Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

Barzanî: Aliyên navdewletî ne li dijî giştpirsiyê ne

Ji aliyê RÛDAW 8-9-2017
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ragihand: “Giştpirsî biryareke rast e û mafê gelê Kurdistanê ye.” û diyar kir: “Aliyên navdewletî ne li dijî giştpirsiyê ne, lê dibêjin niha dem ne guncaw e.”

 

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ji kanala Al Arabiya ya Erebistana Siûdî re axivî û aşkere kir: “Em gelek dereng man û me gelek hewl da ji bo biryara referandumê.”

 

Barzanî bal kişande ser wê yekê ku şirîkatiya li gel Bexdayê têk çûye û got: “Ji ber vê yekê em neçar man ku vê pêngavê biavêjin. Eger me di şirîkatiya li gel Bexdayê de bi ser biketana, dê biryara referandumê nehata dayîn.”

 

Serokê Herêma Kurdistanê diyar kir: “Aliyên navdewletî, ne li dijî giştpirsiyê ne, lê wisa dibînin ku dem ne guncaw e.”

 

Herwiha aşkere kir: “Aliyên navdewletî ji me dixwazin ku giştpirsî were paşxistin, ne ku were betalkirin. Em ji wan aliyên ku ji me paşxistinê dixwazin, dibêjin 'alternatîvekê bidin me'.”

 

Li ser helwesta Tirkiyê ya di derbarê referandumê de Mesûd Barzanî destnîşan kir: “Tirkiye ji me çend car xwest ku referandum were paşxistin an jî were betalkirin.”

 

Barzanî daxwaz kir, ku li ser rêkevtinên li gel Bexdayê garantiya navdewletî hebe û got: “Eger aliyên navdewletî bi çareseriyeke ji referandumê baştir neyên, emê di mijara giştpirsiyê de berdewam bin.”

 

Serokê Herêma Kurdistanî amaje bi wê yekê kir, ku di şerê yekemîn ê cîhanî de kurdan deng dan ji bo ku li gel Iraqê bibin û got: “Di vê şirîkatiyê de bi salan, zirareke mezin dîtin.” û diyar kir: “Gelek cûreyên hovîtiyê bi ser kurdan de hatin û ji jiyana aram bêpar hatin hiştin.”

 

Mesûd Barzanî behsa wê yekê kir, ku di sala 1991ê de hin yekîneyên Artêşa Iraqê xwe radestî Pêşmerge kirine û got: “Di sala 1991ê de ji Artêşa Iraqê bi sedan kes xwe radest kirin, lê me ji ti kesekî tola xwe hilneda. Piştî hilweşandina rejîma Sedam, em beşdarî nivîsandina destûra nû bûn, lê belê bi ser neket.”

 

Barzanî li ser binpêkirina Destûra Iraqê ji aliyê Bexdayê ve, diyar kir: “Ji aliyê Bexdayê ve 55 madeyên Destûra Iraqê hatine binpêkirin. Bingeha Destûra Iraqê şirîkatî ye û Bexda pabendî vê prensîbê nebû.”

 

Li ser sepandina madeya 140 a di derbarê herêmên nakokî de Barzanî anî ziman: “Diviyabû madeya 140 a Destûrê di dawiya sala 2007an de bihata sepandin.”

 

Di derbarê Pêşmerge de Serokê Herêma Kurdistanê da xuyakirin: “Pêşmerge li gor Destûrê, parçeyek ji parastina Iraqê ye, lê ev nehate cîbicîkirin. Bexda budceya Herêma Kurdistanê qut kir û ev qutkirina nanê gelê Kurdistanê ye. Ji ber vê yekê, piştî qutkirina budceyê me dest bi firotina petrolê kir, ne beriya wê.”

 

Herwiha aşkere kir: “Me li ser damezrandina dewleteke sivîl li hev kiribû, lê em îro li hember dewleteke mezhebî ne. Em naxwazin ceribandinên têkçûyî, cardin li gel Bexdayê biceribînin.”

 

Mesûd Barzanî li ser armanca referandumê ragihand: “Armanca me ji referandumê ew e ku em li gel Bexdayê pêwendiyên nû û baş pêk bînin. Bi referandumê li ser hemû mijaran emê têkevin danûstandinên baş li gel Bexdayê û gelê Kurd dê nêrîna xwe aşkere bike û peyama xwe bigihîne cîhanê ku di vê dewleta nû de dê ciyawaziyeke netewî neyê kirin.”

 

Di derbarê giştpirsiyê de li ser rewşa navxweyî ya Başûrê Kurdistanê, Barzanî got: “Piraniya partî û hêzên kurdî li ser giştpirsiyê rijd in.”

 

Barzanî tekez kir, ku dewleta nû dê destwerdanê li ser mijara kurdên li dewletên din neke û got: “Têkiliya me li gel kurdên li dewletên din tine ye.”

 

Serokê Herêma Kurdistanê li ser armanca xwe ya siyasî got: “Ji sala 1962an ve armanca min a siyasî, serxwebûna gelê min e. Piştre ezê ji jiyana siyasetê vekişim.”

 

Li ser êrişên DAIŞê yên bi ser Herêma Kurdistanê de Barzanî aşkere kir: “DAIŞê ji bo çiyayên wê yên bilind, xweste Kurdistanê dagir bike. Sînorê li gel DAIŞê 1050 kîlometre bû û rûbirûbûn jî dijwar bû. Di şerê li dijî DAIŞê de fermandarên xort ên ku em bi wan şanaz bin derketin holê.”

 

Barzanî li ser destwerdana Îranê aşkere kir: “Em hemû destwerdanên Îranê ya di karûbarên me de red dikin.

 

Di derbarê hejmara koçberên li Herêma Kurdistanê de Mesûd Barzanî destnîşan kir: “Li ba me nêzîkî 300 hezar koçberên Sûriyê û zêdetirî milyonek û nîv jî awareyên iraqî hene.”

Şîrove

 
Maroouf | 22-9-2017
Li gor zagona Ummeti Muttahide Neteweyên yekbuyîn her mafe hemu gelên bindest rewayet mafa çarenuwsa xwe bi destura raya gel bi rapiryîya gelemperî bi raya gel bi rifirandom dîyar biket.... ev maf mafek rewa ji bo hemû gelan e... herwisa ji bo gelê Kurd û Kurdistan her rewa ye... Inca har laqlqayet ji filan û mêvan kes mê Kurd û Kurdistanîyan g^irê nadet... ew kesan li ser navê xwe ên saxi dipeyvin nê ramanek biryarên dewletanin... herdewlet bi aweyek fermî li gor destuna bingehîna navxoyî di dengê parlanaê dengê fermi diyar diket ne bi laqlaqet ên saxsane....! herbijî Kurd û Kurdistanek yeksaneyî serbixweyî AZAD...bijî AZADÌ bimre koletî jar û bindestî.

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

gt | 2017-11-20 4:25:25 PM
mezi surete vi fasisti bike, her tist beliye ci dixwaze. dibe pesmermerge xwe hilsinin ne pesmergeye ynk ne ji pesmergeye pdk , pesmerge bibe atesa...
Ebadî li ser biryara Dadgeha Federal daxuyanî da
| 20-11-2017 | (1)
ku | 2017-11-20 4:04:12 PM
Ebadi fasiste ,digot ci digot smale irake ,yani bakure irake ,ke wa digot sedam . Dibe hemu xort u ciwanen u kece kurd raben ser xwe ceke hilden wan...
Kurdistanê bang li cîhanê kir: Demildest bikevin tevgerê
| 20-11-2017 | (1)
lolozano | 2017-11-20 11:01:53 AM
Hêjmara xayînên Kurd bi behana ku ne dema Serxwebûna Kurdistanê ye ji hêjmara Dagîrkerên Kurdistanê,bi Fermanê Dadgeha Îraqê,li dijî Giştpirsîya...
Dadgeha Federal a Iraqê li ser referandumê biryar da
| 20-11-2017 | (1)
Kurdo | 2017-11-20 6:29:22 AM
Bexdad û Heşda xwe ya mezhebî,li ser Hêza Kurdistanê,ji Şengalê û ji Zemarê, venakşîne, Bexdad,Turkyê dixapîne.Rêya li dijî,Herêmê bi hevkarîya...
Heşda Şeibî hêzên xwe vedikişe
| 19-11-2017 | (1)
1.046 seconds