Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

Barzanî: Herêma Kurdistanê ji bo danûstandinên cidî amade ye

Ji aliyê RÛDAW 7-11-2017
Yan Kobish û Nêçîrvan Barzanî
Yan Kobish û Nêçîrvan Barzanî

Hewlêr (Rûdaw) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî got, Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo destpêkirina danûstandinên cidî bi Bexdayê re amadeye.

 

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, îro roja duşemê 07ê mijdara 2017ê li paytexta Herêma Kurdistanê bajarê Hewlêrê, pêşwazî li Şandiyê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî yê Karûbarên Iraqê Yan Kobish kir.

 

Di civînekê de her du aliyan Nêçîrvan Barzanî û Yan Kobish misogerî li ser destpêkirina danûstandinên navbera Hewlêr û Bexdayê kir.

 

Rewş û pêşhateyên herêmî, Îraq û Herêma Kurdistanê di civînê de hatin nirxandin û her du aliyan tekîd kir ku pêwîst e hemû alî alozî û geşedanên li vê dawiyê li deverên nakokîdar dirust bûne, bi dawî bînin.

 

Herwiha Barzanî û Kobish amaje bi wê yekê kirin ku divê diyaloga cidî di navbera Hewlêr û Bexdayê ji bona çareserkirina hemû pirsgirêkan dest pê bike û rola civaka navdewletî ji bona amadekirina zemîneyê destpêkirina diyalogê bi pêwîstî dan zanîn.

 

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê careke din tekîd li ser helwesta Herêma Kurdistanê kir ku baştirîn rê ji bo çareserkirina pirsgirêkan rêya diyalogê ye û hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo destpêkirina danûstandinên cidî bi Bexdayê re amadeye.

Şîrove

 
Şîrove bike
Wekî mêvan şîrove bike yan bi Têkeve

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

gt | 2017-11-20 4:25:25 PM
mezi surete vi fasisti bike, her tist beliye ci dixwaze. dibe pesmermerge xwe hilsinin ne pesmergeye ynk ne ji pesmergeye pdk , pesmerge bibe atesa...
Ebadî li ser biryara Dadgeha Federal daxuyanî da
| 14 demjimêr berê | (1)
ku | 2017-11-20 4:04:12 PM
Ebadi fasiste ,digot ci digot smale irake ,yani bakure irake ,ke wa digot sedam . Dibe hemu xort u ciwanen u kece kurd raben ser xwe ceke hilden wan...
Kurdistanê bang li cîhanê kir: Demildest bikevin tevgerê
| 13 demjimêr berê | (1)
lolozano | 2017-11-20 11:01:53 AM
Hêjmara xayînên Kurd bi behana ku ne dema Serxwebûna Kurdistanê ye ji hêjmara Dagîrkerên Kurdistanê,bi Fermanê Dadgeha Îraqê,li dijî Giştpirsîya...
Dadgeha Federal a Iraqê li ser referandumê biryar da
| 20 demjimêr berê | (1)
Kurdo | 2017-11-20 6:29:22 AM
Bexdad û Heşda xwe ya mezhebî,li ser Hêza Kurdistanê,ji Şengalê û ji Zemarê, venakşîne, Bexdad,Turkyê dixapîne.Rêya li dijî,Herêmê bi hevkarîya...
Heşda Şeibî hêzên xwe vedikişe
| Duh vî demî 11:58 | (1)
0.375 seconds