Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

Li herêma Gola Wanê 234 coreyên çûkan hene

Ji aliyê RÛDAW 10-2-2019
Gola Wanê bi dengê çûkên avê geş e (Wêne: AA)
Gola Wanê bi dengê çûkên avê geş e (Wêne: AA)

Hewlêr (Rûdaw) - Li Herêma Gola Wanê ya ku lê 234 coreyên çûkan tên dîtin, çûkên wek flamîngo, qaza Iraqî, masîxwer, çiqîldirêj, qerebeşk, dûvreq gelek cureyên din dijîn.

 

Herêma Gola Wanê yek ji wan navendan e ku hin cinsên çûkan dema ku ji Afrîkaya Bakur diçin Îranê lê disekinin û ji aliyê coreyê çûkan û populasyona wan ve balê dikşîne ser xwe. Heremek yek ji wan cihan e ku zanyarên çûkan ji bo zanista çûkan lê lêkolînan dikin.

 



Tîmên Rêveberiya Parastina Xwezayê û Parkên Niştimanî di van demên dawiyê de ji bo çûkên ku li cihên avî bêpirsgirêk bikarin xwarinê bixwin, qada jiyana wan a siruştî bê parastin û bi hêsanê zêde bidin xebatan dikin.

 

Herêma ku lê gelek cins di heman demê de tên dîtin ji bo ziyaretvanan dîmenên gelek xweşik derdixînin holê.



 

Hîndekarê Beşa Biyolojiyê ya Fakulteya Fenê ya Zanîngeha Yuzuncu Yilê (ZYY) Prof. Dr. Ozdemîr Adizel de got ku di encama aktîvîteyên çûkan ên ku li hewzeyê hatin kirin û xebatên din hişmendiyeke girîng çêbû.

 

Prof. Dr. Ozdemîr Adizel diyar kir ku ji bo hesasiyeta hember jiyana biyanî bê zêdekirin xebatan dikin û got : "Bi rastî jî li hemû cihên avî yên li Gola Wanê hember jiyana biyanî hişmendiyeke hawirdor a erênî çêbû. Tmên Rêveberiya Parastina Xwezayê û Parkên Neteweyî, hêzên ewlehiyê xebateke gelekî girîng dikin. Lewra jî nêçîrvaniya qaçax gelekî kêm bû. Di encama vê yekê de jî çûkên li hewzeyê zêde bûn."

 



Adizel diyar kir ku zêdebûna di populasyona çûkan de kêfxweşiyê dide û wiha axivî: "Hin cisnên çûkan ên li cîhanê yên ku cisnê wan ber qelînê ne jî li herêmê hene. Ev hewze li cîhanê ji bo çûkan qadeke girîng e. Wek mînak dûvreq cureyeke qazên biyanî ye ku li cîhanê jimara wan her ku diçe kêm dibe. Zivistanê li Gola Burdurê derbas dikin û mehên biharê jî li hemû Anatoliyayê belav dibin. Me di encama xebatan de ji bo ku di raya gel de hişmendiyek çêbe encamên erênî bi dest xistin û em herêmên ku ev cisn lê dijî û lê zêde dibe diparêzin."

Şîrove

 
Şîrove bike
Wekî mêvan şîrove bike yan bi Têkeve

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Alan Kerkûkî | 2019-02-11 9:28:12 AM
A qenc ew e ku hukumeta Kurdistanê bi Turkmenîstanê ra peymanek mubadelekirina turkmanên Başûrê Kurdistê û kurdên Turmenîstanê îmze bike, da ku her...
Eniya Tirkmenî li dijî vegera Pêşmerge bo Kerkûkê derket
| 11-2-2019 | (1)
Cemal | 2019-02-10 9:12:29 PM
Kurd çıma Navîn yek millet?binêrin TURK çava dıbın yek deng. Em tu caran weha nabînin. Êdî Besê. Sîyasetmedarên Kurdan milletê Kurd hak nake. Dîsa...
Mirza Akar | 2019-02-11 6:19:34 AM
Li Wanê tu namzetê Tifaqa netewî Åu demokrat tune ye. Bajarên ku namzetên Tifaqa Netewî û demokrat hene: Amed, MÅerdÅin, Mûs û Batmanìn.
Du partiyên Kurdî bi awayekê serbixwe tevlî hilbijartinê dibin
| 10-2-2019 | (2)
Kurdistan | 2019-02-10 12:15:59 AM
ka Tirk hevalên Kurdan û Kurdistanê bûn?!
Derbarê PAK,  PDK-T û  PSKê de doza girtinê hat vekirin
| 9-2-2019 | (1)
Brahim Xelîl | 2019-02-09 8:38:47 PM
Keko wele em hemû dizanin, rewşa me, zimanê me, çanda me roj bi roj ber bi tunebûne ve diçe. Hawar û gazin êdî bêfeyde ye. Di vî warî de em kurd...
Zimanê nebû zimanê zarokên me
| 7-2-2019 | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

Îlham Ehmed: Em dewleteke yek partî qebûl nakin 24-1-2019 |

Îlham Ehmed: Em dewleteke yek partî qebûl nakin

Hevseroka Enccûmena Cîbicîkar a MSDê dibêje, divê Zêdetir
0.234 seconds