YPGê, derbarê nava Kobaniyê wiha dibêjin: “Dema DAIŞ nêzîkî bajarê Kobaniyê bû 9 kesên sivîl jiyana xwe ji dest dan û 40 kes jî birîndar bûn û ew birîndan birin Bakurê Kurdistanê.”
Heman jêderan dan zanîn ku, “Hêzên Tirkiyeyê herdu rojnamevanên bi navê Mistefa Balî û Xezne Nebî li ser sînorê navbera Bakur û Rojavayê Kurdistanê binçav kirin.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse