Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

Parlementera HDPê: Em rêz li referanduma Başûr digrin

Ji aliyê RÛDAW 9-9-2017
Sibel Yigitalp
Sibel Yigitalp

Amed (Rûdaw) - Parlamentera HDPê ya Amedê Sibel Yigitalp ragihand, ku ew weke HDP rêz li referanduma Başûrê Kurdistanê digrin, lê eger Kurd yekdeng bibûna û yekitiya xwe ava kiribana dê baştir bûya û diyar kir, ku eger Kurd bibûna yek îro li çar perçeyên Kurdistanê kurdan ev qas êş û azar nedikişandin û banga yekitiya neteweyî li hemû aliyan kir.

 

Parlementera HDPê Sibel Yigitalp ji Rûdawê re ragihand, ku niha tam dema wê ye ku kurd bi hev re tevbigerin û yekitiya xwe ava bikin û got: “Eger Kurd bibûna yek serê tiliya tu kurdekî jî nedihate xwînkirin. Divê em vê yekitiyê bi hev re, bi hevkarî pêk bînin. Eger îro kurd li vê derê (mebesta wê Bakurê Kurdistanê ye) di bin zextê de bin, li Îranê darvekirina kurdan berdewam dike û li Başûrê Kurdistanê DAIŞ karî heta Mûsilê bê, ev ji ber tunebûna yekitiya Kurdan e.”

 

Yigitalp li ser referandum û serxwebûna Başûrê Kurdistanê got: “Em weke HDP li hemberî referandumê bi rêz û hurmet in. Mafê her gelî heye ku çarenûsa xwe diyar bike. Em weke Kurd ji vê yekê kêfxweş dibin. Lê tu rabî bibêjî 'Ezê serxwebûnê ava bikim', mixabin ev kar wiha nameşin. Hemû perçe encax bên ba hev, bi hev re yekitiyek ava bikin wê demê hûn dikarin xeyala herî mezin a Kurdan serxwebûnê pêk bînin.”

 

Sibel Yigitalp diyar kir, ku li dijî DAIŞê têkoşîna herî mezin Kurdan dane û got: “Li Rojava û li Başûrê Kurdistanê DAIŞ ji aliyê kurdan ve hate paqijkirin. Kurdên her çar parçeyan eger bên ba hev, dikarin armancên xwe yên mezintir jî bi dest bixin. Divê em bên ba hev û yekitiya neteweyî ya Kurdan ava bikin. Niha li Silêmaniyê xebatên yekitiya neteweyî tên meşandin. Bi tena serê xwe ne referandum dikare bi ser bikeve û ne jî bi tenê yekitiya neteweyî dikare pêk bê. Eger kurd bibûna yek îro ev qas tişt nedihatin serê Kurdan. Yekitî hebûya Kurdên Başûr dê ev qas zehmetî nekişanda û xelkê me dê ji aliyê rejîma Îranê ve nehata darvekirin. Her tişt encax bi hevkarî dikare pêk bê. Ji ber vê yekê ez dibêjim yekitî.”

Şîrove

 
Sofi | 9-9-2017
De werin li ji vana û semîmîyetan wan bawer bike ji bo xatrê Xwedê.
Siberoj | 10-9-2017
Jina nîv netewî....! ! Pêşî xweş got! '' Parlementera HDPê: Em rêz li referanduma Başûr digrin '' Lê paşê kir bi avî û virtoqî.. Gotîye '' Em weke Kurd ji vê yekê kêfxweş dibin. Lê tu rabî bibêjî 'Ezê serxwebûnê ava bikim', mixabin ev kar wiha nameşin. Hemû perçe encax bên ba hev, bi hev re yekitiyek ava bikin wê demê hûn dikarin xeyala herî mezin a Kurdan serxwebûnê pêk bînin '' Jina canbaz, Parlamentera HDPê ya Amedê Sibel Yigitalp bi gotinên din dixwaze bibêje îro ne dema Gişpirsîyê ye. Û bi devjenîya xwe qala yekitiyê dike!! Lê yên nayên yekitiya netewî jî dîsa ew in û pkk ye. Kes bi wan naxape û hew.
Bernas | 11-9-2017
Nihaşîya her tim di nav apocîyan bi lêv dike. Qala yekitî dike, ku bixwe qet û qet avanekirin e, dijî hemû Kurdan şer kirine. Kesek êdî wan derewan qebûl nake, bi wan nayê xapandin, xatûn Yigitalp. Here wan gotinan, derewan ji berîka xwe re bike. Bi vê axaftine we xwe de rêza emîrê ereban, Malikî, Caferî û hemû yên din ku, paşxistina Giştpirsî dikin ango serxebûna Kurdistan naxwaz in. Kurdên dervayî wan, wan baş nasdikin. Bîna apotîyan ji kê tê, ew tomarbarên xirabîyê ne. Temenê min 60î derbas bû, min ew ezmûna mixabin her tim kirîye. Ji wan dost nabin. Bi Essad re, Saddam re, Malikî re, sazûmanên Îran û Tirkîyê yên dewletên kûr re dibin dost, belê ne bi Kurdan va. Şîroveyn herdu birayadên berî min di cîh de ne.
Bernas | 12-9-2017
Here mala xwe, síyaset ne karé nezan ú nokera ye.
Mir | 13-9-2017
Çi girêdane yekitî bi serxebûna Kurdistan va heyê ? Xelkê parçeyek welat bîyarek xwe girtîye, divê herkes ji wê re rêzdar be. PKK an jî derdora PKK bona sîyaseta xwe yî xelek heya îro ji kê îcazet girtin, ku Kurdên basûr ji wan destûr bigirin ? Wan heya îro bi ti kesî Kurd va yekitî, hevgirtî hwd. avanakirin, çima niha ? Gelo Stalîn an jî Hîtler an jî Saddam, ku ji sîya xwe ditirsîn, qet yekitî û hevgirtî çêkirin ku derdora PKK wê pêkbîn in ? Na, na. Bi navê xwedê, ew hemû derewin, teqtîkin. Ava wan germ dibe.

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

gt | 2017-11-20 4:25:25 PM
mezi surete vi fasisti bike, her tist beliye ci dixwaze. dibe pesmermerge xwe hilsinin ne pesmergeye ynk ne ji pesmergeye pdk , pesmerge bibe atesa...
Ebadî li ser biryara Dadgeha Federal daxuyanî da
| 20-11-2017 | (1)
ku | 2017-11-20 4:04:12 PM
Ebadi fasiste ,digot ci digot smale irake ,yani bakure irake ,ke wa digot sedam . Dibe hemu xort u ciwanen u kece kurd raben ser xwe ceke hilden wan...
Kurdistanê bang li cîhanê kir: Demildest bikevin tevgerê
| 20-11-2017 | (1)
lolozano | 2017-11-20 11:01:53 AM
Hêjmara xayînên Kurd bi behana ku ne dema Serxwebûna Kurdistanê ye ji hêjmara Dagîrkerên Kurdistanê,bi Fermanê Dadgeha Îraqê,li dijî Giştpirsîya...
Dadgeha Federal a Iraqê li ser referandumê biryar da
| 20-11-2017 | (1)
Kurdo | 2017-11-20 6:29:22 AM
Bexdad û Heşda xwe ya mezhebî,li ser Hêza Kurdistanê,ji Şengalê û ji Zemarê, venakşîne, Bexdad,Turkyê dixapîne.Rêya li dijî,Herêmê bi hevkarîya...
Heşda Şeibî hêzên xwe vedikişe
| 19-11-2017 | (1)
0.593 seconds