Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

Hawirdekirina masiyan ji Iraqê bo Kurdistanê hat qedexekirin

Ji aliyê RÛDAW 8-11-2018
Mirarbûna masiyên Babilê (Wêne: AFP)
Mirarbûna masiyên Babilê (Wêne: AFP)

Hewlêr (Rûdaw) – Wezareta Çandinî ya Herêma Kurdistanê hawirdekirina masiyan ji deverên naverast û başûrê Iraqê bo Herêma Kurdistanê qedexe kir.

 

Rêveberê Çavkaniyên Masî yê li Wezareta Çandinî ya Herêma Kurdistanê Sîrwan Seîd ji Rûdawê re ragihand: “Piştî mirarbûna wan masiyan li parêzgeha Babil û nav rûbarê Feratê, Wezareta Çandinî ya Herêma Kurdistanê, bi mebesta parastina berhema xwemalî û ji bo rêgirtina belavbûna her nexweşiyek, biryar da ku hawirdekirina masiyan ji naverast û başûrê Iraqê bo Herêma Kurdistanê were qedexekirin.”

 

Sîrwan Seîd diyar kir: “Ev mijareke zanistî ye, divê em sedema mirarbûna wan masiyan bizanin, ku nexweşî bûye yan hatine bijehrkirin. Em dê li benda pişkinîna hikûmeta Iraqê bin, ku ji bo lêkolînê nimûneyên wan ji welatên Nemsa û Urdinê re şandine, li ser bingeha wan pişkinînan, emê jî biryara xwe bidin.”

 

Li ser çawaniya tijekirina daxwaza navxweyî û rêgirtina giranbûna buhayê masî, Sîrwan Seîd diyar kir: “Em rê didin masiyên zêdetir ji Îran û Tirkiyê hawirdeyî Herêma Kurdistanê werin kirin.”

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Alan Kerkûkî | 2019-02-11 9:28:12 AM
A qenc ew e ku hukumeta Kurdistanê bi Turkmenîstanê ra peymanek mubadelekirina turkmanên Başûrê Kurdistê û kurdên Turmenîstanê îmze bike, da ku her...
Eniya Tirkmenî li dijî vegera Pêşmerge bo Kerkûkê derket
| 11-2-2019 | (1)
Cemal | 2019-02-10 9:12:29 PM
Kurd çıma Navîn yek millet?binêrin TURK çava dıbın yek deng. Em tu caran weha nabînin. Êdî Besê. Sîyasetmedarên Kurdan milletê Kurd hak nake. Dîsa...
Mirza Akar | 2019-02-11 6:19:34 AM
Li Wanê tu namzetê Tifaqa netewî Åu demokrat tune ye. Bajarên ku namzetên Tifaqa Netewî û demokrat hene: Amed, MÅerdÅin, Mûs û Batmanìn.
Du partiyên Kurdî bi awayekê serbixwe tevlî hilbijartinê dibin
| 10-2-2019 | (2)
Kurdistan | 2019-02-10 12:15:59 AM
ka Tirk hevalên Kurdan û Kurdistanê bûn?!
Derbarê PAK,  PDK-T û  PSKê de doza girtinê hat vekirin
| 9-2-2019 | (1)
Brahim Xelîl | 2019-02-09 8:38:47 PM
Keko wele em hemû dizanin, rewşa me, zimanê me, çanda me roj bi roj ber bi tunebûne ve diçe. Hawar û gazin êdî bêfeyde ye. Di vî warî de em kurd...
Zimanê nebû zimanê zarokên me
| 7-2-2019 | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

Îlham Ehmed: Em dewleteke yek partî qebûl nakin 24-1-2019 |

Îlham Ehmed: Em dewleteke yek partî qebûl nakin

Hevseroka Enccûmena Cîbicîkar a MSDê dibêje, divê Zêdetir
0.625 seconds