Barzanî ber bi Brûkselê ve birêket

10-07-2017
RÛDAW
Nîşan Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî Giştpirsî Ewropa
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Şandeke ji Civata Bilind a Giştpirsiya Başûrê Kurdistanê ya di bin serokatiya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî diçe Brûkselê da ku li gel welatên Ewropayê di mijara referandûmê de danûstandinan bike.

 

Şanda Kurdistanê ya di bin serokatiya Mesûd Barzanî de, îro ji Firokexaneya Navdewletî ya Hewlêrê ve, ber bi paytexta Belçîka Brûkselê birêket.

 

Civata Bilind a Giştpirsiya Başûrê Kurdistanê di çarçoveya pêngavên kirdarî de, ji bo danûstandinên dîplomatîk, biryar dabû şandekê bişîne Brûksela dilê Ewropayê.

 

Di şanda Kurdistanê de nûnerê YNK û Kerkûkê Necmedîn Kerîm, Nûnere PDKê Hoşyar Zêbarî, Nûnerê Yekgirtûya Îslamî Mihemed Hewdiyanî, Berpirsê Pêwendiyên Derve yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Felah Mistefa, Nûnerê tirkmenan Mihemed Sededîn, Nûnera krîstiyanan Wehîde Hûrmiz û Nûnerê kurdên êzidî Şêx Şemo, cîh digrin.

 

Li gorî bernameyê dê şanda Kurdistanê dê serdana Parlamentoya Ewropayê bike û li gel berpirsên Yekîtiya Ewropayê û berpirsên Belçîkayê bicive.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst