Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

WÊNE - Li herêma Pirjeyê çar werzên salê berf heye

Ji aliyê Mihemed Şivanî 9-2-2019
2596 hatiye dîtin

Hewlêr (Rûdaw) – Li devera Pirje ya ser bi navçeya Çoman Hewlêrê çar werzên salî ber heye û di werza zivistanê de geştyar serdana wê herêmê dikin.

Roja şemiyê di keş û hewayeke sar û dema barîna berfê de, festîvala xweşemitandina ser berfê li Çomanê birêve çû.

Roja (02.02.2019)  di keş û hewayeke sar û dema barîna berfê de, festîvala xweşemitandina ser berfê li Çomanê birêve çû.

Keçeke werzişvan a Slovenî bi xweşemitandina xwe xelkê mat hişt. Tevî wê 23 werzişvanên din ên navdewletî yên xweşemitandina ser berfê hene ku bi awayekî xwebexş ji bo Festîvala Berfê ya Çomanê ya îsal, nimayîşa xwe pêşkêş kirin.

Sê tîmên xweşemitandina yên Kurdan jî bi 19 yarîzanan beşdarî kirin.

Devera Pirje dikeve aliyê gundê Wêze yê navçeya Çoman. Wêza axir gundê Başûrê Kurdistanê ye û ligel gundê Konelacanî ê Pîranşarl hevsînor e, û 160 kilometreya dikeve bakurê rojhilatê Hewlêrê.

0.313 seconds