Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

Ereb ne razî ne: Çima ala Iraqê li ser tabûta Mam Celal nebû?

Ji aliyê RÛDAW 7-10-2017
Silêmanî

Silêmanî (Rûdaw) – Medya û siyasetmedarên Iraqê rexne li birêxistinkirina merasîma pêşwazîkirina termê Mam Celal digrin û dibêjin, “çima ala Iraqê li ser tabûtê nehatibû danîn?”  Berpirsê Polîtbûroya YNKê jî diyar kir, ku nebûna ala Iraqê ne kêmasiyek bû, ji ber ku sazkarên merasîmê pêwîst nedîtibûn.”

Roja Înê (06-10-2017) termê Sekreterê Giştî yê YNKê û serokomarê berê yê Iraqê Celal Talebanî ji Almanyayê gihişte Silêmaniyê. Ji bo Mam celal li Firokexaneya Silêmaniyê merasîmeke taybet hate sazkirin.

 

Tabûta Mam Celal bi Ala Kurdistanê hate pêçan. Di destpêka merasîmê de sirûda nîştîmanî ya Iraqê û paşî sirûda Ey Raqîb hate xwendin.

 

Lê piraniya medya û ragihandinên Iraqê ji ber nebûna ala Iraqê li ser tabûtê, weşanên xwe yên merasîmê qut kirin. Herwiha hejmareke ji parlamenter û berpirsên Iraqê jî ji ber vê yekê ji firokexaneyê vegerin.

 

Fraksiyona YNKê: Divê ala Iraqê heba

 

Parlamenterê YNKê yê Parlamentoya Iraqê Şivan Dawûdî ji Rûdawê re ragihand: “Di protokola Mam Celal de hinek kêmasî hatine kirin. Weke pêwîst rêz ji hindek mêvanan re nehatiye girtin. Herwiha divêya ala Iraqê jî li ser tabûtê hatiba danîn. Ji ber ku Mam Celal serokomarê Iraqê bû û nabe dîroka wî were kêmkirin.”

 

Mele Bextiyar: Ne kêmasî ye

Berpirsê Polîtbûroya YNKê Mele Bextiyar jî li ser vê mijarê ji rojnamevanan re axivî û got: “Ji nebûna ala Iraqê ne YNKê, ne hikûmeta Herêma Kurdistanê û ne jî Serokatiya Herêmê berpirs in. Li gorî protokolê rêkxerên merasîmê wiha pêwîst dîtine. Wan wesa baş dîtin, ku serokê koçkirî weke serokekî cîhanî be û hemû alayan daynin. Me jî nexwest xwe tevlî karê protokolê bikin.”

 

Mele Bextiyar da zanîn, ku hemû karûbarên merasîmê û pêşwazîkirina mêvanan ji aliyê desteya protokolê ve hatine birêvebirin û got: “Niha li ser tirba Mam Celal ala Iraqê hatiye danîn. Li cem me danîn û nedanîna ala Iraqê ne giring e. Divê neyê mezinkirin. Ya ji bo me giring emê bikarin li gorî destûrê li gel hev bidin bistînin û bibin federalîzmeke demokratîk yan ne.”

Piştî 5 salên nexweşiyê, Celal Talebanî roja 3ê Cotmeha 2017ê di 84 saliya xwe de, li nexweşxaneyekê Almanyayê koça dawî kir. Duh termê Mam Celal veguhestine Silêmaniyê û paşî bi merasîmeke mezin li Dabaşanê hate bixakspartin.

 

Ji ber koça dawî ya Mam Celal, li Herêma Kurdistanê heftêyek û li Iraqê jî 3 rojan şîna seranserî hate ragihandin.

 

Herwiha li Bakûr û Rojavayê Kurdistanê jî şîn hatine ragihandin.

 

Îro di serîde li Silêmaniyê, li gelek cihên Kurdistan û cîhanê ji bo Mam Celal konê sersaxiyê tê danîn.

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Seid Ferhad Seid Mistefa | 2017-12-03 8:22:29 AM
Divê Gelê Kurd bi hîç şêweyek Rêsulta (Encam) a Rêfêrandumê nehelweşîne û hinekê din Sebr bike!!!!! Ji ber kû Krîzek yêkcar mezin li benda Îraqê ye û...
Iraqê helwesta xwe ya li hemberî hewldanên Fransayê diyar kir
| 3-12-2017 | (1)
emer can | 2017-12-02 11:22:04 AM
Şeşo tu here ji xwe re karekî din bike û bila 7 hezar peşmergeyên din jî tevlî ybş'ê bibin...Tu nikarî êzidiyan biparêzi...bawer ke tu biçî kes bê...
Kurdo | 2017-12-03 5:16:32 AM
Heider Şeşo,îdî bese te serê me êşand.Tû Yêzîdî bû tû Yeketî bû tû PKKê bû tû Pêşmergehê Barzanî bû îca li dawîyê, te xwe Tevlî Heşdi Şeebî kir!!!...
Şeşo: Liv û tevgera PKKê ya li Şingalê zêde bûye
| 2-12-2017 | (2)
spas | 2017-12-02 8:52:07 PM
bji mam zalmay
Khalilzad: Fransa pêşengiya xwe selimand
| 2-12-2017 | (1)
Kurdo | 2017-12-02 6:23:22 PM
Çend xweşe ku çareserî,bi Parîsê keve!Lê kes bawer nake ku bê Tehran û Qasim Suleymanî,çareserî,bi tenê bi Telefonê be.Heider Abadî,li Îraqê,Wekîlê...
Macron piştî civîna li gel Barzanî bi Ebadî re peywendiyek datîne
| 2-12-2017 | (1)
0.516 seconds