Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

KERKÛK – Di navbera Pêşmerge û Heşda Şeibî de alozî derket

Ji aliyê RÛDAW 7-10-2017
Rûdaw
Rûdaw

Kerkûk (Rûdaw) – Ji ber çekdarên DAIŞê, li sînorê Kerkûkê di navbera Pêşmerge û Heşda Şeibî de alozî derket û di encama aloziyê de 3 pêşmerge bi awayekî sivik, birîndar bûn û 9 çekdarên DAIŞê jî xwe radestî Pêşmerge kirin.

 

Şeva bihûrî çekdarên Heşda Şeibî ji bo lêgerîn û desteserkirina grûpeke çekdarên DAIŞê, çûne sînorê gundê Şelalet ê li başûrê rojavayê Kerkûkê. Piştre derengê şevê ji gund ber bi bereyên Pêşmerge gulle berdane.

 

Cîgirê Fermandarê Lîwaya 5 a Pêşmerge Seyîd Luqman ji Rûdawê re ragihand: “Ji ber destdirêjiya Heşda Şeibî ber bi bereyên me ve, sê pêşmerge bi awayekî sivik, birîndar bûn. Me jî yekser bersiv da wan.”

 

Seyîd Luqman herwiha aşkere kir: “Demildest em agahdar kirin ku teqekirina wan, ne ji bo me ye û diyar kirin ku 11 çekdarên DAIŞê ketina nav bereyên me. Gundê Şelalet di bin desthilatdariya Heşda Şeibî de ye.”

 

Luqman weke din destnîşan kir, ku vê sibehê (7ê Cotmeha 2017an) 9 çekdarên DAIŞê ku wê şevê ketine bereyên Pêşmerge û Heşda Şeibî, xwe radestî Pêşmerge kirine.

Şîrove

 
Şîrove bike
Wekî mêvan şîrove bike yan bi Têkeve
1443 hatiye dîtin

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Malabadéya Silivan | 2017-10-19 5:32:52 PM
Herkes dizane ew ciye wéderé ti$tek núh níne.. Ka béje hún ci dikin jibuy Kurda? Hún weki meymuné " Ez nabínim, ez ti$tek nakim u ez nabizim" dikin.....
CIA: Em agahdar bûne Qasim Silêmanî  çûye Kerkûkê
| 9 demjimêr berê | (1)
Ka | 2017-10-19 3:51:40 PM
Ka serbazîyeke Kurda yekgirtî li kêderê ye ku vî miletê Kurd biparêze.Ka pêshmerge?!,Ka HPG,?!Ka YPG/YPJ ?! Guhê xwe vêcarê bidin merivek hejar û...
Heşda Şeibî li Xurmato 15 kurd şehîd kirin
| 12 demjimêr berê | (1)
Seid Ferhad Seid Mistefa | 2017-10-18 10:32:05 AM
Camêrê Kosret Resûl Erkê xwe bi cîh anî û merdane li ser Postê xwe li Sengerê Şerî ma...lê Bavil Talibanî û Hêro-Xanê Xîyanetek bêhemta li Kurd, li...
Kosret Resûl: Navê çend kêmfamên YNKê dê bikeve nav rûpelên reş ên dîrokê
| Duh vî demî 02:39 | (1)
naw | 2017-10-18 10:18:39 AM
hukumate kurdistan bela bibine, medyayi tirk jibo peşmerge u hukumeta kurd çı dibejin. buxunin meze bıkın.
ROJEVA TIRKIYE – Kurd û Iraq piştî Kerkûkê vegeriyan ser hesabê berê
| Duh vî demî 10:25 | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

Erebên sunnî yên Iraqê jî daxwaza referandûmê dikin 7-10-2017 |

Erebên sunnî yên Iraqê jî daxwaza referandûmê dikin

Ji bo herêmeke xweser lîjne ava dikin Zêdetir
0.141 seconds