Silêmanî (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, piştî referandûma serxwebûna Başûrê Kurdistanê yekemîn civîna xwe ya li gel berpirsên pilebilindên Iraqê li Silêmaniyê pêk anî.
Serok Barzanî li Silêmaniyê li gel herdu cîgirên Serokomarê Iraqê, Eyad Elewî û Usame Nûceyfî civya. Di civînê de Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fûad Husên û hejmareke parlamenterên Iraqê jî amade bûn.
Piştî civînê Cîgirê Serokomarê Iraqê Usame Nûceyfî ji Rûdawê re got: “Nabe Herêma Kurdistanê were cezakirin û dorpêçkirin. Bi nêrîna me divê hemû pirsgirêkên xetimî bi rêyên diyalogê werin çareserkirin. Pêwîste li hev fêmkirin hebe. Divê di çarçoveya Iraqê de pirsgirêk were çareserkirin.”
Nûceyfî ku beriya çend rojan li Tirkiyê bû û li gel Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan hevdîtin pêk anî bû, peyama Tirkiyê ya derbarê encamên referandûmê gihande Serok Barzanî.
Usame Nûceyfî got: “Divê em cîranên xwe jî bidin fêmkirin, ku ev mijar ji bo wan ne mijareke talûke ye. Divê zimanê gefan neyê bikaranîn.”
Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fûad Husên ji Rûdawê re ragihand: “Biryar bû ev civîn li Hewlêrê bihata kirin lê wiha birêket û li vir tê kirin.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse