Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Tirkiye

Tevî daketina bihayê dolar nirxên kelûpelan li bazarên Tirkiyê çend qat giran in

Ji aliyê Rawîn Stêrk 9-11-2018
Her çend nirxê dolar li hember lîreyê Tirkiyê daketiye, lê nirxên kelûpelan li bazaran her weke xwe giran mane.

Stenbol (Rûdaw) - Zêdebûna bihayê dolar li hemberî lîreyê Tirkiye, ew demeke bandora xwe ya li ser bazarê didomîne. Bihayên hemû kelûpelên ku bi vê hincetê du qat, sê qat zêde bûne, di wê demê de ku dolar li hemberî lîre bihayê xwe ji sedî 25-30 ji dest daye, kêm nabe. Xelk û firoşkar bi heman gazindê, giliya wê yekê dikin û aborînas jî didin zanîn, ku rewş ciddî ye û dê qeyran kûrtir bibe.

 

Nirxê dolar li beramberî lîreyê tirk, van rojan li jêr 5.40î ye. Lê ew herareta ku bi dirêjahiya havînê dolar kiribû rojeva sereke ya Tirkiye, bi encamên xwe berdewam dike. Tevî ku nirxê dolar li nêzikî 7 lireyan ta vê qonaxê daketiye jî, bihabûna ku bi heman hincetê li tevahiya bazarê qewimî berdewam dike. Aborînas weke sedema vê yekê kûrahiya dolar nîşan didin.

 

Aborînas, Nesrîn Nas di derbarê vê mijarê de ji Rûdawê re axivî û ragihand: “Rast e ku sedema sereke ya vê bihabûnê nirxê dolarbû. Lê niha dolar dadikeve û biha li cihê xwe dimînin. Sedema wê kûrbûna krîza aborî û polîtîkayên şaş ên hikumetê ne. Pîne bi pîne tê girtin û her ku diçe rewş girantir dibe. Ew qeyran ji ya 2002an girantir e û ewê welêt bibe asteke gelekî xirab.”

 

Li bazara tomarîfiroşan him gazindên firoşkaran û him jî yên kiryaran yek in. Beşeke wan sedema bihabûnê weke kesên niyet xirab nîşan didin, lê beşa dan, sedemên bingehîn ên aborî. Her sedem çi be jî rastî ew e ku tomarîfiroş li ber dikanên xwe rûniştî ne û karên wan ji sedî 50 kêm bûne.

 

 Tomarîfiroş, Mehmet Akkûş jî dibêje: “Bandor gelekî li me bû. Biha ji nişkê ve ji sedî 40-50 zêde bûn. Pê re jî li bazarê panîk çêbû. Xelk tedîrgîn e. Dema kelûpelan dikirin li sibêroja xwe difikirin. Ew karê cihûyên xwecihî ye. Wan biha bi awayekî anormal zêde kirin. Înşalla dê vegera rewşa xwe ya normal.”

 

Huseyîn Yetkîn jî ji rewşa bazarê bi gazinde ye û dibêje: Welleh rewşa bazarê xirab e. Kes nayê û naçe. Ên ku berê 100 kîlo distendin niha 20 kîloyan distînin, ji ber wê jî kar û qezenc daketiye.

 

Li hemû beşên bazarê û bihayê tevahiya kelûpelan li gorî sala çûyî di navbera ji sedî 50 û 80î de zêde bûye.Herî zêde jî enerjî, xurek, kirê û cilûberg biha bûne. Xerciya pêdiviyên heftane li gorî sala çûyî du qat zê de bûye.

 

Welatiyên Tirkiyê jî ji giranbûna bihayên kelûpelan û bi taybetî kelûeplên xwarinê dilgiran in. Welatiyê bi navê Ahmet Sumer dibêje: “Sala borî me heftane li vê bazarê 100 lîre xerc dikir, lê niha em 200 lîre xerc dikin. Her tişt biha bûye. Ma çi eleqeya penîr bi dolar heye. Tomate ji 5 lîreyan erzantir nabe. Me havînê kîloya tomatan bi 15 lîreyan stend. Divê însan hinekî li vî welatî bifikirin.”

 

Resûl Gedîk welatiyekî din ê Tirkiyê jî nêrîna xwe li ser rewşa bazarê û nirxên kelûeplan wiha tîne ziman: “Tiştê ku berê bi 5 lîre, 10 lîre, 20 lîreyan dikirîn 5-6 rojan têrî me dikir lê niha em distînin û tenê du rojan jî têrî me nake.”

 

Hikûmeta Tirkiyê ji bo kêmkirina rêjeya rêjeya enflasyonê bi kampanya û xebatên girîng pêngavek daye destpêkirin. Lê fêdeya van xebatan li bazarê nabe û companî berdewam in ku konkordato ragihînin. Li aliyê din, agahiyên îflasan jî hêdî hêdî dikeve rojeva Tirkiye.

Şîrove

 
Şîrove bike
Wekî mêvan şîrove bike yan bi Têkeve

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Amed MOL | 2018-11-05 9:43:49 PM
Em jî ji Xuda yê mihrîban u dilovan chareserî u îlacên xêrê ji her du birayên xwere dixwazin. Amed MOL
PAKê şîfaya xêrê ji tîma Rûdawê re xwest
| 5-11-2018 | (1)
aragorn | 2018-11-05 8:36:41 AM
li ser xêrê be !
Qonaxa duyem a cezayên Amerîkayê bo ser Îranê dest pê kir
| 5-11-2018 | (1)
Renas | 2018-10-29 7:25:46 PM
Ji bo Kurd, Kurdi û Kurdistan.
Neh partiyên Kurdî: Ji bo zimanê xwe em bi hev re ne
| 29-10-2018 | (1)
masro | 2018-10-29 4:17:05 PM
yek banot jî kes bi NEFTÈ nadet.... ji ber ku li ser derya de bila here û were dê d^san jî bûha jêrdestî ji seddan a 90 bibet....Iran buyek mirovek...
Îranê petrola xwe ya xav xiste borseya Tehranê
| 29-10-2018 | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

RÛDAW/TAYBET - Aldar Xelîl: Senariyoya Efrînê li deverên din dubare nabe 6-11-2018 |

RÛDAW/TAYBET - Aldar Xelîl: Senariyoya Efrînê li deverên din dubare nabe

Hebûna hêzên amerîkî asteng e li pêş Rûsya, Zêdetir
ROJAVA - Partiyên Kurdî bersiva daxuyaniyên Rûsya didin 22-10-2018 |

ROJAVA - Partiyên Kurdî bersiva daxuyaniyên Rûsya didin

Sekreterê El-Partiyê Nesredîn Ibrahîm ji Rûdawê Zêdetir
Nêçîrvan Barzanî: Kurdistaniyan deng dan avakirina kurdistaneke bihêz 21-10-2018 |

Nêçîrvan Barzanî: Kurdistaniyan deng dan avakirina kurdistaneke bihêz

Bi boneya ragihandina encamên fermî yên Zêdetir
0.344 seconds