Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

Barzanî bo Bexdayê: Heta hizirê jî ji wê yekê nekin!

Ji aliyê RÛDAW 8-10-2017
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, wêne: AP.
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, wêne: AP.

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi Serokê Parlamentoya Iraqê Selîm Cibûrî re civiya û li ser referandumê û encamên wê peyama zelal a Kurdistanê da Bexdayê û ragihand, bi ti awayî hizri li hilweşandina encamên referandumê nekin.

 

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî îro di civîna li gel Serokê Parlamentoya Iraqê Selîm Cibûrî de helwesta dawî ya Kurdistanê li ser encamên referanduma serxwebûnê û destpêkirina danûstandinên li gel Bexdayê aşkere kir.

 

Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, îro yekşemî 08.10.2017 li bajarokê Pîrmamê yê girêdayî Hewlêrê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî pêşwazî li Serokê Parlamentoya Iraqê Selîm Cibûrî kir.

 

Li gorî daxuyaniyê di vê hevdîtinê de, Serok Barzanî û Selîm Cibûrî “derbarê pêşhatên siyasî yên Iraqê û referanduma gelê Kurdistanê û bertekan de danustandina bîr û ramanan kirin.”

 

Her di vê hevdîtinê de Barzanî û Cibûrî tekezî li ser pêwîstiya parastina aramî û asayiş û dûrketina ji aloziyan kirin.

 

Serokatiya Herêma Kurdistanê herwiha dibêje, Barzanî û Cibûrî “tekezî li ser aramkirina rewşa siyasî û piştgirêdana bi prensîpa gotûbêja bi acendayeke vekirî û  beşdariya pir alî ya ji bo gihîştina bi çareserkirina kêşeyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de jî kirin.”

 

Şêwirmendê Pilebilindê Barzanî, Hêmin Hewramî jî di vê bareyê de ragihandiye, di vê civînê de Barzanî ji Selîm Cibûrî re bi zelalî ragihandiye, ku bila ti kes hizir li hilweşandina encamên referandumê neke, çimku ev (referandum) biryara gel e û ti kes û hêz û alî nikare biryareke wisa bide.

 

Hikûmet û parlamentoya Iraqê ji ber encamdana referanduma serxwebûna Kurdistanê helwestên gelek tund nîşan dane û çendîn biryarên tund li dijî Herêma Kurdistanê derxistine.

 

Civîna îro ya navbera Serok Barzanî û Selîm Cibûrî di demekê de ye, ku duh şemî 7ê Cotmeha 2017ê li Silêmaniyê û bo cara yekem piştî aloziyên di navbera Bexda û Hewlêrê de, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li gel cîgirên Serokomarê Iraqê Eyad Ellawî û Usame Nuceyfî hevdîtin pêk anî.

 

Di hevdîtinê de li ser çawaniya çareserkirina pirsgirêkên peywendîdar ên navbera Hewlêr û Bexdayê gotûbêj hatine kirin û aliyan li ser 4 xalan li hev kirin.

 

Xalên li hevkirî ev in:

 

1 – Ji bo aramkirina rewşê destpêkirina guftûgo û civînên di navbera aliyên siyasî yên Iraqê de.

 

2 - Civîn li ser ajendayeke vekirî bêne encamdan.

 

3 - Demildest dorpêçên li ser Herêma Kurdistanê werin rakirin.

 

4 - Destpêkirina civînan di paşerojeke nêzîk de û bi piştbestina bi aliyetekî taybet ji bo hemahengiyeke berdewam.

Şîrove

 
Şîrove bike
Wekî mêvan şîrove bike yan bi Têkeve
2308 hatiye dîtin

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Seid Ferhad Seid Mistefa | 2017-10-16 9:49:02 PM
Bi Xwedê ez nizanim çi bibêjim! Divê Pavel Talibanî û Hero-Xanê li Kerkukê li pêş Çavê Cemawirê li Sêdarê bidin! Ez ta niha jî bawer nakim çi bi Serê...
lolozano | 2017-10-17 11:35:00 AM
Li dema Serokê Herêma Kurdistanê mizgînî da Miletê xwe yê Kurd gazî kir dot,dengên xwe,vê carê ji bo serxwebûna Kurdistanê bidin qedera xwe,bi...
Rêkeftina di navbera Pavel Talebanî û Hadî Amîrî de eşkere bû
| 19 demjimêr berê | (2)
Ali As | 2017-10-17 9:45:43 AM
Bijî xelkê êzîdî
Sererkanê berî yê Iraqê: Barzanî got bila Şingalî biryara xwe bidin
| 7 demjimêr berê | (1)
sercan | 2017-10-17 8:32:17 AM
We her derê wala kirîye û h^z^n peşmerge paşve keşaye bila BaşîkÊ jî wala bikin ku hêzên tirk û Iraqê bi hev re şer bikin.. Hezar caran mixabin ku...
Pêşmerge ji Başîkê venekişiyaye
| 8 demjimêr berê | (1)
xebat | 2017-10-17 8:30:29 AM
Birevin bave min birevin û dema qamerayeki bibinin pesna bidin xwe...xwade belaxwe bide neyar û xain û tirsoneka, we dilemin kurden welatparez und...
ŞINGAL - Pêşmergeyên êzidî û Heşda Şeibî lihev kirin
| 9 demjimêr berê | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

Erebên sunnî yên Iraqê jî daxwaza referandûmê dikin 7-10-2017 |

Erebên sunnî yên Iraqê jî daxwaza referandûmê dikin

Ji bo herêmeke xweser lîjne ava dikin Zêdetir
0.688 seconds