Hewlêr (Rûdaw) - Nûnerê bajarên Qesra Şîrîn û Serpêlî Zehaw li parlementoya Îranê ragihand, bi sedema xemsariya berpirsên hikûmetê û giraniya zêde ya nirxên kelûpelên avakirinê, karê dirustkirina xaniyên ku ji ber erdheja Kirmaşanê wêran bibûn rawestiyaye.
Ferhad Tecerî, ji medyayê re ragihand, ku biryar bû heta dawiya havîna îsal karê dirustkirin û nûjenkirina xaniyên wêranbûyî yên bajar û gundên li roijavayê parêzgeha Kirmaşanê bidawî bibe.
Ferhad Tecerî got, Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî jî soza bidawîkirina karê avakirin û nûjenkirina xaniyên wêranbûyî dabû, lê proseya avakirinê li wan navçeyan gelek hêdî birêve diçe.
Bi gotina wî parlementerî, giraniya nirxê kelûpelên avakirinê û nebûna alîkariyên pêwîst ji bo kesên ziyandîtî ji aliyê hikûmetê ve sedemê sereke yên vê rewşê ne.
Di 12ê Mijdara 2017ê de erdhejek bi hêza 7.6 pileyên Rîxterê parêzgeha Kirmaşan û çend deverên din ên Rojhilatê Kurdistanê hejandibû û di encama wê erdehjê de bi hezaran avahiyên giştî û xaniyên welatiyan û cihên bazirganî wêran bibûn an jî zirareke mezin gihîştibû wan.
Herwiha di encama erdhejê de zêdetirî 650 kesan canê xwe ji dest dabûn.