Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Aborî

Bazriganên Amedê: Başûrê Kurdistanê ji bo bazirganiyê deryekî giring e

Ji aliyê Mehdî Mutlu 10-1-2019
Encumana Hinardekarên Tirkiyê ragihand ku hinardeya Amedê %15 zêde bûye

Amed (Rûdaw) - Encumena Hinardekarên Tirkiyê eşkere kir ku di 12 mehên sala 2018an de hinardeya bajarê Amedê li gor 12 mehên sala borî  % 15 zêde bûye û herwiha di raporê de pê hate amaje kirin ku herî zêde kelûpelên Amedê yên hênerdekirî  ji  Çîn û Başurê Kurdistanê re hatiye kirin.

 

Mehmet Kaya jî hinardekarek Amedi ye ku ev 20 sal in li bajarê Amedê derî û paceyan çêdike, hilberînên ku li Amedê di karxaneyya wî de têne çêkirn ji dewletên Ewropa, Başurê Kurdistanê, Amerîka û ji dewletên Rojhilata Navîn re têne firotin.  Kaya ji ciroya salane xwe nêzîk milyonek dolar ji bazara Başurê Kurdistanê  dabîn dike.


Derbarê karê xwe de hinardekar Mehmet Kaya ji Rûdawê re wiha got: “Bazara Başûr ji bo me bazara gihanê ye, di salên borî de çi ji pirsgirêkên Tirkiye û çi jî ji ber qeyrana aborî ku li Başurê Kurdistanê rû dabû, em ketin tengasiyê; lê niha gelek baş e û ez pê bawerim ku dê hinardeya ji Amedê ji bo Başurê Kurdistanê  di 2019 an de gelek zêdetir bibe."   


Di sala 2018 an de kargehên li Herêma Organîze ya Pîşeşaziya Amedê 216 milyon û 24 hezar dolar hinarde kirine ji vê behrê bi 104 milyon dolarê ango ji sedî 48 ji Bazara Iraq û Başurê Kurdistanê re bi 52 milyon dolar ango ji sedî 24an hinarde ji dewleta Çînê re hatiye kirin.


Serokê Herêma Organîze ya Pîşesaziya Amedê jî dibêje ku îsal ew dê di warê hinardekariyê de ji bo bazara Başurê Kurdistanê rekorek mezin bişkînin ji ber ku îsal dê projeya wan a vekirina navenda bazirganiyê li Hewlêrê were sepandin.


Serokê Herêma Organîze ya Pîşesaziya Amedê Azîz Odabaşî  got: “Li bajarê Amedê 281 karxaneyên me yên hinardekar hene,  îsal dê li Hewlêrê Navenda me ya bazirganiyê dest bi karê xwe bike, ez bawerim ku dê ev yek hinardeya di navbera Amedê û Herêma Kurdistanê zêdetir bike, herçend di 2018an de 216 milyon dolar hinarde ji Amedê hatibe kirin jî armanca me di sal nû de 500-600 milyon dolar e."


Ji Bajarê Amedê ji bo Çînê salane nêzîkî 50 hezar dolar mermer tê rêkirin; herwiha di Bakurê Kurdistanê de bajarê Amedê di warê hinardeya Başurê Kurdistanê de piştî bajarê Dîlok û Mêrdînê di rêza 3an de ye, kompaniyên Amedê bi giranî kelûpelên avahîsaziyê, xurek, petrokîmya, tekstîl û paçê zarokan hinardeyê nav bazarên Iraq û Başurê Kurdistanê dikin.

Şîrove

 
Şîrove bike
Wekî mêvan şîrove bike yan bi Têkeve

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Alan Kerkûkî | 2019-02-11 9:28:12 AM
A qenc ew e ku hukumeta Kurdistanê bi Turkmenîstanê ra peymanek mubadelekirina turkmanên Başûrê Kurdistê û kurdên Turmenîstanê îmze bike, da ku her...
Eniya Tirkmenî li dijî vegera Pêşmerge bo Kerkûkê derket
| 11-2-2019 | (1)
Cemal | 2019-02-10 9:12:29 PM
Kurd çıma Navîn yek millet?binêrin TURK çava dıbın yek deng. Em tu caran weha nabînin. Êdî Besê. Sîyasetmedarên Kurdan milletê Kurd hak nake. Dîsa...
Mirza Akar | 2019-02-11 6:19:34 AM
Li Wanê tu namzetê Tifaqa netewî Åu demokrat tune ye. Bajarên ku namzetên Tifaqa Netewî û demokrat hene: Amed, MÅerdÅin, Mûs û Batmanìn.
Du partiyên Kurdî bi awayekê serbixwe tevlî hilbijartinê dibin
| 10-2-2019 | (2)
Kurdistan | 2019-02-10 12:15:59 AM
ka Tirk hevalên Kurdan û Kurdistanê bûn?!
Derbarê PAK,  PDK-T û  PSKê de doza girtinê hat vekirin
| 9-2-2019 | (1)
Brahim Xelîl | 2019-02-09 8:38:47 PM
Keko wele em hemû dizanin, rewşa me, zimanê me, çanda me roj bi roj ber bi tunebûne ve diçe. Hawar û gazin êdî bêfeyde ye. Di vî warî de em kurd...
Zimanê nebû zimanê zarokên me
| 7-2-2019 | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

Îlham Ehmed: Em dewleteke yek partî qebûl nakin 24-1-2019 |

Îlham Ehmed: Em dewleteke yek partî qebûl nakin

Hevseroka Enccûmena Cîbicîkar a MSDê dibêje, divê Zêdetir
0.343 seconds