Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

Yekemîn roja taziya Mam Celal

Ji aliyê RÛDAW 7-10-2017
Silêmanî

Silêmanî (Rûdaw) - Îro yekemîn roja taziyeya Sekreterê Giştî yê YNKê Celal Talebanî ye û li Silêmanî û 11 bajar û bajarokan jî konê sersaxiyê hatiye danîn.

 

Konê sersaxiyê ya Mam Celal a sereke ji bo zilaman li Yarîgeha Sîrwana Nû ya bajarê Silêmaniyê hatiye danîn. Amadekariyên li yarîgehê temam bûne û ji demjimêr 13.00ê ve serdanan dest pê kiriye.

 

Ji bilî hemwelatiyan, hejmareke zêde ya serkirde û berpirsên ji derve û navxwe yê Başûrê Kurdistanê beşdarî taziyê dibin. Ji sibê zû ve hejmareke zêde yê hemwelatiyan li ber Yarîgeha Sîrwana Nû kom bibûn da ku beşdarî taziyê bibin.

 

Ji ber koça dawî ya Mam Celal, gelek dikandarên Silêmaniyê deriyê dikan ûy kargehên xwe venekirin.

 

Herwiha li ser gora Mam Celal, li Dabaşana Silêmaniyê jî hejmareke zêde ya hemwelatiyan kom bûne. Berpirsên Herêma Kurdistanê û herwiha nûnerên partiyên Kurdistanê îro serdana vê derê kirin.

 

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî îro çû ser gora Mam Celal û qeze gul danî. Serok Barzanî ji Rojnamevanan re got: “Ti kes bi qasê min hest bi valatiya nebûna Mam Celal nake.”

 

 

 

 

Berdevkê HDPê Osman Beydemîr bi tevê şandekê li Herêma Kurdistanê ye, ji duh ve beşdarî rêwresman dibin. Baydemîr ji rojnamevanan re ragihand, ku Celal Talebanî ji bo gelê kurd serokek bê wêne bû.

 

Serokomarê Iraqê û hevrêyê kevin ê Mam Celal, Fûad Mehsûm jî serdana gora Talebanî kir. 

 

Peyamnêrê Rûdawê Hêvîdar Ehmed ragihand: “Koça dawî ya Mam Celal bûye sedema xemgîniyeke mezin li Başûrê Kurdistanê. Lê ew hinde jî di nava siyasetmedarên ereb de bûye sedema nîgeraniyê. 10 parlamenterên ereb ku dîtine ala Iraqê li ser tabûta Mam Celal nehatiye danîn, ji firokexaneya Silêmaniyê vegeriyane.”

 

 

 

Herwiha ji bo jinan jî cihê taziyê hatiye danîn. Peyamnêrê Rûdawê Saman Beşaretî ragihand, ku ji bo jinan li Mizgefta Ehmedê Hecî Elî konê sersaxiyê hatiye danîn. Serdanên vê derê jî dê heta demjimêr 18.00ê êvarî berdewam bibin.

 

Li mizgeftên Silêmaniyê dê taziye îro heta êvarê berdewam bibe. Roja duyemîn jî ji bo jinan dê li Hewlêrê konê sersaxiyê were danîn.

 

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

BUrhan Elturan | 2018-08-08 3:33:08 PM
We buyeren dewleta tirk cha zu bir kir! He salek ji ne buye. Te bira we, Bi dewleta Iraq, Iran e va, bun yek u Kurdistan'a Bashur tehdit kirin. Tim...
Li hêviya Nêçîrvan Barzanî nemînin
| 6-8-2018 | (1)
Renas | 2018-08-04 9:39:36 PM
Xweli li serê me bê go yeki weke Bilgen buye serokê me. Man te ci jê ye? Bila Amerika tirkiye bibê iflasê, wê jibo Kurda basbê Bilgen axa!!
Ji HDPê daxuyaniya li ser Amerîkayê: Nayê qebûlkirin
| 4-8-2018 | (1)
Mizoki | 2018-08-02 10:48:47 PM
Min di nav rihé we da misti.
Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê grûpeke DAIŞê desteser kir
| 2-8-2018 | (1)
Kurdekk bakur | 2018-08-02 7:39:28 AM
Ez jii li ser navee hhemii kurdan tek piiroz dikkim... Serkeftinnnnnn
Kurdekî Rojhilatê Kurdistanê mezintirîn xelata cîhanî ya bîrkariyê wergirt
| 1-8-2018 | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

Erdogan û Ebadî li Enqerê civiyan 10 demjimêr berê |

Erdogan û Ebadî li Enqerê civiyan

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî bi serdaneke fermî Zêdetir
Kerkûk û qonaxeke din a dagîrkeriyê 9-8-2018 |

Kerkûk û qonaxeke din a dagîrkeriyê

Erdên Kurdan ji wan distînin û didin erebên Zêdetir
Rêveberiya Xweser û Sûriyê 'komîteya hevbeş' damezrandin 9-8-2018 |

Rêveberiya Xweser û Sûriyê 'komîteya hevbeş' damezrandin

Komêteya Hevbeş di navbera Rêveberiya Xweser û Zêdetir
0.516 seconds