Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

Generalê Brîtanî bo Kurdistanê sozek da Nêçîrvan Barzanî

Ji aliyê RÛDAW 10-1-2019
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê îro pêşwazî li şandeke payebilind a serbazî ya Brîtanyayê kir
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê îro pêşwazî li şandeke payebilind a serbazî ya Brîtanyayê kir

Hewlêr (Rûdaw) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê îro pêşwazî li şandeke payebilind a serbazî ya Brîtanyayê kir û şanda Brîtanyayê ragihand, ew dê berdewam bin li ser rêkxistin û modernkirina wezareta pêşmerge.

 

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî îro pêncşembî 10ê Çileya 2019 pêşwazî li General Sir John Lorimer, Şîwirmendê Leşkeriyê Brîtaniya ji bo Rojhilala Navîn û Nûnerê Theresa May Serokwezîra Brîtnaniyayê kir, ku bi hevrêtiya John Willix balyozê vî welatî yê li Bexdayê serdana Herêma Kurdistanê kiriye.

 

Di hevdîtinekê de, ku Konsulê Brîtanya yê li Hewlêrê Martin War jî amae bû, karê hevbeş ê ewlehiyê yê di navbera Bexda û Hewlêr û hevpeymanan de û proseya rêkxistina Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê hatin nirxandin. 

 

Şanedeya Brîtanî tekezî li ser wê yekê kir, ku ew dê li gel hevpeymanan li ser karê rêxistin û modernîzekirina wezareta pêşmerge berdewam bin.

 

Her du aliyan tekezî li ser hemahemgiya navbeara Hewlêr, Bexda û hevpeymanan bo dabînkirina seqamgîrî û ewlehiyê li wan deveran kirin ku ji terrorê hatin rizgarkirin.

 

Herwiha tekezî li ser hemahengiya navbera Hêza Pêşmerge û artêşa Iraqê kirin, ku di demên bihorî de encameke baş hebûye û şanda Brîtanî piştgiriya xwe bo vê hemahengiyê nîşan da.

 

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê jî spasiya serdan û hevkariyên serbazî yên Brîtanyayê bo Herêma Kurdistanê kir û berhevbûna Hikûmeta Herêma Kurdistanê bo her core hemahengî û alîkariyên serbazî li gel Bexda û hevpaymanan ji bo rêgirtina ji dubare serhildana DAIŞê nîşan da.

 

Di beşeke din a civînê de jî herdu aliyan behsa rewşa deverê û geşedanên dawî yên li Rojhilata Navîn kirin.

Şîrove

 
Şîrove bike
Wekî mêvan şîrove bike yan bi Têkeve

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

fer | 2019-01-20 7:41:06 AM
bişinin silemani ji..bajaré her welati re bişinin..! kurdistan ne tené hewleré ye...
Almanya 400 otobûsan dide Herêma Kurdistanê
| 19-1-2019 | (1)
Kurdim | 2019-01-20 5:43:16 AM
Serkeftin kurdé héja ra
Bi pasa golparêzê Kurd her kes matmayî bûn
| 19-1-2019 | (1)
Seid Ferhad Seid Mistefa | 2019-01-17 8:09:29 AM
Willah Hevalê Hêmin, bi hizra min ya baş ewe ku Kurd/ Kurdistan bi yêkcarî Dest ji Iran/Tirkîyê/Surîyê u Iraqê berde!!!! Ma eve 100-Sale me çi Xêr ji...
Nabe Îran dijmin be
| 16-1-2019 | (1)
Bewar sindy | 2019-01-17 4:27:43 AM
Aini av ajale mn le nava xabire zaxo da ditye
Li Dêrsimê dîmenên segê avê hatin tomarkirin
| 16-1-2019 | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

0.453 seconds