Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

Hevpeymaniyê serokê xwe yê nû hilbijart

Ji aliyê RÛDAW 9-11-2018
Serokê nû yê Hevpeymaniya Niştimanî Aram Qadir

Hewlêr (Rûdaw) – Bi dengdana nepenî li civîna giştî ya "Hevpeymaniya Niştimanî" de, Aram Qadir weke serokê nû yê wê partiyê hat hilbijartin.

 

Di kongreyeke awarte de Hevpeymaniya Bo Demokrasî û Dadperweriyê li bajarê Hewlêrê, biryar da ku weke partiyekê li ser xebata xwe berdewam be û navê xwe jî bike "Hevpeymaniya Niştimanî".

 

Peyamnêrê me Rence Cemal ji cihê civînê ragihand ku destpêkê navê Hevpeymaniya Bo Demokrasî û Dadperweriyê hat guhertin û navê wê bû "Hevpeymaniya Niştimanî" û bi dengdanê, encûmenên siyasî, cîbicîkirin û nûneran hatin diyarkirin.

 

Piştre ji bo serokatiya Hevpeymaniyê heft kesan xwe kirin namzed û Aram Qadir bi dengên 244 endamên civîna giştî ya Hevpeymaniyê, weke serokê partiyê hat hilbijartin, ku beriya vegere nav Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Berhem Salih li ser wê postê bû.

 

Hevpeymaniya Bo Demokrasî û Dadperweriyê weke partiyeke siyasî bi serokatiya Berhem Ehmed Salih di Kanûna 2017ê de hate damezrandin û beşdarî di hilbijartinên parlamentoya Iraqê de kir, ku di 12ê Gulana îsal de hatin lidarxistin. Di wan hilbijartinan de, Hevpeymaniyê 2 kursiyên parlamentoya Iraqê bidestxistibûn.

 

Roja 19-08-2018an Berhem Salih piştî ku vegeriya nav YNKê, bi fermî dest ji posta serokatiya Hevpeymaniyê berda, ku paşê weke berbijêrê YNKê bo serokomariya Iraqê hat diyarkirin û roja 2ê Tîrmeha 2018an de weke serokomarê nû yê Iraqê hate hilbijartin.

 

Aram Qadir kî ye?

 

- Di sala 1965an de li Tewêle ya ser bi Helebceyê jidayîk bû

 

- Perwerdeya xwe li Helebceyê temam kir

 

- Bawernameya bakaloryosê li Fakulteya Yasa ya Zanîngeha Silêmaniyê wergirt

 

- Li ser zanistên siyasî li Brîtanyayê mastera xwe temam kir

 

- Di destpêkên 80an de bûye ji Îxwan El Muslimîn

 

- Di sala 1986an de zanîngeh berdaye û çûye Îranê

 

- Di sala 1988an de ji bo karên rêxistin vegeriyaye Kurdistanê

 

- Di sala 1992an de partiyeke bi navê "Bizava Raperîna Îslamî – Nehze" damezrand

 

- Endamê Polîtburoya Nehze bû

 

- Berpirsê Ofîsa Rêxistina Bizava Yekbûna Îslamê bûye

 

- Di Komela Îslamî ya Kurdistanê de endamê polîtburo û berpirsê ofîsa rêxistinê bû

 

- Di gera sêyem a Parlementoya Kurdistanê de Serokê Fraksiyona Komel bû

 

- Endamê Desteya Damezrîner a Hevpeymaniya bo Demokrasî bû

 

- Roja 09-11-2018an weke Serokê Hevpeymaniya Niştimanî hat hilbijartin

Şîrove

 
Şîrove bike
Wekî mêvan şîrove bike yan bi Têkeve

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Amed MOL | 2018-11-05 9:43:49 PM
Em jî ji Xuda yê mihrîban u dilovan chareserî u îlacên xêrê ji her du birayên xwere dixwazin. Amed MOL
PAKê şîfaya xêrê ji tîma Rûdawê re xwest
| 5-11-2018 | (1)
aragorn | 2018-11-05 8:36:41 AM
li ser xêrê be !
Qonaxa duyem a cezayên Amerîkayê bo ser Îranê dest pê kir
| 5-11-2018 | (1)
Renas | 2018-10-29 7:25:46 PM
Ji bo Kurd, Kurdi û Kurdistan.
Neh partiyên Kurdî: Ji bo zimanê xwe em bi hev re ne
| 29-10-2018 | (1)
masro | 2018-10-29 4:17:05 PM
yek banot jî kes bi NEFTÈ nadet.... ji ber ku li ser derya de bila here û were dê d^san jî bûha jêrdestî ji seddan a 90 bibet....Iran buyek mirovek...
Îranê petrola xwe ya xav xiste borseya Tehranê
| 29-10-2018 | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

RÛDAW/TAYBET - Aldar Xelîl: Senariyoya Efrînê li deverên din dubare nabe 6-11-2018 |

RÛDAW/TAYBET - Aldar Xelîl: Senariyoya Efrînê li deverên din dubare nabe

Hebûna hêzên amerîkî asteng e li pêş Rûsya, Zêdetir
ROJAVA - Partiyên Kurdî bersiva daxuyaniyên Rûsya didin 22-10-2018 |

ROJAVA - Partiyên Kurdî bersiva daxuyaniyên Rûsya didin

Sekreterê El-Partiyê Nesredîn Ibrahîm ji Rûdawê Zêdetir
Nêçîrvan Barzanî: Kurdistaniyan deng dan avakirina kurdistaneke bihêz 21-10-2018 |

Nêçîrvan Barzanî: Kurdistaniyan deng dan avakirina kurdistaneke bihêz

Bi boneya ragihandina encamên fermî yên Zêdetir
0.172 seconds