Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

2500 malbatên Kurdên Êzdî li kampa Serdeştê di rewşeke dijwar de dijîn

Ji aliyê Tehsîn Qasim 8-11-2018
Bi hatina demsala zivistanê jiyana awareyên li kampa Serdeştê dijwartir bûye

Şingal (Rûdaw) – Koçberên kampa Serdeştê li çiyayê Şingalê daxwaza alîkariyê dikin û dixwazin beriya hatina zivistanê konên xwe nûjen bikin.

 

Zeyneb Elî ku li kampa Serdeştê dijî, diyar kir ku ew 4 sal in di nav çadiran de dijîn, her sal çadir û naylonan dikirin û got ku zivistan hatiye lê kesekî ji wan re çadir nedaye.

 

Ji bilî pirsgirêka kêmbûna av û xwarinê, ti navendeke tendirustiyê di nav kampê de tine ye.

 

Awareyê bi navê Îbrahîm Xwedêda destnîşan kir, “Betanî li ba me tine ye, di zivistanê de tu bar bikî tu dê biçî kuderê, DAIŞê xaniyên me teqandin, em dixwazin weke xelkê bijîn. Ev çadirên me (bi betaniyan çadir hatiye çêkirin) dê çawa nehêle baran têkeve hundir.”

 

Îbrahîm Xwedêda eşkere kir: “Zehmet e mirov di şert û mercên wiha de bijî. Heke av tine be, ard tine be û xwarin tine be û çadirên me qul bin, bi van betaniyan însan çawa dijî?”

 

Piştî 4 salan Rêveberiya Nahiyeya Sinûnê elektrik ji bo kampa Serdeştê peyda kir. Aliyên peywendîdar jî daxwaza alîkariyan ji rêxistin û xêrxwazan dikin.

 

Rêveberê Nahiyeya Sinûnê Xwedêda Çûkê dibêje ku em ji rêxistinên însanî daxwaz dikin, ji hiqûqên însan, ji Neteweyên Yekbûyî, ji xêrxwazan heke hinek karibin alîkariya wan bikin, yan jî wan vegerînin gundên xwe, dema em li Nexweşxaneya Sinûnê dinêrin %80 kesên nexweş ji kampa Serdeştê ne, ji ber ku di çadiran de dijîn û hewaya wê cuda ye.

 

Nêzîkî 2500 malbatên Kurdên Êzdî li kampa Serdeştê dijîn. Ji ber ku li Şingalê xizmetguzarî tine ye û mayin û bermahiyên teqemeniyan hene, naxwazin vegerin Şingalê.

Şîrove

 
Şîrove bike
Wekî mêvan şîrove bike yan bi Têkeve
643 hatiye dîtin

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Roj Awzciya | 2018-11-14 9:35:54 PM
Ey wehshî reshnivîs nîne. Bernivîs e! We ritiya nav zimanê kurdi mîna siyaseta kurdî. Xuda we tûn be tûn bike!
Hikûmeta Brîtanyayê reşnivîsa cudabûna ji YE pesend kir
| 14-11-2018 | (1)
Alan | 2018-11-14 1:42:25 PM
Roj bas´, Beeeeeeeeeeese, Zimane kurdi nelewitine! "Soz" Turkiye u dijmine kurdane! Biniwise "Peyman dan"
Hevpeymaniya Navdewletî piştgiriya Encûmena Leşkeriya Minbicê dike
| 14-11-2018 | (1)
Alan | 2018-11-14 1:31:17 PM
Roj bas´! Bese zimane` Kurdi aludeyi Turkiya pis u mirar bikin. Me tis´tek binave "soz" nav zimane´ kurdi nine. Biji Kurd Alan Swed
Zerîf: Welatên Ewropayê sozên xwe neanîne cih
| 14-11-2018 | (1)
Cemal Aslan | 2018-11-12 9:54:59 PM
Katar e pera bide
Li Tirkiyê bandora berzbûna dolar her diçe girantir dibe
| 12-11-2018 | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

RÛDAW/TAYBET - Aldar Xelîl: Senariyoya Efrînê li deverên din dubare nabe 6-11-2018 |

RÛDAW/TAYBET - Aldar Xelîl: Senariyoya Efrînê li deverên din dubare nabe

Hebûna hêzên amerîkî asteng e li pêş Rûsya, Zêdetir
ROJAVA - Partiyên Kurdî bersiva daxuyaniyên Rûsya didin 22-10-2018 |

ROJAVA - Partiyên Kurdî bersiva daxuyaniyên Rûsya didin

Sekreterê El-Partiyê Nesredîn Ibrahîm ji Rûdawê Zêdetir
Nêçîrvan Barzanî: Kurdistaniyan deng dan avakirina kurdistaneke bihêz 21-10-2018 |

Nêçîrvan Barzanî: Kurdistaniyan deng dan avakirina kurdistaneke bihêz

Bi boneya ragihandina encamên fermî yên Zêdetir
0.172 seconds