Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

MSD: Bêyî Rûsya, Tirkiye nikare êrîşî Efrînê bike

Ji aliyê RÛDAW 9-7-2017
Îlham Ehmed li ser hewlên Tirkiyê bo êrişkirina li ser Efrînê hişyarî da Rûsyayê

Navenda Nûçeyan - Hevseroka Encumena Sûriya Demokratîk Îlham Ehmed ragihand, ku heta Rûsya destûrê nede, dê Tirkiyê nekaribe êrîşî Efrînê bike.

 

Îlham Ehmed ji ragihandina nêzîkî PKKê axivî û diyar kir ku, Tirkiye dixwaze di navbera navçeya Ezazê ya girêdayê parêzgeha Helebê û Idlibê de rêyekê veke, lewma Efrîn kiriye armanc. Îlham Ehmed got, bi wê yekê Armanca Tirkiyê ew e, ku vê herêmê ji Sûriyê qut bike.

 

Hevseroka Encumena Sûriya Demokratîk, Îlham Ehmed destnîşan kir ku bi awayeke giştî danûstandinên wan li gel Amerîka û Rûsyayê hene û got, ji ber ku  li vir karekî hevbeş li dijî terorê tê kirin, wê demê pêwîst e ew cihên ji destê DAIŞê û rêxistinên terorîst hatine rizgarkirin bi hevbeşî bêne parastin.

 

Îlham Ehmed li ser gefên Tirkiyê bo êrîşkirina li ser Efrînê, hişyarî da Rûsyayê û tekez kir:  “Em dizanin eger Rûsya soz nedabe dewleta Tirk, ew nikarin bi hêsanî êrîşî Efrînê bikin.  Ji ber vê pir giring e ku me bi awayek eşkere û vekirî peyama xwe gihandiye Rûsyayê. Heta niha me li gel wan di bin navê hevpeymaniya li dijî terorê de xebat meşandiye. Lê belê eger bi hêsanî radestî Tirkiyê were kirin, wê demê wê her tiştek têk biçe.”

 

Îlham Ehmed herwiha got, di daxuyaniya çend rojên derbasbûyî de Amerîka bersiva peyama wan dabû dema ku gotibû, ew rê nadin ti aliyekî ku êrîşî ser wan herêman bikin, ku ji destê DAIŞ hatine derxistin.

Şîrove

 
ali | 10-7-2017
îlham ehmed rast dibêje. tirkiye tenê bi destûra rûsyayê dikane bikeve efrînê. divê neye jibîrkirin ku bi lihevkirina tirkîye û rûsyayê tirkîye ketiye cerablûs û ezazê jî...
Dr Ayoub Sayed | 12-7-2017
Raste ,lê belê yek girtina mala kurdî jî zor giringe ,nêzîkbun û lihevkirinek dinava Tev Demde û Enkesyê de pêwiste.

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

seranser | 2017-09-19 8:15:55 AM
Bi gotinên tirkan bawer nekin. Derewan dikin u dû re dibêjin em hatine xapandin.
Bernas | 2017-09-19 9:08:28 AM
Belé, belé, em dibín in, ka ew li cem we bixwe çawa huya dibe. Armanc ew e, "kurdino, nebin dewlet". wekí din hertist li ber lingén we ye, ango...
Çavuşoglu: Em amade ne garantoriya mafên kurdan bikin
| 7 demjimêr berê | (3)
Ali As | 2017-09-19 6:43:14 AM
Alî Bapîr Selefiyekî islama radikale. Heta kesê wek wan hebin, ti kes pisht nade Kurdistanê!!!!
Seidî Pîre li ser aktîvkirina parlementoyê bersiv da Elî Bapîr
| 17 demjimêr berê | (1)
cn | 2017-09-18 9:23:42 PM
begmoan tu de peshgerie le axa iraqe kei, beje bochi? serhendera ku kurdistan boie cehe kari bo terkya her terkya nerazibunaxo dyardeket. ev...
Çavuşoglu: Em gefên rasterast li Kurdistanê nakin
| 19 demjimêr berê | (1)
Bernas | 2017-09-18 4:51:15 PM
Dawí li koletí hat. Kurd édín wé qebúl nakin. Bes Tirkíye bo pesnúme xwe li hevpeymanekí digere. Bawer nakim, ku Fransa di vé qedße de ji wan re bibe...
Sherif | 2017-09-18 8:05:25 PM
Ci hevi di dijminde heye ji bili xerabye erdogan bici heqi navbenkaryawi qebule werankirna bakure kurdistane nebese?
Tirkiye û Fransa bo referandumê projeyeke hevbeş amade dikin
| 23 demjimêr berê | (2)
1.234 seconds