Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

Hevpeymaniyê biryar da ku berdewamiyê bide xebata xwe

Ji aliyê RÛDAW 9-11-2018
Hevpeymaniya Bo Demokrasî û Dadperweriyê îro li Hewlêrê civîna xwe ya giştî saz kir.

Hewlêr (Rûdaw) – Di kongreyeke neasayî de Hevpeymaniya Bo Demokrasî û Dadperweriyê li bajarê Hewlêrê, biryar da ku weke partiyekê li ser xebata xwe berdewam be. Herwiha di kongreyê de ku weke Civîna Giştî ya Hevpeymaniyê hatiye binavkirin, biryar li ser guhertina navê partiyê û herwiha diyarkirina serokê partiyê tê dayîn.

 

Civîna Giştî anku kongreya awarte ya Hevpeymaniya Bo Demokrasî û Dadperweriyê bi beşdariya 350 endaman li bajarê Hewlêrê birêve diçe.

 

Di destpêka kongreyê de, Mihemed Reûf yek ji damezrênerên Hevpeymaniya Bo Demokrasî û Dadperweriyê gotarek pêşkêş kir û ragihand, ew dê bi dengdana nihênî biryara man û berdewamiya partiyê û herwiha diyarkirina serokê nû yê partiyê yekalî bikin.

 

Mihemed Reûf diyar kir: “Arambûn û bêhnfirehiya hevdîdên me cihê şanaziyê ye, bo pêşerojê jî pêşiya çavê Hevpeymaniyê ronî û zelal e û em dizanin ku em çi dikin.”

 

Reûf herwiha got, di kongreya neasayî ya îro de ew du biryarên giring didin; yek ji wan biryara man û berdewamiya Hevpeymaniyê tevî hinek destkarî û guhertinan, herwiha tijîkirina valahiya serokatiyê ku ew jî dê bi dengdana nihênî be.

 

Lê belê piştî gotara Mihemed Reûf, ji bo berdewamî yan jî hilweşandina Hevpeymaniyê dengdana aşkere hat encamdan û piraniya endamên beşdar di civîna giştî de deng dane berdewamiya xebata vê partiyê.

 

Di civîna giştî de bi dengdanê Encûmena Siyasî, Encûmena Cîbicîkirinê û Encûmena Nûneran hatin danîn.

 

Biryar e di civîna îro de nav, logo û rêziknameya navxweyî ya vê partiyê jî bêne guhertin.

 

Hevpeymaniya Bo Demorkastî û Dadperweriyê weke partiyeke siyasî bi serokatiya Berhem Ehmed Salih di Kanûna 2017ê de hate damezrandin û beşdarî di hilbijartinên parlamentoya Iraqê de kir, ku di 12ê Gulana îsal de hatin lidarxistin. Di wan hilbijartinan de, Hevpeymaniyê 2 kursiyên parlamentoya Iraqê bidestxistibûn.

 

Roja 19-08-2018an de jî Berhem Salih piştî ku vegeriya nav YNKê, bi fermî dest ji posta serokatiya Hevpeymaniyê berda, ku paşê weke berbijêrê YNKê bo serokomariya Iraqê hat diyarkirin û roja 2ê Tîrmeha 2018an de weke serokomarê nû yê Iraqê hate hilbijartin.

 

Şîrove

 
Şîrove bike
Wekî mêvan şîrove bike yan bi Têkeve
643 hatiye dîtin

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Roj Awzciya | 2018-11-14 9:35:54 PM
Ey wehshî reshnivîs nîne. Bernivîs e! We ritiya nav zimanê kurdi mîna siyaseta kurdî. Xuda we tûn be tûn bike!
Hikûmeta Brîtanyayê reşnivîsa cudabûna ji YE pesend kir
| 14-11-2018 | (1)
Alan | 2018-11-14 1:42:25 PM
Roj bas´, Beeeeeeeeeeese, Zimane kurdi nelewitine! "Soz" Turkiye u dijmine kurdane! Biniwise "Peyman dan"
Hevpeymaniya Navdewletî piştgiriya Encûmena Leşkeriya Minbicê dike
| 14-11-2018 | (1)
Alan | 2018-11-14 1:31:17 PM
Roj bas´! Bese zimane` Kurdi aludeyi Turkiya pis u mirar bikin. Me tis´tek binave "soz" nav zimane´ kurdi nine. Biji Kurd Alan Swed
Zerîf: Welatên Ewropayê sozên xwe neanîne cih
| 14-11-2018 | (1)
Cemal Aslan | 2018-11-12 9:54:59 PM
Katar e pera bide
Li Tirkiyê bandora berzbûna dolar her diçe girantir dibe
| 12-11-2018 | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

RÛDAW/TAYBET - Aldar Xelîl: Senariyoya Efrînê li deverên din dubare nabe 6-11-2018 |

RÛDAW/TAYBET - Aldar Xelîl: Senariyoya Efrînê li deverên din dubare nabe

Hebûna hêzên amerîkî asteng e li pêş Rûsya, Zêdetir
ROJAVA - Partiyên Kurdî bersiva daxuyaniyên Rûsya didin 22-10-2018 |

ROJAVA - Partiyên Kurdî bersiva daxuyaniyên Rûsya didin

Sekreterê El-Partiyê Nesredîn Ibrahîm ji Rûdawê Zêdetir
Nêçîrvan Barzanî: Kurdistaniyan deng dan avakirina kurdistaneke bihêz 21-10-2018 |

Nêçîrvan Barzanî: Kurdistaniyan deng dan avakirina kurdistaneke bihêz

Bi boneya ragihandina encamên fermî yên Zêdetir
0.203 seconds