Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

Li Efrînê 3 birayên Kurd hatin revandin

Ji aliyê RÛDAW 7-10-2018
Çavkaniyên xwecihî ragihandin, ku çekdarên Ehrar El-Şamê 3 birayên Kurd li nahiyeya Şêrawa revandine.
Çavkaniyên xwecihî ragihandin, ku çekdarên Ehrar El-Şamê 3 birayên Kurd li nahiyeya Şêrawa revandine.

Hewlêr (Rûdaw) - Li herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê û di berdewamiya binpêkirinên mafê sivîlan de, çekdarên opozisyona Sûriyê ji malbatekê 3 bira ji gundê Gerzêlê yê ser bi navçeya Şêrewa ve revandin.

 

Jêderên xwecihî yên ji navçeya Şêrewa ya Efrînê ve ragihandin, ku çekdarên grûpa Ehrar El-Şam a opozisyona Sûriyê ve avêtine ser gundê Gerzêlê û 3 birayên Kurd revandine.

 

Çavkaniyên xwecihî yên ji navçeya Şêrawa ya Efrînê, nasnameya wan hersê birayan weke Salih Osman, Ehmed Osman û muxtarê gund Fewzî Osman ragihandine. Li gorî çavkaniyên navborî, çekdaran kesên revandî ber bi cîhekî nediyar ve birin.

 

Berî niha jî 13 sivîl ji heman gundî ji aliyê çekdaran ve hatine revandin û heta niha çarenivîsa wan nediyar e.

 

Çekdarên ser bi opozisyona Sûriyê ve ji 18ê Adara 2018an ve ku herêma Efrînê ketiye bin kontrola wan û hêzên Artêşa Tirkiyê, bi dehan caran welatiyên Efrînî revandine û li hember berdana wan daxwaza pere û fediyê kirine. 


Herwiha heta niha bi dehan welatiyên Kurd ên Efrînî ji aliyê çekdaran ve hatine kuştin, tevî ku çekdar dest datînin ser mal û mulkên welatiyên wê herêma Rojavayê Kurdistanê.

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Seid Ferhad Seid Mistefa | 2019-01-17 8:09:29 AM
Willah Hevalê Hêmin, bi hizra min ya baş ewe ku Kurd/ Kurdistan bi yêkcarî Dest ji Iran/Tirkîyê/Surîyê u Iraqê berde!!!! Ma eve 100-Sale me çi Xêr ji...
Nabe Îran dijmin be
| 16-1-2019 | (1)
Bewar sindy | 2019-01-17 4:27:43 AM
Aini av ajale mn le nava xabire zaxo da ditye
Li Dêrsimê dîmenên segê avê hatin tomarkirin
| 16-1-2019 | (1)
Camér rast gotiye | 2019-01-15 9:28:27 PM
Enstûtiya Kurdî ya li Parîsê erka balyozxaneyekê dibîne. Di warî kulturî de jî gelek xebat hatine kirin. Herwiha rola Enstûtiya Kurdî ya li Parîsê di...
Gerard Shaliyan: Pêwendiyên Fransa û Kurd dîrokî ne û dê berdewam bin
| 15-1-2019 | (1)
Bernas | 2019-01-12 4:27:23 PM
Çi hêf, çi hef, ku hemshrîya min, ji malbata min bona xizmetkarê dewleta kûr, ku rojak tenê bo Kurd û Kurdistan sher nekirîye, pishta xwe her tim...
zedan | 2019-01-15 8:01:06 PM
ki gotiya ocalan de gerdtigihe deya ? ew li ba patrone xwe ye u cihe wi pir xweshe u li gor dile wi ye .hemu listika li ser sere me kurda degerinen...
Rewşa Parlamentera HDPê Leyla Guven gehiştiye asteke krîtîk
| 12-1-2019 | (2)

Li beşên din ên Rûdawê

0.531 seconds