Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

Barzanî: Paşeroja kurdan hat garantîkirin

Ji aliyê RÛDAW 8-11-2017
Mesûd Barzanî: Wêne: AFP
Mesûd Barzanî: Wêne: AFP

Hewlêr (Rûdaw) – Mesûd Barzanî radigihîne, herçend piştî giştpirsiyê hinek astengî derketine lê bi vê giştpirsiyê paşeroja gelê kurd hatiye garantîkirin. Barzanî dibêje, xeletî tekane ew bû, ku demekê zûtir de giştpirsî nehatiye kirin.

 

Mesûd Barzanî di hevpeyvînekê de ji kovara Newsweek a amerîkî re ragihand, operasyona desteserkirina Kerkûkê bi serkirdetiya Îranê, bi agahdarbûna berpirsên Brîtanya û Amerîkayê bûye.

 

Barzanî got: “Biryarên Iraqê ji aliyê Îranê ve tên dayîn.”

 

Mesûd Barzanî amaje bi wê yekê kir, ku heta derfet hebe kurd xwe ji rûbirûbûnên leşkerî yên li gel artêşa Iraqê dûr digre. Herwiha tekez kir, ku ti hewldanek nikare nasnameya navçeyên kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê biguhere.

 

Derbarê aloziya di navbera Hewlêr û Bexdayê de Barzanî dibêje, Amerîka û civaka navdewletî dikarin pêşiya pevçûnan bigrin, eger şer dest pê bike jî diyar e ji aliyê wan ve glopa kesk ji şer re hatiye vêxistin.

 

Di hevpeyvînê de Mesûd Barzanî destnîşan kir, ku biryara giştpirsiyê ne biryarekî nû bûye û di nîvê sala 2014ê de hatiye wergirtin, hemû partiyên siyasî yên Kurdistanê û herwiha Parlamentoya Kurdistanê ev biryar wergirtine.

 

Barzanî got: “Ji ber şerê DAIŞê wê demê giştpirsî hate paşxistin. Xeletiya tenê ya kurdan jî ew bû, ku giştpirsî di demekê zûtir de nehate kirin.

 

Mesûd Barzanî, ku serpereştiya giştprisiya serxwebûna Başûrê Kurdistanê kir û ji sedî 93yê beşdaran dengê belê dane cihêbûna ji Iraqê, di hevpeyvînê de amaje bi wê yekê kir, ku herçend piştî giştpirsiyê hinek astengî derketine lê bi vê giştpirsiyê paşeroja gelê kurd hatiye garantîkirin.  

Şîrove

 
Şîrove bike
Wekî mêvan şîrove bike yan bi Têkeve
1354 hatiye dîtin

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

gt | 2017-11-20 4:25:25 PM
mezi surete vi fasisti bike, her tist beliye ci dixwaze. dibe pesmermerge xwe hilsinin ne pesmergeye ynk ne ji pesmergeye pdk , pesmerge bibe atesa...
Ebadî li ser biryara Dadgeha Federal daxuyanî da
| 20-11-2017 | (1)
ku | 2017-11-20 4:04:12 PM
Ebadi fasiste ,digot ci digot smale irake ,yani bakure irake ,ke wa digot sedam . Dibe hemu xort u ciwanen u kece kurd raben ser xwe ceke hilden wan...
Kurdistanê bang li cîhanê kir: Demildest bikevin tevgerê
| 20-11-2017 | (1)
lolozano | 2017-11-20 11:01:53 AM
Hêjmara xayînên Kurd bi behana ku ne dema Serxwebûna Kurdistanê ye ji hêjmara Dagîrkerên Kurdistanê,bi Fermanê Dadgeha Îraqê,li dijî Giştpirsîya...
Dadgeha Federal a Iraqê li ser referandumê biryar da
| 20-11-2017 | (1)
Kurdo | 2017-11-20 6:29:22 AM
Bexdad û Heşda xwe ya mezhebî,li ser Hêza Kurdistanê,ji Şengalê û ji Zemarê, venakşîne, Bexdad,Turkyê dixapîne.Rêya li dijî,Herêmê bi hevkarîya...
Heşda Şeibî hêzên xwe vedikişe
| 19-11-2017 | (1)
0.406 seconds