Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

Salvegera teqȋna Hola Senabil li sȇ cihȇn cuda hat bibîranîn

Ji aliyê RÛDAW 7-10-2017
Rûdaw

Heseke (Rûdaw) - Li Herȇma Cezȋrȇ ya Rojavayê Kurdistanê salvegera teqȋna Hola Senabil li sȇ cihȇn cuda hat bibîranîn. Partiya Yekitȋ li gundȇ Qulo yȇ ser bi Hesekȇ ve ȗ ENKSȇ li gundȇ Nufeliyȇ yȇ ser bi Dirbȇsiyȇ ve, heriwha alȋgirȇn PYDȇ li Gundȇ Şercȋ ev roj bi bȋr anȋn.

 

Salek li ser teqȋna Hola Senabil ya Bajarȇ Hesekȇ derbas bȗ, ew tqȋna ku şahiya malabata Fatimȇ bi rȇya xwekujekȋ hate armanckirin, di encamȇ wȇ de 34 kes şehȋd bûn ȗ zȇde 100 kesȇn din jȋ birȋndar bȗn.

 

Partiya Yekitȋ ev roj li gundȇ Qulo vejand. Endamekȋ malbata Fatimȇ doza lȇkolȋnȇ dike ȗ aşkere dike, ku tu alȋ di derbarê vȇ bȗyerȇ de ji wan re tiştek xuya nekirine.

 

Birayȇ dȗ şehȋdan Mihemedê Fatimȇ wiha got: “Xort, zilam, zarokȇn me jȋ çȗn, ta niha birȋndarȇn me tȇn birȋndar kirin, zarok sȇwȋ bȗn. Heta niha jȋ em nizanin çawa ew bȗyer çȇ bȗ. Em doza lȇkolȋnȇ dikin ku mafȇ me bigihȇje me.”

 

Bi gotina kes ȗ karȇn şehȋdan ȇş ȗ azarȇn wȇ bȗyerȇ bi demȇ re nayȇ jibȋrkirin lȇ kurȇ şehȋdekȋ bi hȇsiran ji bavȇ xwe re dibȇje: " Bavo rabe ȇdȋ xewna te bi serxwebȗna Kurdistanȇ pȇk tȇ.”

 

Kurȇ şehȋd Beha, Yilmaz Beha Fatimȇ jî got: “Ev roj daxwaziya me bȗ ȗ ya bavȇ min bȗ, her dem wȋ digot dȇ Kurdistana me çȇ bibe. Ez jȇ re dibȇjim bavo rabe serxwe hilde ev e daxwaziya te ȗ Kurdistana te pȇkhat.”

 

Serkirdeyekȋ Partiya Yekitȋ ku Endamȇn Komȋta navendȋ ya partiya wȋ yek ji qurbaniyȇn teqȋnȇ bȗ, dibȇje ku hȇviya wȋ ew e ku ev ȇrȋşȇn li dijȋ miletȇ Kurd pȇk tȇ bibe sedema yekȋtiya tevgera siyasȋ Kurdȋ.

 

Serkirdeyȇ Partiya Yekitȋ Silȇman Oso jî wiha axivî: “Em hatine mizgȋniyȇ bidin şehȋdȇn miletȇ Kurd ȗ mamoste Beha ku iro karȇ serxwebȗna Kurdistanȇ bi rȇve diçȇ ȗ hȇviya me ku bȗyerȇn wilo bibin sedema yakȋtya miletȇ Kurd ȗ em nakokiyȇn xwe bidin alȋ.”

 

Li gundȇ Nufeliyȇ jȋ Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) ev roj li ser gora şehȋd Ceger Emȋn ku kurȇ Serkirdeyȇ PDKSȇ ye bi bȋr anȋ. Beşar Emȋn bavȇ şehȋd dibȇje ku ew bi şehȋdbȗna kurȇ xwe serbilind e.

 

Serkirdeyȇ PDKSȇ Beşar Emȋn jî ragihand: “Bi ratsȋ birȋna Ceger li min gelekȋ giran e lȇ dema ku ez dibȋnin ku malȇn din didȗ ȗ çar ȗ bȋst kes ji şehîd ketine birȋna min jȋ sivik dibe, ȗ kurȇm min jȋ mȋna şehȋdȇn pȇşmergeyan ȗ serȇ min ji ber wȋ bilinde ku giha kerwanȇ şehȋdan.”

 

Ew xwekuj tu cudahȋ navbera Kurdan nedȋt ȗ xwe dinav zarok ȗ jinanan teqand lȇ tevgera siyasȋ nikarȋ bȗ vȇ rojȇ bi hevre bejȋnin ku li sȇ cihȇn cȗda ev roj hate bibȋranȋn.  

Nîşankirin :
893 hatiye dîtin

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Kurdo | 2018-06-09 2:00:54 PM
Dr.Sabir pir şaşe ku dema bixweze biebe Serkomarê Îraqê. Serkomatr erê pişka Kurd de ,lê bi qezaye û Dr.Sabir zane ku li ser Derece Qesrê Clal...
Kurdekk bakur | 2018-06-15 9:10:08 AM
Serok komariy maffee kurdistaniy ya ye... Em kurdin... ser bilindin.... Hemi Kurd ji dikarın serok komariy ye ereban rindtir bikkin..
Namzedê YNKê yê ji bo Serokomariya Iraqê eşkere dibe
| 9-6-2018 | (2)
Diplomat | 2018-06-08 6:15:17 PM
Hûn bibêjin kû kurdê misilman ji Saxo ye belav bikin, weneshêrin!!!!
Penaberekî iraqî li Almanya destdirêjî li keçeke 14 salî kir û ew kuşt
| 8-6-2018 | (1)
Renas | 2018-06-08 4:13:54 PM
Ne artêsa azad, artêsa kera.
Li Efrînê fermandarekî Kurd ê opozisyonê hate kuştin
| 8-6-2018 | (1)
Rensa | 2018-06-08 10:58:28 AM
Destxweees, berdin teva.
Nemsayê briyara dersînorkirina 60 melayên tirk da
| 8-6-2018 | (1)
0.422 seconds