Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

Ji Serokwezîr Barzanî ji bo Tirkiye û Iraqê peyam

Ji aliyê RÛDAW 8-10-2017
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî

Silêmanî (Rûdaw) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand, ku ew amade ne ji bo asayîkirina pêwendiyên li gel Tirkiyê hemû hewlan bidin. Herwiha got: “Divê Ebadî ji vê fêm bike, ku mijara referandûmê mijareke navxwe ya Iraqê ye ne ku ya derve ye.”


Îro li bajarê Silêmaniyê di navbera PDK, Yekgirtûya Îslamî û Tevgera Goran de civîneke sê alî hate encamdan.

 

Piştî civînê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji Rûdawê re ragihand: “Me li gel Tevgera Goran li ser hemû pirsgirêkan bi zelalî û eşkere axivî. Civîna me bi destpêşxeriya Sekreterê Giştî yê Yekgirtûya Îslamî pêk hat.”

 

Barzanî destnîşan kir, ku ev civîn dê ji bo çareserkirina pirsgirêkên di navbera aliyan de bibe pêngaveke giring û diyar kir, ku ji bo gihiştina xalên hevbeş dibe civînên din jî bikin.

 

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê derbarê pirgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de yên ji ber referandûma serxwebûnê got: “Helwesta me zelal e, em weke hikûmeta Herêma Kurdistanê bêyî merc daxwaza destpêkirina guftûgoyên li gel Bexdayê dikin.”

 

Barzanî herwiha da xuyakirin: “Divê Ebadî ji vê fêm bike, ku mijara referandûmê mijareke navxwe ya Iraqê ye, ne ku ya derve ye. Iraq hawara xwe dibe cem welatên cîran da ku li hember Kurdistanê astengiyan çêbikin, ev yek di berjewendiya ti kesan de nîne.”

 

Derbarê nêzîkatiya Tirkiyê jî Nêçîrvan Barzanî got: “Em amade ne ji bo asayîkirina pêwendiyên xwe yên li gel Tirkiyê hemû hewldanan bikin.”

 

Nêçîrvan Barzanî da zanîn, ku ji bo destpêkirina guftûgoyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de dê heftyeya pêş Serokomarê Iraqê Fûad Mehsûm destpêşxeriyekê bike.

 

Li ser mijara hilbijartinên Herêma Kurdistanê Barzanî got: “Partî dê li ser vê mijarê bicivin û biyarê bidin.”

 

 

Şîrove

 
Şîrove bike
Wekî mêvan şîrove bike yan bi Têkeve
1329 hatiye dîtin

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Malabadéya Silivan | 2017-10-19 5:32:52 PM
Herkes dizane ew ciye wéderé ti$tek núh níne.. Ka béje hún ci dikin jibuy Kurda? Hún weki meymuné " Ez nabínim, ez ti$tek nakim u ez nabizim" dikin.....
CIA: Em agahdar bûne Qasim Silêmanî  çûye Kerkûkê
| 19-10-2017 | (1)
Ka | 2017-10-19 3:51:40 PM
Ka serbazîyeke Kurda yekgirtî li kêderê ye ku vî miletê Kurd biparêze.Ka pêshmerge?!,Ka HPG,?!Ka YPG/YPJ ?! Guhê xwe vêcarê bidin merivek hejar û...
Heşda Şeibî li Xurmato 15 kurd şehîd kirin
| 19-10-2017 | (1)
Seid Ferhad Seid Mistefa | 2017-10-18 10:32:05 AM
Camêrê Kosret Resûl Erkê xwe bi cîh anî û merdane li ser Postê xwe li Sengerê Şerî ma...lê Bavil Talibanî û Hêro-Xanê Xîyanetek bêhemta li Kurd, li...
Kosret Resûl: Navê çend kêmfamên YNKê dê bikeve nav rûpelên reş ên dîrokê
| 18-10-2017 | (1)
naw | 2017-10-18 10:18:39 AM
hukumate kurdistan bela bibine, medyayi tirk jibo peşmerge u hukumeta kurd çı dibejin. buxunin meze bıkın.
ROJEVA TIRKIYE – Kurd û Iraq piştî Kerkûkê vegeriyan ser hesabê berê
| 18-10-2017 | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

Erebên sunnî yên Iraqê jî daxwaza referandûmê dikin 7-10-2017 |

Erebên sunnî yên Iraqê jî daxwaza referandûmê dikin

Ji bo herêmeke xweser lîjne ava dikin Zêdetir
0.86 seconds