Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

BEXDA – Biryara dûrxistina 10 parlementerên Kurd hate derxistin

Ji aliyê RÛDAW 7-10-2017
Parlementoya Iraqê
Parlementoya Iraqê

Bexda (Rûdaw) – Ji ber ku beşdarî referanduma serxwebûna Başûrê Kurdistanê bûne, Lijneya Parlementoya Iraqê biryara dûrxistina 10 parlementerên Kurd li Parlementoya Iraqê pesend dike.

 

Parlementera Hevpeymaniya Dewleta Yasa Aliye Nuseyf ku bi daxuyaniyên xwe yên li dijî Kurd û Kurdistanê tê nasîn ragihandiye, ku Lijneya Demkî ya Parlementoyê ku ji herdû lijneyên Yasayî û Karûbarên Parlementeran pêk hatiye, di civîna îro de biryar daye, ji ber ku beşdarî referanduma Kurdistanê bûne, 10 palementerên Kurd werin dûrxistin.

 

Li gor gotina Aliye Nuseyf, Lijneya Parlementoya Iraqê navê 10 parlementerên Kurd şandine Serokatiya Parlementoya Iraqê, da ku dûrxistina wan bikeve dengdanê.

 

Seroka Fraksiyona Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê li Parlementoya Iraqê Musena Emîn ji Rûdawê re ragihand, ku cezadana li ser serxwebûna Kurdistanê rûmeteke mezin e, eger hemû parlementerên Kurd bi vê şêweyê werin cezakirin, ev mezintirîn şanazî ye û navê wan dê di dîrokê de were nivîsandin.

 

Musena Emîn herwiha got: “Evana şok bûne û dixwazin bi vê şêweyê tol hildin. Dixwazin şerê şikandina îrada me bikin. Ew biryar jî ne yasayî ye û pêkanîna aloziyeke din e ji bo Parlementoya Iraqê. Herwiha ev bi ti awayî karê parlementoyê nîne.”

 

Musena Emîn amaje bi wê yekê jî kir, ku tenê yek parlementerekî Kurd jî li ser vê yekê were cezakirin, pêwîst e hemû fraksiyonên Kurdistanî bi hev re û pêkve dengê xwe bilind bikin û Parlementoyê boykot bikin.

 

Li ser wê yekê ku navê ti parlementerên Tevgera Goran û Komela Îslamî ya Kurdistanê di nav wan parlementeran de tine ye Musena Emîn got: “Bexda bi vê helwesta xwe dixwaze me bike du beş û derz bixe navbera me. Wisa didin xuyakirin ku ceza ji bo hemû Kurdan nîne, ev jî cûreyek ji dilpîsî û siyaseta fêlbaziyê ye.”

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Kurdo | 2017-12-13 11:07:14 AM
Her bijî Osman!!Heger her Kurdek wek Osmên helwetên xwe wusa raste rast biparize,bê goman Perlemana Turkîyê dibe Banê Permemana Kurd û Turkan.
Seid Ferhad Seid Mistefa | 2017-12-13 11:20:04 AM
Wey ez qurbana te bim birêz Baydemîr...Tu Çavê minî...Tu Dilê minî! 🤗🤗🤗 Ez gelek bi te serbilindim...Bi Hêvîya Xwedê wê temendirêj bî bo Kurd û...
Li parlamentoya Tirkiyê nîqaş li ser ‘Kurdistanê’ derket
| Duh vî demî 01:12 | (2)
mardinov | 2017-12-13 8:33:29 AM
çima qet bawerÎya min bi we naye? Dema KAka MEsûd got ji bilî çiya tu dost ji Kurda re nîne me peyam girt!
Amerîka: Emê ji bo cîbicîkirina destûrê piştgirî bidin Kurdan
| Duh vî demî 08:20 | (1)
Seid Ferhad Seid Mistefa | 2017-12-11 9:42:53 PM
@rudaw, rudaw ji kerema xwe eger carek din we Rêportagek girt, Ser û Çavên Hevwelatîyan bi Software ve pinhan bikin û veşêrin! Ma kî dizane, belkî...
RÛDAW DERBASÎ KERKÛKÊ BÛ – Gel niha çi dixwaze?
| 11-12-2017 | (1)
Seid Ferhad Seid Mistefa | 2017-12-03 8:22:29 AM
Divê Gelê Kurd bi hîç şêweyek Rêsulta (Encam) a Rêfêrandumê nehelweşîne û hinekê din Sebr bike!!!!! Ji ber kû Krîzek yêkcar mezin li benda Îraqê ye û...
Iraqê helwesta xwe ya li hemberî hewldanên Fransayê diyar kir
| 3-12-2017 | (1)
0.641 seconds