Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

Holanda giringiyeke zêdetir dide Herêma Kurdistanê

Ji aliyê RÛDAW 10-7-2018
(Wêne: - Arşîv) - Serokwezîr Barzanî û Serokwezîrê Holondayê Mark Rutte li Firokexaneya Hewlêrê li gel serbazên holandî
(Wêne: - Arşîv) - Serokwezîr Barzanî û Serokwezîrê Holondayê Mark Rutte li Firokexaneya Hewlêrê li gel serbazên holandî

Hewlêr (Rûdaw) – Holanda welatekî giring ê Ewropayê ye, ku dikeve bakurê rojavayê vê parzemînê. Peywendiyên siyasî û aborî yên Herêma Kurdistanê û Holandayê ne dîrokî ne lê bihêz û qayîm in û hikûmeta Holandayê dixwaze bihêztir jî bike.

 

Bi vekirina konsulxaneya Holandayê li Hewlêrê, peywendiyên navbera herdu aliyan bûn peywendiyên fermî û berdewam jî girîngî pê tê dayîn.

 

Di dema şerê DAIŞê de, Holanda yek ji wan welatan bû ku di wî şerî de piştîvaniya Herêma Kurdistanê û Hêzên Pêşmerge kir.

 

Herwiha sala 2016ê di germbûna şerê DAIŞê de, Serokwezîrê Holandayê Mark Rutte serdana Herêma Kurdistanê kir û ligel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî civiya.

 

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî wê demê di gotara xwe de ragihand: "Bêguman hevkar û piştîvanê Kurdistanê dibin, di vî şerê heyî de hevkarî û piştîvaniya Herêma Kurdistanê dikin, û teqdîreke wan a gelekî zêde jî hebû bo wê rola ku Pêşmerge û Herêma Kurdistanê di vî şerê dijî DAIŞê de dibînin."

 

Ji xeynî hevkariya leşkerî û mirovî, di çendîn warên din de bi taybetî di warê aborî de peywendiyeke bihêz û qayîm a Holandayê ligel Hewlêrê heye.

 

Konsula Giştî ya Holandayê li Herêma Kurdistanê Janet Alberda, Sibata îsal di hevpeyvînekê de ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku hikûmeta Holandayê dixwaze piştîvaniya Herêma Kurdistanê bike, bi taybetî di sektora çandiniyê de ku nêta wê heye şaxeke Zanîngeha Wageningen bîne Herêma Kurdistanê ku zanîngeheke gelekî girîng a warê kiştûkalî ye.

 

Hevdem di dawiya meha Hezîranê de Wezîrê Bazirganî û Alîkariyê yê Holandayê Sigrid Kaag bi armanca pêşxistina hevahengî û hevkariyên wan ligel Herêma Kurdistanê serdana Hewlêrê kir û ragihand ku hikûmeta Holandayê biryar daye peywendiyeke taybet ligel navçeyê û Herêma Kurdistanê çêbike.

 

Sigrid Kaag got: "Di sektora birêvebirina av û kiştûkalî de em dixwazin hevkariyên xwe berfirehtir bikin, ji ber pêdiviya van herdû waran bi pisporiyeke zêde ya navdewletî heye. Hevdem bo hevkarbûna berfirehkirina veberhênanê di sektora taybet de, ji ber evna derfeta kar peyda dike, ku ew jî hevkariya Herêma Kurdistanê dike."

 

Di dema borî de hikûmeta Holandayê çendîn car piştîvaniya xwe bo Herêma Kurdistanê tekez kiriye, her ji şerê DAIŞê heta digihe girtina firokexaneyên Hewlêr û Silêmaniyê.

 

Niha jî ku pêgeha Herêma Kurdistanê li ser asta navdewletî ber bi bihêzbûnê ve diçe, Holanda jî zêdetir girîngiyê bi Hewlêr dide û ber bi bihêztirbûna peywendiyên diplomatîk û aborî ligel Herêma Kurdistanê gavan diavêje.

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Ali As | 2019-02-18 11:36:08 AM
Ma gello Tirk nabêjin Kurd birê meine??
Tîma Cîzresporê li Antalyayê rastî êrîşeke nîjadperestî hat
| Duh vî demî 11:28 | (1)
Alan Kerkûkî | 2019-02-11 9:28:12 AM
A qenc ew e ku hukumeta Kurdistanê bi Turkmenîstanê ra peymanek mubadelekirina turkmanên Başûrê Kurdistê û kurdên Turmenîstanê îmze bike, da ku her...
Eniya Tirkmenî li dijî vegera Pêşmerge bo Kerkûkê derket
| 11-2-2019 | (1)
Cemal | 2019-02-10 9:12:29 PM
Kurd çıma Navîn yek millet?binêrin TURK çava dıbın yek deng. Em tu caran weha nabînin. Êdî Besê. Sîyasetmedarên Kurdan milletê Kurd hak nake. Dîsa...
Mirza Akar | 2019-02-11 6:19:34 AM
Li Wanê tu namzetê Tifaqa netewî Åu demokrat tune ye. Bajarên ku namzetên Tifaqa Netewî û demokrat hene: Amed, MÅerdÅin, Mûs û Batmanìn.
Du partiyên Kurdî bi awayekê serbixwe tevlî hilbijartinê dibin
| 10-2-2019 | (2)
Kurdistan | 2019-02-10 12:15:59 AM
ka Tirk hevalên Kurdan û Kurdistanê bûn?!
Derbarê PAK,  PDK-T û  PSKê de doza girtinê hat vekirin
| 9-2-2019 | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

Îlham Ehmed: Em dewleteke yek partî qebûl nakin 24-1-2019 |

Îlham Ehmed: Em dewleteke yek partî qebûl nakin

Hevseroka Enccûmena Cîbicîkar a MSDê dibêje, divê Zêdetir
0.375 seconds