Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

Hikûmeta Herêma Kurdistanê: Em êrîşa Koyê şermezar dikin

Ji aliyê RÛDAW 8-9-2018
Logoya Hikûmeta Herêma Kurdistanê
Logoya Hikûmeta Herêma Kurdistanê

Hewlêr (Rûdaw) – Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekê êrîşa bi mûşek û firoke ya Îranê ya li dijî baregahên partiyên Rojhilatê Kurdistanê şermezar kir.

 

Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser êrîşa li hember baregahên partiyên Rojhilat daxuyaniyeke nivîskî belav kir û ragihand: “Îro beriya nîvro 08/09/2018 baregahên Partiya Demokrata Kurdistanê (HDK) û Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDK-Î) yên li navçeya Koyê ji aliyê Komara Îslamî ya Îranê ve hatine bombebarankirin, ku di encamê de çend kesan canê xwe ji dest daye û hejmareke din jî birîndar bûne.”

 

Di daxuyaniyê de tê gotin: “Bi tevî şermezarkirina vê bombebaranê, dubare nerazîbûna xwe li hember bikaranîna xaka Herêma Kurdistanê ji bo êrîşkirina ser welatên cîran tînin ziman, ku bi ti awayî nayê qebûlkirin û dibe sedema têkbirina aramî û seqamgiriya Herêma Kurdistanê. Lewma em daxwaz dikin dubare nebe, rêz li yasayên Herêma Kurdistanê were girtin û herêm nebe qada yekalîkirina pozberî û milmilaneyan.”

 

Hikûmeta Herêma Kurdistanê di dawiya peyama xwe de ji malbatên qurbaniyan re sersaxî xwest û hêviya zû başbûna birîndaran anî ziman û ragihand: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê erkê xwe yê ji bo hevkarîkirina lêqewmiyan cîbicî bike û me tîmeke hawarçûnê raspartiye bi hemû şiyanên xwe ve bigihin alîkariya ziyanpêkeftiyan û xelkê sivîl ê navçeyê.”

 

Hêjayê gotinê ye, ku îro Şemiyê (08-09-2018) demjimêr 10.45ê danê sibê baregahên Partiya Demokrata Kurdistanê (HDK) û Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDK-Î) ji aliyê artêşa Îranê ve bi katyûşa û firokeyên bêfirokevan hatine topbaran û bombebaran kirin.

 

Li gorî zanyariyên Rûdawê, di bombebaranê de 16 kes şehîd bûn û herî kêm 30 kes jî birîndar bûne.

 

Navçeya Koyê ya Hewlêrê cihê baregahên sereke yên Partiya Demokrata Kurdistanê (HDK) û Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDK-Î) ye.

 

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Amed MOL | 2018-11-05 9:43:49 PM
Em jî ji Xuda yê mihrîban u dilovan chareserî u îlacên xêrê ji her du birayên xwere dixwazin. Amed MOL
PAKê şîfaya xêrê ji tîma Rûdawê re xwest
| 5-11-2018 | (1)
aragorn | 2018-11-05 8:36:41 AM
li ser xêrê be !
Qonaxa duyem a cezayên Amerîkayê bo ser Îranê dest pê kir
| 5-11-2018 | (1)
Renas | 2018-10-29 7:25:46 PM
Ji bo Kurd, Kurdi û Kurdistan.
Neh partiyên Kurdî: Ji bo zimanê xwe em bi hev re ne
| 29-10-2018 | (1)
masro | 2018-10-29 4:17:05 PM
yek banot jî kes bi NEFTÈ nadet.... ji ber ku li ser derya de bila here û were dê d^san jî bûha jêrdestî ji seddan a 90 bibet....Iran buyek mirovek...
Îranê petrola xwe ya xav xiste borseya Tehranê
| 29-10-2018 | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

RÛDAW/TAYBET - Aldar Xelîl: Senariyoya Efrînê li deverên din dubare nabe 6-11-2018 |

RÛDAW/TAYBET - Aldar Xelîl: Senariyoya Efrînê li deverên din dubare nabe

Hebûna hêzên amerîkî asteng e li pêş Rûsya, Zêdetir
ROJAVA - Partiyên Kurdî bersiva daxuyaniyên Rûsya didin 22-10-2018 |

ROJAVA - Partiyên Kurdî bersiva daxuyaniyên Rûsya didin

Sekreterê El-Partiyê Nesredîn Ibrahîm ji Rûdawê Zêdetir
Nêçîrvan Barzanî: Kurdistaniyan deng dan avakirina kurdistaneke bihêz 21-10-2018 |

Nêçîrvan Barzanî: Kurdistaniyan deng dan avakirina kurdistaneke bihêz

Bi boneya ragihandina encamên fermî yên Zêdetir
0.547 seconds