Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

Amerîkayê ji ber berbijêrkirina bo Serokê Herêma Kurdistanê pîrozbahî li Nêçîrvan Barzanî kir

Ji aliyê RÛDAW 10-1-2019
Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî û Mike Pompeo
Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî û Mike Pompeo

Hewlêr (Rûdaw) – Wezareta Derve ya Amerîkayê di daxuyaniyekê de ragihand: “Mike Pompeo pîrozbahî li Nêçîrvan Barzanî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê kir, ji ber berbijêrkirina wî bo posta Serokê Herêma Kurdistanê.”

 

Di daxuyaniya Wezareta Derve ya Amerîkayê de, ku di derbarê civîna navbera Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo û Serokwezîrê herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî de ye, tê gotin: “Wezîrê Derve yê Amerîkayê tekezî li ser piştgiriya Amerîkayê bo diyaloga berdewam a navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta navendî ya Bexdayê kiriye.”

 

Wezareta Derve ya Ameîrkayê herwiha ragihandiye: “Mike Pompeo tekezî li ser giringiya pêwnediya stratejîk li gel Iraqê û pêwendiya dostane û demdirêj li gel Hikûmeta Herêma Kurdistanê kiriye, ku bo ewlehiya dualî û seqamgîriya navçeyê giring e.”

 

Duh çarşembî 8ê Çileya 2019 piştî nîvro, Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo di çarçoveya geşta xwe ya bo Rojhilata Navîn de, bi serdaneke fermî serdana Herêma Kurdistanê kir û her di heman rojê de li Hewlêrê li gel serok Barzanî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî hevdîtin pêk anî.

Şîrove

 
naw | 10-1-2019
Editora rudaw/turkish şiroveya kurda piştrast nake, ma ew insan ne kurmance?
2068 hatiye dîtin

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Koçer | 2019-03-06 6:41:32 PM
Xelata we pîrozbe. Bi hêviya xelatên mezintir ji Ragihandinên Kurdî re
Medyaya civakî ya Rûdawê bû fînalîsta xelateke navdewletî
| 6-3-2019 | (1)
b.ay | 2019-03-06 12:26:24 PM
Slaw ü rez keke Selaheddin.Bedengiya HDP ya ji bo Demirtas ez ji fem nakim tu rast dibeji Zexmbüna HDP´de Selaheddin Demirtas Sembolek mezine Dinya...
Cemal Aslan | 2019-03-06 12:36:28 PM
Kurdistans BDP ne HDP neke tircik.
Hilbijartinên bi bendewariyên mezin
| 6-3-2019 | (2)
kurdo | 2019-03-05 11:08:55 PM
ENKsse çi dibêje. vana tinê Kuçikên Tirkane, ligor berjewendiyên Tirkan tevdigerin. Ji Efrînê jî şerimnakin Opozisyanakerdogan re bûne yek
Lavrov: Divê pirsa Kurd bê çareserkirin
| 5-3-2019 | (1)
Gundî | 2019-03-05 3:24:40 PM
Ji hemû partiyên Kurdanre serkeftinê dixwazim. Hima nederzek li yekitiya Kurdan bikeve, bila Kurd pir partîbin.
Ozçelik: Me ji niha ve derzek li zextên dewlet û HDPê daye
| 5-3-2019 | (1)
0.156 seconds