Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

Mesrûr Barzanî: Redkirina dengdanan li dijî Kurdistanê hewleke siyasî ye

Ji aliyê RÛDAW 9-6-2018
Hevdîtina Mesrûr Barzanî û General Bradly Baker
Hevdîtina Mesrûr Barzanî û General Bradly Baker

Hewlêr (Rûdaw) – Şêwirmendê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand, ku redkirina dengên dengdanên taybet li dijî Herêma Kurdistanê hewldaneke siyasî ye.

 

Şêwirmendê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro li gel Berpirsê Nivîsîngeha Hevkariya Asayîşê li Balyozxaneya Amerîkayê General Bradly Baker hevdîtinek pêk anî, ku Baker ji ber bidawîbûna erkê xwe û nasandina cîgirê xwe General Shon Jenkins serdana Herêma Kurdistanê kiribû.

 

Di civînê de bernameya demdirêj a rahênan û dabînkirina pêwîstiyên leşkerî ji bo hêzên pêşmerge hate gotûbêjkirin. Herwiha hilbijartinên 12ê Gulanê yên Parlamentoya Iraqê jî hate rojevê.

 

Mesrûr Barzanî amaje bi giringiya pêkanîna hevpeymaniya Kurdistanê di nava aliyên Kurdistanî de kir û ragihand, ku pêkanîna fraksiyona hevpeymaniya Kurdistanê dikare baştir berevaniya mafên gel û Herêma Kurdistanê bike.

 

Li ser yasaya Parlamentoya Iraqê ya derbarê encamên hilbijartinan de Mesrûr Barzanî got, ku ji bo wan ferq nake ka encamên dengan bi dest werin hejmartin yan ne.

 

Barzanî nerazîbûna xwe li hember redkirina dengên taybet ên Herêma Kurdistanê nîşanda û diyar kir: “Ev yek li dijî Herêma Kurdistanê hewldaneke siyasî ye.”

 

Di hevdîtinê de li ser bernameya çaksazî û rêkxistina Wezareta Pêşmerge jî gûgtû hate kirin.

 

General Baker ragihand, ku Nivîsîngeha Hevkarî ya Asayîşê dê di çarçoveya stratejiya ewlekariya herêmî û serpereştîkirina bernameyên xwe de piştgiriya pêşmerge bike û herwiha dê vê yekê li ber çav bigre ku hevkarî bi awayeke dadperwerane bigihin destê pêşmerge.

 

 

 

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Ali As | 2019-02-18 11:36:08 AM
Ma gello Tirk nabêjin Kurd birê meine??
Tîma Cîzresporê li Antalyayê rastî êrîşeke nîjadperestî hat
| 4 demjimêr berê | (1)
Alan Kerkûkî | 2019-02-11 9:28:12 AM
A qenc ew e ku hukumeta Kurdistanê bi Turkmenîstanê ra peymanek mubadelekirina turkmanên Başûrê Kurdistê û kurdên Turmenîstanê îmze bike, da ku her...
Eniya Tirkmenî li dijî vegera Pêşmerge bo Kerkûkê derket
| 11-2-2019 | (1)
Cemal | 2019-02-10 9:12:29 PM
Kurd çıma Navîn yek millet?binêrin TURK çava dıbın yek deng. Em tu caran weha nabînin. Êdî Besê. Sîyasetmedarên Kurdan milletê Kurd hak nake. Dîsa...
Mirza Akar | 2019-02-11 6:19:34 AM
Li Wanê tu namzetê Tifaqa netewî Åu demokrat tune ye. Bajarên ku namzetên Tifaqa Netewî û demokrat hene: Amed, MÅerdÅin, Mûs û Batmanìn.
Du partiyên Kurdî bi awayekê serbixwe tevlî hilbijartinê dibin
| 10-2-2019 | (2)
Kurdistan | 2019-02-10 12:15:59 AM
ka Tirk hevalên Kurdan û Kurdistanê bûn?!
Derbarê PAK,  PDK-T û  PSKê de doza girtinê hat vekirin
| 9-2-2019 | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

Îlham Ehmed: Em dewleteke yek partî qebûl nakin 24-1-2019 |

Îlham Ehmed: Em dewleteke yek partî qebûl nakin

Hevseroka Enccûmena Cîbicîkar a MSDê dibêje, divê Zêdetir
0.562 seconds