Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Iraq

MÛSIL – Bi beleman leşker û alavên leşkerî derbasî rojava dikin

Ji aliyê RÛDAW 10-5-2017
Mûsil

Mûsil (Rûdaw) – Hêzên leşkerî yên Iraqê, jiber hilweşîna piran û nebûna rêyên nêzîk, bi beleman ji rojhilatê Mûsilê, hêzên xwe vediguhezin rojavayê bajêr.

 

Ligel fermandeya Firqeya 16 a Artêşa Iraqê, ji rojhilatê Mûsilê derbasî taxa Hawî Kenîse ya rojavayê bajêr dibin. Pirên ser rûbarê Dîcleyê rûxyane û rêyên nêzîk jî nînin. Lewma hêzên iraqî, bi rêya beleman hatinûçûnê dikin.

 

Bi Hummerên Firqeya 16, ji rêyekî bi toz û ax, 15 kîlometreyan rê çûn û gihiştine taxa Hawî Kenîse.

 

Fermandarên vê hêzê, liser nexşeyê plana hêzên xwe amade kirin. şer dest pê kir.

 

Çekdarên DAIŞê li taxa 17ê Temûzê bergiriyê dikin û jiber vê fermandarên Firqeya 16, daxwaza hevkariyê ji firokeyên hevpeymanan kirin.

 

Fermandarê Firqeya 16 a Artêşa Iraqê Lîwa Cebar Deracî ji Rûdawê re got: “Piştî kontrolkirina taxa Hawî Kenîse, tîmên endazyarî yên Firqeya 16, kargehekê çêkirina bombeyan a DAIŞê peyda kirin. Çekdarên DAIŞê di vê kargehê de, ji bo çêkirina bombeyan ji mûşekên firokeyan û madeyên kîmyewî sûd wergirtine.”

 

Li gorî gotina Fermandarê Endazyarî ya Firqeya 16 Helîm Wehîd, di dema pevçûnan de 45 çekdarên DAIŞê kuştine, 2 çekdarên DAIŞê yên 16 salî jî dîl girtine.

 

Hêzên ewlekariya Iraqê li aliyê rojavayê Mûsilê pêşve diçin. Tenê 8 tax mane ku tevahiya bajêr kontrol bikin.

 

Di nav van 8 taxan de zêdetirî 250 hezar kes nîştecîh in. Jiber  şer û pevçûnan, ji sedî 60 xanî û avahiyên van taxan wêran bûne. 

Nîşankirin : Şerê_Mûsilê, DAIŞ, Iraq
793 hatiye dîtin

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

gt | 2017-11-20 4:25:25 PM
mezi surete vi fasisti bike, her tist beliye ci dixwaze. dibe pesmermerge xwe hilsinin ne pesmergeye ynk ne ji pesmergeye pdk , pesmerge bibe atesa...
Ebadî li ser biryara Dadgeha Federal daxuyanî da
| 20-11-2017 | (1)
ku | 2017-11-20 4:04:12 PM
Ebadi fasiste ,digot ci digot smale irake ,yani bakure irake ,ke wa digot sedam . Dibe hemu xort u ciwanen u kece kurd raben ser xwe ceke hilden wan...
Kurdistanê bang li cîhanê kir: Demildest bikevin tevgerê
| 20-11-2017 | (1)
lolozano | 2017-11-20 11:01:53 AM
Hêjmara xayînên Kurd bi behana ku ne dema Serxwebûna Kurdistanê ye ji hêjmara Dagîrkerên Kurdistanê,bi Fermanê Dadgeha Îraqê,li dijî Giştpirsîya...
Dadgeha Federal a Iraqê li ser referandumê biryar da
| 20-11-2017 | (1)
Kurdo | 2017-11-20 6:29:22 AM
Bexdad û Heşda xwe ya mezhebî,li ser Hêza Kurdistanê,ji Şengalê û ji Zemarê, venakşîne, Bexdad,Turkyê dixapîne.Rêya li dijî,Herêmê bi hevkarîya...
Heşda Şeibî hêzên xwe vedikişe
| 19-11-2017 | (1)
5.094 seconds