Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

Li Kobanî werzê çandiniyê dest pê kir

Ji aliyê Loloxan 9-11-2018
Amadekarî bo demsala çandiniyê li herêma Kobaniyê hatine kirin.
Hewlêr (Rûdaw) - Li Kobanî demsala çandiniyê dest pê kiriye, li wê herêma Rojavayê Kurdistanê zêdetir genim, ceh, nîsk û kemûn tê çandin, lê di van salên dawiyê de, darên zeytûn û fistiqan jî têne çandin. Rêvaberiya Çandiniyê li Kobanî jî dibêje,  ku wan pêwîstyên çandiniyê ji cotkaran re peyda kirine, lê ji ber rewşa metirsîdar welatî nikarin bi serbestî kar di nav zeviyên nêzîkî sînor bikin.

 

Di van rojan de cotkarên herêma Kobaniyê li Rojavayê Kurdistanê, karê werzê nû yê çandiniyê dikin. Êdî pêdiviyên çandiniyê peyda dikin û ketine karê çandiniyê û belavkirina tov û dexlûdanên genim û ceh.

 

Herwiha dest bi werzê çinîn û berhevkirina zeytûnan hatiye kirin, bi taybetî ku di çend salên dawî de, darên zeytûnan li nav zeviyên vê herêmê têne dîtin.

 

Derbarê rewşa nû li Kobaniyê de, ku hikûmeta Tirkiyê li ser gef û êrîşên xwe yên li ser vê herêmê berdewam e, tirsa welatiyan ji wê yekê heye ku êdî ew nikarin bi hêsanî di nav zeviyên xwe yên çandiniyê de kar bikin, ji ber ku piraniya wan zeviyan li ser hêla sînorî ne, di navbera Bakur û Rojavayê Kurdistanê de û raserî hêzên artêş Tirkiyê ne.

 

Bi awayekî rojane jî, leşkerên Tirkiyê top û guleyan arasteyî wan gund û navçeyan dikin.

 

Çandinî li Kobaniyê berhemên genim, ceh, pembo û kemûnê li xwe digire.

 

Ji bo werzê sala 2018-2019an jî Rêveberiya Çandiniyê li Kobaniyê hejmarek ji biryaran derxist. Ew biryar derbarê plana çandiniyê û awayê dabeşkirina tov, dexlûdan, semad û dabînkirina mazotê ne.

 

Di demekê de ku nirxê her dolarê amerîkî bi 477 lîreyên sûrî ye, nirxê 1 kîlograma tovê genim bi 160 lîreyên sûrî ye. Bi wê yekê jî nirxê 1 ton tovê genim bi 160,000 lîreyên sûrî, 1 ton semada Super bi 260,000 lîreyên sûrî û 1 ton semada Yorya bi 225,000 lîreyên sûrî ye.

Ji bo her 1 hektar zevî, tibaba 400 heta 800 lître mazot li ser 4 danan tê dabeşkirin. Ji bo cotkirina zeviyên bejî, 70 lître mazot û ji bo cotkirina zeviyên avî 30 lître mazot, hatine terxankirin.

 

Rêveberiya Çandiniyê ji bo her 1 hektar zeviyên bejî 150 kîlogram tovê genim û ji bo 1 hektar zeviyên avî 300 kîlogram tovê genim dide cotkaran. Herwiha ji bo her 1 hektar zevî, 200 heta 300 kîlograma semadê dide cotkaran.

 

Zanyariyên ku ji Kobaniyê hatine bidestxistin, nîşanê bi wê yekê didin ku berhemên keskahiyê li wê herêmê têra bajarê Kobanî û 300 gundî dike.

Wergirtina tov, dexlûdan, semad û pêdiviyên çandiniyê bi rêya kaxezekê ye ji komînên herêmê.

 

Bandora rewşa metirsîdar li ser kerta çandiniyê heye, êdî cotkar û xwediyên zeviyan ziyaneke mezin ji ber vê yekê dibînin û banga xwe digihînin aliyên pêwendîdar û Civaka Navdewletî, ku wan ji ziyanên vê rewşê biparêzin û rêgiriyê li ber berfirehbûna wê bikin, ji ber ku hiştina zeviyan bi bê çandinî, wê rewşa abûrî ya vê herêmê aloz bike û krîzeke mezin dirust bike, ji ber ku çandinî, çavkaniya sereke ye, ji bo debara jiyana xelkê li Herêma Kobaniyê.

 

Şîrove

 
Şîrove bike
Wekî mêvan şîrove bike yan bi Têkeve

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Amed MOL | 2018-11-05 9:43:49 PM
Em jî ji Xuda yê mihrîban u dilovan chareserî u îlacên xêrê ji her du birayên xwere dixwazin. Amed MOL
PAKê şîfaya xêrê ji tîma Rûdawê re xwest
| 5-11-2018 | (1)
aragorn | 2018-11-05 8:36:41 AM
li ser xêrê be !
Qonaxa duyem a cezayên Amerîkayê bo ser Îranê dest pê kir
| 5-11-2018 | (1)
Renas | 2018-10-29 7:25:46 PM
Ji bo Kurd, Kurdi û Kurdistan.
Neh partiyên Kurdî: Ji bo zimanê xwe em bi hev re ne
| 29-10-2018 | (1)
masro | 2018-10-29 4:17:05 PM
yek banot jî kes bi NEFTÈ nadet.... ji ber ku li ser derya de bila here û were dê d^san jî bûha jêrdestî ji seddan a 90 bibet....Iran buyek mirovek...
Îranê petrola xwe ya xav xiste borseya Tehranê
| 29-10-2018 | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

RÛDAW/TAYBET - Aldar Xelîl: Senariyoya Efrînê li deverên din dubare nabe 6-11-2018 |

RÛDAW/TAYBET - Aldar Xelîl: Senariyoya Efrînê li deverên din dubare nabe

Hebûna hêzên amerîkî asteng e li pêş Rûsya, Zêdetir
ROJAVA - Partiyên Kurdî bersiva daxuyaniyên Rûsya didin 22-10-2018 |

ROJAVA - Partiyên Kurdî bersiva daxuyaniyên Rûsya didin

Sekreterê El-Partiyê Nesredîn Ibrahîm ji Rûdawê Zêdetir
Nêçîrvan Barzanî: Kurdistaniyan deng dan avakirina kurdistaneke bihêz 21-10-2018 |

Nêçîrvan Barzanî: Kurdistaniyan deng dan avakirina kurdistaneke bihêz

Bi boneya ragihandina encamên fermî yên Zêdetir
0.203 seconds