Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

Yekîtiya Ewropayê amade ye navbeynkariya Hewlêr û Bexdayê bike

Ji aliyê RÛDAW 9-10-2017
Wêne: Malpera serokatiya herêmê
Wêne: Malpera serokatiya herêmê

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ragihand, ku ew amade ne bi ajandayekî vekirî û bêyî merc li gel Bexdayê dest bi guftugoyê bikin.

 

Roja Duşemê 09.10.2017 li Selaheddînê birêz Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî pêşwaziya Balyozê nû yê Yekîtiya Ewrûpa li Iraqê Ramon Bilêkwa û şandekî li gel kir.

 

Di şanda Yekîtiye Ewropayê de Berpirsê Beşa Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîqa yê li Yekîtiya Ewrûpa û Berpirsê Nivîsîngeha Yekîtiya Ewrûpa li Herêma Kurdistanê jî cîh digirt.

 

Li gorî daxuyaniya malpera Serokatiya Herêma Kurdistanê, di hevdîtinê de Balyozê Yekîtiya Ewrûpa ji ber serdana Kurdistanê û hevdîtina xwe ya li gel Barzanî xweşhaliya xwe nîşan daye.

 

Ramon Bilêkwa ji ber hevkarî û hemahengiya Herêma Kurdistanê ya li gel Yekîtiya Ewrûpayê û herwiha hevkariya di warê mafê mirovan de li gel rêxistinên navdewletî, spasiya Herêma Kurdistanê kiriye.

 

Derbarê referandûma serxwebûna Kurdistanê û karvedanan de şanda Yekîtiya Ewrûpayê ragihandiye ku ew amade ne di çarçoveya hewlên navdewletî yên ji bo aramî û diyalogê de navbeynkariya Hewlêr û Bexda bikin.

 

Şanda Yekîtiye Ewropayê herwiha diyar kiriye, ku ew dixwazin qeyrana Hewlêr û Bexdayê bi rêya diyalogê bê çareser kirin.

 

Di hevdîtinê de Serok Barzanî derbarê hewla navdewletî ya ji bo sazkirina diyaloga li gel Bexdayê gotiye: “Beriya referandûmê jî me ragihandibû, ku piştî referandûmê em ji bo guftûgoyekî vekirî amade ne. Niha jî Kurdistan amade ye bi ajandayekî vekirî û bêyî ti merc guftugoyê bike.” 

715 hatiye dîtin

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Serhad | 2018-02-22 6:14:13 AM
Heyrana çavên te !! Divê hemu kurdên bakur sud ji vê nuçeyên verbigrin.
Malbateke Brîtanî ji bo fêrbûna Kurdî hatin Duhokê
| Duh vî demî 11:49 | (1)
Kurdo | 2018-02-20 5:47:37 AM
Sirûştîya Doza Herêma Efrînê ya neteweyî,wek Herêma Kobanîyê û Cizîrê ye!Bi Du serîya an bi Du cara,ji neteweya xwe ya eslî hatîne ceza û perçe...
Deniz Umut | 2018-02-20 10:24:23 AM
Rêyên siyasî nemane birêz..Tirkiye bi çekên mezin êrîş dike...Ji kerema xwe re ew hêza çekdarî ku hûn behsdikin bila keremkin bên Efrînê ligel ypg...
Berpirsê ENKSê: Em dê berevaniya Efrînê bikin
| 19-2-2018 | (2)
Cemal Aslan | 2018-02-19 6:30:47 PM
Deste te xwes Iro rojane heute.
Efrîn, planeke herêmayetî li dijî Kurd
| 19-2-2018 | (1)
LOL | 2018-02-19 2:51:44 PM
Seat Xweş.
KERKÛK – DAIŞê 27 çekdarên Heşda Şeibî revandin
| 18-2-2018 | (1)
0.484 seconds