Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

Jiyana niştecihên gundê Aşmê ji ber êrişên Tirkiyê dijwar bûye

Ji aliyê RÛDAW 9-11-2018
Rûdaw

Hewlêr (Rûdaw) - Ji ber gullebaran û topbarana Artêşa Tirkiyê li ser gundê Aşmê li rojavayê Kobanî, niştecihên gund jiyana xwe bi tirs û zehmet derbas dikin.

 

Di bihara sala 2015an de, Artêşa Turkiyê term û gora Silêman Şah ji rex pira Qereqozax a li ser çemê Feratê li başûrê rojavayê Kobanî, veguhistibû gundê Aşmê û wê yekê nerehetiyek ji xelkê gundê Aşmê re çêkiriye.

 

Gundê Aşmê berdewam dibe armanca gullebaran û topbarana Artêşa Tirkiyê, ew jî bûye sedema rawestandina karê xelkê û girtina dibistana gund.

 

Gundê Aşmê ku bi 23 kîlometre li rojavayê bajarê Kobanî dikeve, weke hemû gundên ser sînor, di xala pêşî de li hember top û guleyên Artêşa Tirkiyê ye. Nişteciyên gundê Aşmê gilî û gazinan ji rewşês dikin û dibêjin, jiyana wan ketiye metirsiyê û ji ber gef û êrîşên Tirkiyê, kar û tevgera wan nemaye, herwiha ji ber tirsa kuştina zarokan, dibistana gund jî hatiye girtin û bi vêna jî zarokên gund ji xwendinê bêpar dibin.

 

Bi armanca berevaniyê û ji ber nêzîkbûna Artêşa Tirkiyê ji aliyekî, û çekdarên opozisyona Sûriyê ku li bajarê Cerablusê dimînin li aliyekî din, hêzên YPG û YPJ pêgeh û çeperên xwe derdora Aşmê danîne, tevî ku car caran hêzên Kurdî bersiva êrîşan didin, lê ew êrîş nakin û diyar dikin ku ew berevaniyê dikin.

 

Gundê Aşmê beriya van êrîşên Tirkiyê jî rastî top û guleyên Tirkiyê dihat û dibe gundê yekem ê Rojavayê Kurdistanê ku her carê Tirkiye topbaran dike.

Şîrove

 
Şîrove bike
Wekî mêvan şîrove bike yan bi Têkeve
1015 hatiye dîtin

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Roj Awzciya | 2018-11-14 9:35:54 PM
Ey wehshî reshnivîs nîne. Bernivîs e! We ritiya nav zimanê kurdi mîna siyaseta kurdî. Xuda we tûn be tûn bike!
Hikûmeta Brîtanyayê reşnivîsa cudabûna ji YE pesend kir
| 14-11-2018 | (1)
Alan | 2018-11-14 1:42:25 PM
Roj bas´, Beeeeeeeeeeese, Zimane kurdi nelewitine! "Soz" Turkiye u dijmine kurdane! Biniwise "Peyman dan"
Hevpeymaniya Navdewletî piştgiriya Encûmena Leşkeriya Minbicê dike
| 14-11-2018 | (1)
Alan | 2018-11-14 1:31:17 PM
Roj bas´! Bese zimane` Kurdi aludeyi Turkiya pis u mirar bikin. Me tis´tek binave "soz" nav zimane´ kurdi nine. Biji Kurd Alan Swed
Zerîf: Welatên Ewropayê sozên xwe neanîne cih
| 14-11-2018 | (1)
Cemal Aslan | 2018-11-12 9:54:59 PM
Katar e pera bide
Li Tirkiyê bandora berzbûna dolar her diçe girantir dibe
| 12-11-2018 | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

RÛDAW/TAYBET - Aldar Xelîl: Senariyoya Efrînê li deverên din dubare nabe 6-11-2018 |

RÛDAW/TAYBET - Aldar Xelîl: Senariyoya Efrînê li deverên din dubare nabe

Hebûna hêzên amerîkî asteng e li pêş Rûsya, Zêdetir
ROJAVA - Partiyên Kurdî bersiva daxuyaniyên Rûsya didin 22-10-2018 |

ROJAVA - Partiyên Kurdî bersiva daxuyaniyên Rûsya didin

Sekreterê El-Partiyê Nesredîn Ibrahîm ji Rûdawê Zêdetir
Nêçîrvan Barzanî: Kurdistaniyan deng dan avakirina kurdistaneke bihêz 21-10-2018 |

Nêçîrvan Barzanî: Kurdistaniyan deng dan avakirina kurdistaneke bihêz

Bi boneya ragihandina encamên fermî yên Zêdetir
0.375 seconds