Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

Barzanî: Pêşmerge dernakeve, ew yek qet nayê gotûbêjkirin

Ji aliyê RÛDAW 11-3-2017
Sîrwan Barzanî

Hewlêr (Rûdaw) - Serperşitê Mêhwera Guwêr-Mexmûrê ya Hêza Pêşerge, Sîrwan Barzanî ragihand, ku hêzên pêşmerge bi ti awayî ji deverên kurdistanî yên ku di şerê li dijî DAIŞê de rizgar kirine, paş ve venakişe.

 

Sîrwan Barzanî got, ku deverên ku berî destpêkirina operasyona kontrolkirina Mûsilê ji aliyê hêzên pêşmerge ve hatine rizgarkirin, her dê di bin kontrola pêşmerge de bimînin.

 

Barzanî diyar kir, bi ti awayî çênabe ku gotûbêj li ser wan deveran û derketina hêzên pêşmerge ji wan cihan were kirin.

 

Serpereştê Mêhwera Guwêr-Mexmûr a Hêza Pêşmerge herwiha destnîşan kir, ew cihên ku piştî destpêkirina operasyona Mûsilê ve ji aliyê hêzên pêşmerge ve hatine kontrolkirin, dibe ku gotûbêj li ser wan were kirin.

 

Sîrwan Barzanî wiha ji Rûdawê re axivî:

 

“Ew navçeyên ku heta destpêkirina operasyonên kontrolkirina Mûslê ji aliyê pêşmerge ve hatine kontrolkirin, her dê bin kontrola pêşmerge de bin û eva jî tiştek nîne ku gotubêj li ser bihê kirin. Lê ew navçeyên ku di heyama operasyona Mûsilê de ji aliyê pêşmerge ve hatine kontrolkirin, çêdibe ku gotubêj li ser wan bihên kirin”.

 

Şîrove

 
Şîrove bike
Wekî mêvan şîrove bike yan bi Têkeve

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Dilxwaz | 2017-03-26 12:32:31 AM
Ma Salih Mislim ê wan li kuye? Tirka got em wî bibînim, em ê wî bigirin û ji wî caxîde windaye û kes jî lê napise û qala wî nake. "Min meraq kir,"
ENKS PYDê bi revandina endamê xwe tohmetbar dike
| Duh vî demî 11:42 | (1)
Rastgo | 2017-03-20 8:26:24 PM
Kekê Ziryan, pêwiste tu bibêjî, ma kîjan partî ji ya din zêdetir berjewendiyên kurd diparêze (1), herwiha chima (2). Ji bilî vê divê tu kêmasiyên...
Ferzende | 2017-03-25 8:10:44 PM
Ev pkk ya komunîst ji xwe û fikra xwe pêve tu kesî qebûl nake. Bela ye bela... Bela û musîbeta serê Kurda ye... Heyfa Berzanî bi van musîbetan...
‘Aştiya sar’ a PDK û PKKê
| 19-3-2017 | (3)
Sofi | 2017-03-25 7:49:33 PM
Ji bona xatirê Xwedê herin li mala xwe runin û bes bibin bela serê gelê Kurd, belkî hinek camêrên nu derkevin bêyî kongirên ku her demê wun di bin...
PDK Bakur bi krîzeke siyasî re rû bi rû ye
| Duh vî demî 08:03 | (1)
Bernas | 2017-03-25 1:55:51 PM
YNK/Hero xwe bi zanahî didin alîyekî, bi serda jî kem-kumî dikin, “…çi pêwîstî bi me û alîyên din heye…”. ‘û, û, û. Bavê min, hûn ne partîne ?...
Fazil Mîranî: Ji bo rêkevtinê em li benda YNKê ne
| 16-2-2017 | (1)
0.203 seconds