Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kêmbûna firingiyan li bazarên Herêma Kurdistanê

Ji aliyê Mihemed Şivanî 7-10-2018
1659 hatiye dîtin

Hewlêr (Rûdaw) - Ji ber qedexekirina hinardekirina firingiyan ji Îranê ve bo derveyî wî welatî, nirxê firingiyan li Herêma Kurdistanê zêde bûye , lê tevî buhabûna firingiyan, daxwaza welatiyan li ser vê berhemê çandiniyê zêde bûye.

Badimcanên Firingî yek ji wan berhemên çandiniyê ye, ku di çêkirina piraniya xwarinên germ ên malên Kurdistanê de tê bikaranîn, lewma bi kêmbûna firingiyan û zêdebûna buhayê wan, lê belê daxwaza welatiyan li ser her zêde ye.

Niha nirxê her kîlogrameke firingiyan di bazarên Herêma Kurdistanê de gihîştiye 1000 heta 2000 dînaran, ku pêştir di navbera 500 heta 750 dînarî de bû.

Li bazarên Herêma Kurdistanê tevî ku berhemên firing yên navxweyî tên firotin, lê ji Îran, Tirkiye, Iraq û Sûriyê ve jî ew berhem hawirdeyî Kurdistanê tê kirin, daku pêwîstiya bazaran bihê dabînkirin.

0.172 seconds