Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

WÊNE - Duyem roja şîna Mam Celal li Hewlêrê bi beşdariya Barzanî

Ji aliyê RÛDAW 8-10-2017
1203 hatiye dîtin

Hewlêr (Rûdaw) - Duyemîn roja şîn û serxweşiya Serokomarê Iraqê yê berê û Sekreterê Giştî yê YNKê Celal Talebanî îro 8ê Cotmeha 2017ê li baregeha Polîtboruya YNKê ya li bajarê Hewlêrê birêve çû.

 

Di roja duyem a taziya Mam Celal de, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî jî amade bû û çendîn berpirsên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û rayedarên partiyên siyasî yên Kurdistanê jî beşdar bûn.

 

Herwiha bi sedan welatî îro jî tevli merasima taziya Mam Celal a li avahiya Polîtboruya YNKê ya li Hewlêrê bûn.

 

Mam Celal roja sêşemiya bihorî li nexweşxaneyeke bajarê Berlîn a paytexta Almanyayê di temenê 84 saliyê de koça dawî kir.

 

Roja Înê 6ê Cotmehê de bi merasîmeke mezin cenazeyê wî ji Berlînê bo Silêmaniyê hat veguhastin û êvariya heman rojê li girê Debaşan a Silêmaniyê bi axê hat spartin.

0.157 seconds