Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

Barzanî dê li gel Serokê Parlamentoya Iraqê bicive

Ji aliyê RÛDAW 8-10-2017
Wêne: Arşîv
Wêne: Arşîv

Hewlêr (Rûdaw) – Heta ragihand, ku dê Serokê Parlamentoya Iraqê Selîm Cibûrî serdana Hewlêrê bike û li gel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî hevdîtinekê bike.


Nivîsîngeha çapemenî ya Serokê Parlamentoya Iraqê ragihand, ku dê Selîm Cibûrî roja 8ê Cotmehê ji bo gotûbêjkirina pêşveçûnên dawîn yên qada siyasî serdana Hewlêrê bike.

 

Li gorî daxyaniyê dê Cibûrî li gel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî hevdîtinekê bike.

 

Hêjayê gotinê ye, ku di vê heyama giştpirsiyê de bi serokatiya Selîm Cibûrî, Parlamentoya Iraqê li dijî Başûrê Kurdistanê biryarên tund derxist.  

 

Piştî aloziya di navbera Bexda û Hewlêrê de, roja 7ê Cotmeha 2017ê li Silêmaniyê, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li gel cîgirên Serokomarê Iraqê Eyad Ellawî û Usame Nuceyfî hevdîtinek pêk anî.

 

Di hevdîtinê de li ser çawaniya çareserkirina pirsgirêkên peywendîdar ên navbera Hewlêr û Bexdayê gotûbêj hatine kirin û aliyan li ser 4 xalan li hev kirin.

 

Xalên li hevkirî ev in:

 

1 – Ji bo aramkirina rewşê destpêkirina guftûgo û civînên di navbera aliyên siyasî yên Iraqê de.

 

2 - Civîn li ser ajendayeke vekirî bêne encamdan.

 

3 - Demildest dorpêçên li ser Herêma Kurdistanê werin rakirin.

 

4 - Destpêkirina civînan di paşerojeke nêzîk de û bi piştbestina bi aliyetekî taybet ji bo hemahengiyeke berdewam.

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Serhad | 2018-02-22 6:14:13 AM
Heyrana çavên te !! Divê hemu kurdên bakur sud ji vê nuçeyên verbigrin.
Malbateke Brîtanî ji bo fêrbûna Kurdî hatin Duhokê
| Duh vî demî 11:49 | (1)
Kurdo | 2018-02-20 5:47:37 AM
Sirûştîya Doza Herêma Efrînê ya neteweyî,wek Herêma Kobanîyê û Cizîrê ye!Bi Du serîya an bi Du cara,ji neteweya xwe ya eslî hatîne ceza û perçe...
Deniz Umut | 2018-02-20 10:24:23 AM
Rêyên siyasî nemane birêz..Tirkiye bi çekên mezin êrîş dike...Ji kerema xwe re ew hêza çekdarî ku hûn behsdikin bila keremkin bên Efrînê ligel ypg...
Berpirsê ENKSê: Em dê berevaniya Efrînê bikin
| 19-2-2018 | (2)
Cemal Aslan | 2018-02-19 6:30:47 PM
Deste te xwes Iro rojane heute.
Efrîn, planeke herêmayetî li dijî Kurd
| 19-2-2018 | (1)
LOL | 2018-02-19 2:51:44 PM
Seat Xweş.
KERKÛK – DAIŞê 27 çekdarên Heşda Şeibî revandin
| 18-2-2018 | (1)
0.531 seconds