Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

Nêçîrvan Barzanî: Yekîtiya Ewropa û Netewên Yekbûyî dikarin bibin navbeynkar

Ji aliyê RÛDAW 9-10-2017
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Balyozê Nû yê Yekîtiya Ewropa yê li Iraqê Ramon Bilekwan kir.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Balyozê Nû yê Yekîtiya Ewropa yê li Iraqê Ramon Bilekwan kir.

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di hevdîtinekê de li gel Balyozê Nû yê Yekîtiya Ewropa yê li Iraqê Ramon Bilekwan ragihand, Yekîtiya Ewropa û Netewên Yekbûyî dikarin di navbera Hewlêr û Bexdayê de bibin navbeynkar.

 

Îro duşemî 9ê Cotmehê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Balyozê Yekîtiya Ewropayê yê li Iraqê Ramon Bilekwan û şandeke pê re kir.

 

Li gorî daxuyaniya nivîskî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di vê hevdîtinê de Nêçîrvan Barzanî û Ramon Bilekwan behsa rewşa herêmê û Iraqê û mijara referanduma serxwebûna Herêma Kurdistanê û alozî û pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê de gotûbêj kirine.

 

Nêçîrvan Barzanî di hevdîtinê de ji Balyozê Yekîtiya Ewropayê re gotiye: “Herêma Kurdistanê berî û piştî proseya referandumê jî daxwaza wê yekê kiriye ku diyalogeke ciddî di navbera Hewlêr û Bexdayê de hebe, çimku ti giriftek bi alozî û tundûtîjiyê nayê çareserkirin û tekane rêya çareseriyê tenê diyalog û ji hev têgihîştin e.”

 

Serokwezîr Barzanî di beşeke din a axavtina xwe de amaje bi rola giring a Yekîtiya Ewropa û Netewên Yekbûyî di çareserkirina pirsgirêkên nvabera Kurdistanê û Iraqê de dike û dibêje: “Netewên Yekbûyî û Yekîtiya Ewropa û welatên din ên cîhanê dikarin roleke erênî bo amadekirina zemîneya diyaloga navbera Hewlêr û Bexdayê de bilîzin.”

 

Li gorî daxuyaniya hikûmetê, Nêçîrvan Barzanî herwiha bergirî li encamdana referanduma serxwebûnê kir û got, “xelkê Kurdistanê bi rêya proseya referandumê xwasteka xwe derbiriye û bi pêwîst zanî ku niha hizir ji wê bihê kirin, ku rêyeke çareseriyê bo nehêlana wan astengiyên ku têne ser rêya diyalog û gotûbêjê werin dîtin û aloziyan bixin aliyekê û aramiya herêmê were parastin.”

 

Balyozê Nû yê Yekîtiya Ewropayê yê li Iraqê Ramon Bilekwan jî di vê hevdîtinê de keyfxweşiya xwe anî ziman ku weke balyozê Yekîtiya Ewropa li Iraqê dest bi kar bûye û di vê çarçoveyê de serdana Herêma Kurdistanê kiriye, bi taybet ku dever bi giştî bi rewşeke hesas re derbas dibe.

 

Ramon Bilekwan herwiha daxwaz kir, ku “bi armanca çareserkirina tevahiya pirsgirêkan, diyalogeke ciddî di navbera Hewlêr û Bexdayê de û bi çavdêriya Netewên Yekbûyî were encamdan.”

 

Bilekwan amadeyiya Yekîtiya Ewropayê jî bo “amadekirina zemîneya gotûbêjên navbera Kurdistanê û Iraqê” nîşan da.

 

Her îro Ramon Bilekwan li bajarokê Pîrmamê yê girêdayî Hewlêrê bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re jî civiyabû.

 

Şîrove

 
Şîrove bike
Wekî mêvan şîrove bike yan bi Têkeve

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Malabadéya Silivan | 2017-10-19 5:32:52 PM
Herkes dizane ew ciye wéderé ti$tek núh níne.. Ka béje hún ci dikin jibuy Kurda? Hún weki meymuné " Ez nabínim, ez ti$tek nakim u ez nabizim" dikin.....
CIA: Em agahdar bûne Qasim Silêmanî  çûye Kerkûkê
| 19-10-2017 | (1)
Ka | 2017-10-19 3:51:40 PM
Ka serbazîyeke Kurda yekgirtî li kêderê ye ku vî miletê Kurd biparêze.Ka pêshmerge?!,Ka HPG,?!Ka YPG/YPJ ?! Guhê xwe vêcarê bidin merivek hejar û...
Heşda Şeibî li Xurmato 15 kurd şehîd kirin
| 19-10-2017 | (1)
Seid Ferhad Seid Mistefa | 2017-10-18 10:32:05 AM
Camêrê Kosret Resûl Erkê xwe bi cîh anî û merdane li ser Postê xwe li Sengerê Şerî ma...lê Bavil Talibanî û Hêro-Xanê Xîyanetek bêhemta li Kurd, li...
Kosret Resûl: Navê çend kêmfamên YNKê dê bikeve nav rûpelên reş ên dîrokê
| 18-10-2017 | (1)
naw | 2017-10-18 10:18:39 AM
hukumate kurdistan bela bibine, medyayi tirk jibo peşmerge u hukumeta kurd çı dibejin. buxunin meze bıkın.
ROJEVA TIRKIYE – Kurd û Iraq piştî Kerkûkê vegeriyan ser hesabê berê
| 18-10-2017 | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

Erebên sunnî yên Iraqê jî daxwaza referandûmê dikin 7-10-2017 |

Erebên sunnî yên Iraqê jî daxwaza referandûmê dikin

Ji bo herêmeke xweser lîjne ava dikin Zêdetir
0.656 seconds