Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

Li Kobanî dema berhevkirina zeytûnan dest pê kiriye

Ji aliyê Vîviyan Fetah 8-11-2018
Rûdaw

Kobanî (Rûdaw) - Ev heyama hefteyekê, mûsimê berhevkirina zeytûnan li gundewarê Kobanî dest pê kiriye, cotkar lib bi lib zeytûnan radikin him ji bo qûtê malê û him bi mebesta bazirganîkirinê ku beramber salên derbasbûyî îsal mûsim baştir e.

 

Serokê Desteya Abûriya Kobanî dibêje milyonek û 600 hezar darên zeytûnan li devera wan hene, lê ji ber gef û êrîşên Tirkiyê îsal zerer gihişte wan cotkaran ku erdên wan li ser sînorê Tirkiyê ne.

 

Jineke Kurd li bin darekê dest bi berhevkirina hebên zeytûnan kiriye, ew dibêje îsal mûsima wan baş e, bi sedan malbat bi rêya çandiniyê debara xwe dikin, jiyana xwe dibin serî, zarokên xwe dişînin xwendingeh û zanîngehan, êdî ev zeytûn ne bi tenê xwarinek e ku tê xwarin, lê ew ji xwediyê xwe re piştek e jî.

 

Welatiya bi navê Şemsa Emîn dibêje ku ew niha zeytûnên xwe berhev dikin. Her darekê di zik hev de ji 10 heta 15 kîloyan berhem tîne û berhema îsal baş bûye.

 

Ji ber aloziyên sînorê di navbera Rojavayê Kurdistanê û Tirkiyê de, piraniya xelkê ku erdê wan li ser sînor in nikarin mûsimê xwe biçînin.

 

Serokê Desteya Aborî ya Kobaniyê Xelîl Şêx Mislim diyar kir, ku 90 hezar hektar erd taybet e bi çandina darên zeytûn û fisteqan, lê îsal sûd ji yên navçeyên sînorî nayê wergirtin.

 

Xelîl Şêx Mislim dibêje ku erdê Kobanî yê çandiniyê 163 hezar hektar hene lê darên zeytûnan gelek in, milyonek û 600 hezar dar hene, 90 hezar hektar tenê fisteq û zeytûn in.

 

Beşek ji zeytûnên ku têne berhem anîn ji bo xwarinê li bazaran têne firotin û beşeke din li meseriyan têne perçiqandin daku zeyta wan bê derxistin, li seranserî Kobanî çar mesere hene û derdora hezar ton zeyta zeytûnan ji zeytûnên xwecihî berhem tînin.

 

Xwediyê guvaşgehê Henîfe Ebû Kawa dibêje ku mehê 1500 ton zeytûn lêdixin, 300 ton zeyt derdikeve, qonaxên wê wisa ne, em berdidin paqij dibe, ava gerim tevlî dibe, piştre zeyt tenê derdikeve û radestî cotkaran dibe.

 

Nirxê yek lître zeyta zeytûnan li bazarên Rojavayê Kurdistanê bi hezar lîreyên sûrî (2 dolar) hatiye destnîşankirin û kîloyek zeytûnên xav jî bi 350 lîreyan tê firotin ku tevaya wan bi destên xwecihî têne rakirin û firotin.

Şîrove

 
Şîrove bike
Wekî mêvan şîrove bike yan bi Têkeve

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Roj Awzciya | 2018-11-14 9:35:54 PM
Ey wehshî reshnivîs nîne. Bernivîs e! We ritiya nav zimanê kurdi mîna siyaseta kurdî. Xuda we tûn be tûn bike!
Hikûmeta Brîtanyayê reşnivîsa cudabûna ji YE pesend kir
| 14-11-2018 | (1)
Alan | 2018-11-14 1:42:25 PM
Roj bas´, Beeeeeeeeeeese, Zimane kurdi nelewitine! "Soz" Turkiye u dijmine kurdane! Biniwise "Peyman dan"
Hevpeymaniya Navdewletî piştgiriya Encûmena Leşkeriya Minbicê dike
| 14-11-2018 | (1)
Alan | 2018-11-14 1:31:17 PM
Roj bas´! Bese zimane` Kurdi aludeyi Turkiya pis u mirar bikin. Me tis´tek binave "soz" nav zimane´ kurdi nine. Biji Kurd Alan Swed
Zerîf: Welatên Ewropayê sozên xwe neanîne cih
| 14-11-2018 | (1)
Cemal Aslan | 2018-11-12 9:54:59 PM
Katar e pera bide
Li Tirkiyê bandora berzbûna dolar her diçe girantir dibe
| 12-11-2018 | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

RÛDAW/TAYBET - Aldar Xelîl: Senariyoya Efrînê li deverên din dubare nabe 6-11-2018 |

RÛDAW/TAYBET - Aldar Xelîl: Senariyoya Efrînê li deverên din dubare nabe

Hebûna hêzên amerîkî asteng e li pêş Rûsya, Zêdetir
ROJAVA - Partiyên Kurdî bersiva daxuyaniyên Rûsya didin 22-10-2018 |

ROJAVA - Partiyên Kurdî bersiva daxuyaniyên Rûsya didin

Sekreterê El-Partiyê Nesredîn Ibrahîm ji Rûdawê Zêdetir
Nêçîrvan Barzanî: Kurdistaniyan deng dan avakirina kurdistaneke bihêz 21-10-2018 |

Nêçîrvan Barzanî: Kurdistaniyan deng dan avakirina kurdistaneke bihêz

Bi boneya ragihandina encamên fermî yên Zêdetir
0.188 seconds