Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

Li 12 cihan konê şîna Talebanî hatiye danîn

Ji aliyê RÛDAW 7-10-2017
Rûdaw
Rûdaw

Hewlêr (Rûdaw) - Biryar e îro li 12 bajar û bajarokên Başûrê Kurdistanê konên sersaxyê ji bo koça dawiya  Serokomarê Berê yê Iraqê û Sekreterê Giştî yê YNKê Celal Talebanî werin danîn û şîna fermî jî li Silêmaniyê dibe, bi hezaran kes li ser tirba Celal Talebanî li Debaşan kombûne û şînê digêrin.

 

Şîna Mam Celal, li Silêmanî, Hewlêr û Kerkûkê û bajraên din ên Başûrê Kurdistanê birêve diçe, herwiha li Amed û Stenbolê û li Rojavayê Kurdistanê jî şîn tê danîn.

 

Mam Celal Piştî 5 salan nexweşketinê, roja Sêşemê, 3yê meha Cotmeha 2017an di temenê 84 saliyê de koça dawiyê kir.

 

Termê Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Nîştmanî ya Kurdistanê û Serokkomarê berê yê Îraqê, Mam Celal, li nêzîk mala wî ya li girê Debaşan li Silêmaniyê hat veşartin û ji serê sibehê ve bi hezaran kes li ser qebrê wî amadebûne.

 

Merasîma veşartina termê Mam Celal bi beşdariya serkirdeyên bilind eên her çar parçeyên Kurdistanê û dehan hezar welatiyan birêve çû.

 

Di destpêkê de, termê Mam Celal ji Almanya ve bo Başûrê Kurdistanê û bajarê Silêmaniyê hat veguhestin û li balafirxaneya Silêmaniyê bi merasîmeke protokolî û danîna qeftên gulan ji aliyê berpirsên Kurd û Îraqî û mêvanan ve, pêşwazî lê hate kirin.

 

Piştre termê Mam Celal ber bi Mizgefta Mezin a Silêmaniyê ve hat veguhestin û di nava girseya welatiyan de ber bi Debaşan hat şandin û li wir li nêzîkî mala wî hat veşartin.

Şîrove

 
Şîrove bike
Wekî mêvan şîrove bike yan bi Têkeve
483 hatiye dîtin

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Seid Ferhad Seid Mistefa | 2017-10-16 9:49:02 PM
Bi Xwedê ez nizanim çi bibêjim! Divê Pavel Talibanî û Hero-Xanê li Kerkukê li pêş Çavê Cemawirê li Sêdarê bidin! Ez ta niha jî bawer nakim çi bi Serê...
lolozano | 2017-10-17 11:35:00 AM
Li dema Serokê Herêma Kurdistanê mizgînî da Miletê xwe yê Kurd gazî kir dot,dengên xwe,vê carê ji bo serxwebûna Kurdistanê bidin qedera xwe,bi...
Rêkeftina di navbera Pavel Talebanî û Hadî Amîrî de eşkere bû
| 19 demjimêr berê | (2)
Ali As | 2017-10-17 9:45:43 AM
Bijî xelkê êzîdî
Sererkanê berî yê Iraqê: Barzanî got bila Şingalî biryara xwe bidin
| 7 demjimêr berê | (1)
sercan | 2017-10-17 8:32:17 AM
We her derê wala kirîye û h^z^n peşmerge paşve keşaye bila BaşîkÊ jî wala bikin ku hêzên tirk û Iraqê bi hev re şer bikin.. Hezar caran mixabin ku...
Pêşmerge ji Başîkê venekişiyaye
| 8 demjimêr berê | (1)
xebat | 2017-10-17 8:30:29 AM
Birevin bave min birevin û dema qamerayeki bibinin pesna bidin xwe...xwade belaxwe bide neyar û xain û tirsoneka, we dilemin kurden welatparez und...
ŞINGAL - Pêşmergeyên êzidî û Heşda Şeibî lihev kirin
| 9 demjimêr berê | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

Erebên sunnî yên Iraqê jî daxwaza referandûmê dikin 7-10-2017 |

Erebên sunnî yên Iraqê jî daxwaza referandûmê dikin

Ji bo herêmeke xweser lîjne ava dikin Zêdetir
5.36 seconds