Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

Jîngehparêzên Baneyê: Daristanên Zagrosê bilez ji nav diçin

Ji aliyê RÛDAW 9-11-2018
Hişkbûn, nexweşî, birîn û agirberdan sedemên sereke ne

Bane (Rûdaw) - Hejmareke jîngehparêzên bajarê Bane yê Rojhilatê Kurdistanê bi boneya Roja Pêşgirtina Têkdan a Jîngehê bi sedan şitlên darên berrû li bilindayiyên wî bajarî çandin.

 

Du jîngehparêzên bajarê Bane yê Rojhilatê Kurdistanê bi sedan şitlên darên berrû amade kiriye, daku pêşiyê li têkdana jîngehê bigirin, bi bilindahiyên derûberên wî bajarî biçînin.  Ew ji xelkê dixwazin parastina jîngehê wek erka xwe bizanibin û  xwe ji birîn û sotandina daran dûr bigirin û li her dera dikarin daran lê biçînin.

 

Jîngehparêza bi navê Sarêj Selîmî diyar dike ku ew şitilên ku wan îro me aniye vir, wan 3 salan li hewşa xwe danî û ew mezin kirin û îro me anî nav xwezayê û bo Roja Pêşgirtina Têkdan a Jîngehê bi hevkariya hembajariyên hêja û endamên PAJÎN (Parastina Jîngehê) em wan diçînin: “Em ji xelkê xoşewîst dixwazin ku zirarê nedin daristanan, ji ber ku gelek ajal têde dijîn, ji bo daristan û ajal ji nav neçin, ev daristan pir û pir di qezenca xelkê de ne.”

 

Gelek qezencên hebûna daristanan, bi taybetî qezencên darên berrû bo jîngeh û civakê hene. Rêzeçiyayên Zagrosê şûnên sereke yên şînbûna darên berrûyê ne. Ew daristan parêzgehên Rojilatê Kurdistanê û çend parêzgehên Îranê li xwe digirin û rûberê wan daristanan 6 milyon hektar e, heta niha nêzikî milyon û  nîvek hektar ji nav çûye.

 

Jîngeparêzê bi navê Rehman Selimanî jî dide zanîn ku gelek qezencên çandina darên berrû ya li ser Zagrosê hene bo jîngeh û navçeyan û dibêje: “Pispor dibêjin, her hektareke daristanê 60-65 ton heriyê li xwe digirin û her sal ew daristan li pêş lehiyê dibin bergirî, herwiha ew daristan di havînan de dibe hênikahî bo siruşt û navçe û ew kesên li van derûberan û di zivistanan de jî ew herêmên ku daristan lê hene, li gor wan herêmên ku daristan lê tune ne, germtir in û hewa wan a xweştir heye.”

 

Hişkbûn, nexweşî, birîn û agirberdan sedemên sereke yên jinavçûna daristanan in. Helwên van jîngehparêzan li gor tevgerên dibin sedemên jinavçûna daristanan, ne tiştekî berbiçav in lê dixwazin çandin û parastina darên berrû bibe çandeke giştî.

Şîrove

 
Şîrove bike
Wekî mêvan şîrove bike yan bi Têkeve

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Roj Awzciya | 2018-11-14 9:35:54 PM
Ey wehshî reshnivîs nîne. Bernivîs e! We ritiya nav zimanê kurdi mîna siyaseta kurdî. Xuda we tûn be tûn bike!
Hikûmeta Brîtanyayê reşnivîsa cudabûna ji YE pesend kir
| 14-11-2018 | (1)
Alan | 2018-11-14 1:42:25 PM
Roj bas´, Beeeeeeeeeeese, Zimane kurdi nelewitine! "Soz" Turkiye u dijmine kurdane! Biniwise "Peyman dan"
Hevpeymaniya Navdewletî piştgiriya Encûmena Leşkeriya Minbicê dike
| 14-11-2018 | (1)
Alan | 2018-11-14 1:31:17 PM
Roj bas´! Bese zimane` Kurdi aludeyi Turkiya pis u mirar bikin. Me tis´tek binave "soz" nav zimane´ kurdi nine. Biji Kurd Alan Swed
Zerîf: Welatên Ewropayê sozên xwe neanîne cih
| 14-11-2018 | (1)
Cemal Aslan | 2018-11-12 9:54:59 PM
Katar e pera bide
Li Tirkiyê bandora berzbûna dolar her diçe girantir dibe
| 12-11-2018 | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

RÛDAW/TAYBET - Aldar Xelîl: Senariyoya Efrînê li deverên din dubare nabe 6-11-2018 |

RÛDAW/TAYBET - Aldar Xelîl: Senariyoya Efrînê li deverên din dubare nabe

Hebûna hêzên amerîkî asteng e li pêş Rûsya, Zêdetir
ROJAVA - Partiyên Kurdî bersiva daxuyaniyên Rûsya didin 22-10-2018 |

ROJAVA - Partiyên Kurdî bersiva daxuyaniyên Rûsya didin

Sekreterê El-Partiyê Nesredîn Ibrahîm ji Rûdawê Zêdetir
Nêçîrvan Barzanî: Kurdistaniyan deng dan avakirina kurdistaneke bihêz 21-10-2018 |

Nêçîrvan Barzanî: Kurdistaniyan deng dan avakirina kurdistaneke bihêz

Bi boneya ragihandina encamên fermî yên Zêdetir
0.25 seconds