Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

Mesrûr Barzanî bo perwerdekirina pêşmerge daxwaz ji Brîtanyayê kir

Ji aliyê RÛDAW 10-1-2019
Îro Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li şandeke payebilind a leşkerî ya Brîtanî kir.
Îro Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li şandeke payebilind a leşkerî ya Brîtanî kir.

Hewlêr (Rûdaw) - Îro Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li şandeke Brîtanî ya bi serokatiya Şêwirmendê Mezin ê Leşkerî yê Brîtanyayê yê bo karûbarên Rojhilata Navîn, General Sir John Lorimer kir.

 

Di civînê de, ku Balyozê Brîtanyayê yê li Bexdayê jî têde amade bû, behsa geşedanên dawî yên li deverê, bihêztir û berfiretirkirina têkiliyên navbera Kurdistan û Brîtanyayê û mekanîzma hemahengiya zêdetir di warê dijatiya terorê de hate kirin.

 

Li gor daxuyaniya ofîsa Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê, Mesrûr Barzanî hevkariyên Brîtanyayê yên bo Kurdistanê bi girîng wesif kir û pêşwazî li piştevaniya Brîtanyayê ya bo pêngavên çaksazî û ji nû ve organîzekirina hêzên pêşmerge kir.

 

Mesrûr Barzanî herwiha daxwaz kir, ku Brîtanya li ser perwerdekirina hêzên pêşmerge berdewam be û Kurdistan fêde ji programa perwerdekirina pêşkevtî ya ku bo hêzên Iraqê tê cîbicîkirin, werbigire.

 

Di civînê de, General Sir John Lorimer amadebûna welatê xwe bo berfiretirkirina têkiliyan, hevkarî û piştgiriya zêdetir bo Kurdistanê, bi taybetî di warê perwerde kirina hêzên pêşmerge de diyar kir.


Şîrove

 
Şîrove bike
Wekî mêvan şîrove bike yan bi Têkeve

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

fer | 2019-01-20 7:41:06 AM
bişinin silemani ji..bajaré her welati re bişinin..! kurdistan ne tené hewleré ye...
Almanya 400 otobûsan dide Herêma Kurdistanê
| 19-1-2019 | (1)
Kurdim | 2019-01-20 5:43:16 AM
Serkeftin kurdé héja ra
Bi pasa golparêzê Kurd her kes matmayî bûn
| 19-1-2019 | (1)
Seid Ferhad Seid Mistefa | 2019-01-17 8:09:29 AM
Willah Hevalê Hêmin, bi hizra min ya baş ewe ku Kurd/ Kurdistan bi yêkcarî Dest ji Iran/Tirkîyê/Surîyê u Iraqê berde!!!! Ma eve 100-Sale me çi Xêr ji...
Nabe Îran dijmin be
| 16-1-2019 | (1)
Bewar sindy | 2019-01-17 4:27:43 AM
Aini av ajale mn le nava xabire zaxo da ditye
Li Dêrsimê dîmenên segê avê hatin tomarkirin
| 16-1-2019 | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

0.36 seconds