Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

Şandeke Fransî-Amerîkî serdana Rojavayê Kurdistanê kir

Ji aliyê Loloxan 9-11-2018
Li gorî agahiyan, şanda Fransî-Amerîkî li bajarê Eyn Îsa li gel berpirsên HSD û YPGê civiyane.

Hewlêr (Rûdaw) - Şandeke Fransî-Amerîkî serdana bajarê Eyn Îsa kir û ligel fermandarên Hêzên Sûriyeya Demokratîk HSDê civiya. Şand ji hinek berpirsên fransî û amerîkî pêk dihat û ligel fermandarên HSDê pêşhateyên nû yên li herêmê gotûbêj kirin.

 

Di çarçoveya rewşa Bakur û Rojavayê Sûriyê û rojhilatê Ferat de, gelek şandên Hevpeymaniya Navdewletî serdana wan navçeyan dikin û hevdîtinan ligel berpirsên HSDê û Rêveberiya Xweser dikin.

 

Li gorî zanyariyan, Roja Pêncşemê şandeke Fransî-Amerîkî serdana bajarê Eyn Îsa kir û ligel fermandarên Hêzên Sûriyeya Demokratîk HSDê civiya. Şand ji hinek berpirsên fransî û amerîkî pêk dihat û ligel fermandarên HSDê pêşhateyên nû gotûbêj kirin.

 

Di nav de jî êrîşên dawî yên Tirkiyê li ser navçeyên Kobanî, Girê Sipî, Serê Kaniyê û Tirbe Sipiyê, li Rojavayê Kurdistanê û bakur û rojhilatê Sûriyê, herwiha çarenivîsa rojhilatê Ferat û gefên Tirkiyê li ser wê navçeyê hatin gotûbêjkirin.

 

Çavkaniyên nêzîkî wan hevdîtinan, dibêjin: Tê pêşbînîkirin ku herdu alî, derbarê wan navçeyên sînorî û navçeyên navbera Dicle û Ferat bigihêjin hevtêgihiştinekê.

 

Di demekê de ku Hevpeymaniya Navdewletî ligel hêzên HSDê dewriyeyên hevbeş li hinek navçeyên sînorê navbera Bakur û Rojavayê Kurdistanê xistine tevgerê, hêj hikûmeta Tirkiyê di gefên xwe de berdewam e û ji van dewriyeyên hebeş ên Hevpeymanan û HSDê bêzar û nîgeran e.

 

Têkildarî heman mijarê, serokê Partiya Tevgera Neteweperest ya Tirkiyê MHPê Dewlet Bahçelî ragihand ku Amerîka pişta xwe daye PKKê, lê piştgiriya YPGê dike û di twîteke xwe de gotiye ku "Amerîka bi hemû karîna xwe dixwaze YPGê bike sivîl û PKKê jî ceza bike."

 

Bahçelî di hejmarekê ji twîtên xwe de ragihandiye ku "Li pey biryara Amerîka, derbarê girtina sê serkirdeyên PKKê mebesteke din heye û senaryoyeke cuda hatiye dariştin."

 

Devlet Bahçelî herwiha gotiye, ku "Ew baş dizanin ku PKKê wate YPGê ye."

 

Tirkiye wiha li mijarê dinere, lê hinek çavdêr jî dibînin ku Amerîka, ji bo razîkirina Tirkiyê û kêmkirin yan nehiştina gef û êrîşên wê li dijî wan navçeyan, hinek daxwazan ji YPGê dike, ku di nav wan de, kêmkirina rola YPGê li navçeyên sînorî, herwiha kirina rewşa Eyn Îsa, bi heman şêweyê rewşa Minbic, lê derbarê vê yekê, ev zanyarî nehatine piştrastkirin û YPGê ti daxuyanî derbarê wan ranegihandiye.

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Seid Ferhad Seid Mistefa | 2019-04-12 5:50:59 AM
Bi Xwedê Hevalê Nasir, bi Hizra min Kurd Ceza bi Kesê nadin ji xeyrî xwe nebe! Zor tiştekê seyre ku 40-50-Million nikarin/naxwazin yan ji nizanin xwe...
Gelê Kurd ceza da HDPê, wê jî ceza da AK Partiyê
| 11-4-2019 | (1)
Piştewan | 2019-04-08 10:20:00 AM
Gelo Ruhanî bi xwe jî, ji xwe û van gotinên xwe bawer diket?!!
Ruhanî: Eger bendav nebana dê bi hezaran kes xeniqîban
| 8-4-2019 | (1)
Merwan | 2019-04-08 6:33:13 AM
Hey gidî xayîn Dinya, War yê Kurdane, Deng yê Kurdane, Lê rêvebirin ya Dagirkerê Tirkane? ! Ka biratiya gelan li kûderê ma? !!!!!!
Li Amedê HDPê heta niha tenê şaredariyek wergirtiye
| 8-4-2019 | (1)
kurdekê berdidin kurdê din | 2019-04-04 9:28:40 PM
Tirk pişta kurdekê berdidin kurdek din...Ma kurd seyê (KUÇIKÊ) Tirkane?! çawa dixwazin wusa peywendiyê li gel wan dikin. REFERANDUM ne PKK û PYD...
Çavuşoglu: Em peywendiyên xwe yên li gel Hewlêrê asayî dikin
| 4-4-2019 | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

Li tevahiyê Tirkiyê proseya dengdanê bidawî hat 31-3-2019 |

Li tevahiyê Tirkiyê proseya dengdanê bidawî hat

Piştî bidawîhatina dengdanê, proseya cudakirin û Zêdetir
Li Silêmaniyê roja jidayîkbûna Zerdeşt Pêxember hat pîrozkirin 28-3-2019 |

Li Silêmaniyê roja jidayîkbûna Zerdeşt Pêxember hat pîrozkirin

Peyrewên Zerdeşt Pêxember jidayîkbûna wî weke Zêdetir
0.343 seconds