Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

PDK û Goranê ji bo Serokatiya Herêma Kurdistanê projeyên xwe amade kirin

Ji aliyê RÛDAW 10-7-2018
Parlementoya Kurdistanê
Parlementoya Kurdistanê

Hewlêr (Rûdaw) – Fraksiyonên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Tevgera Goran ji bo sekinandina karên Serokatiya Herêma Kurdistanê ji hev cuda projeyasayên xwe pêşkêş kirin û di rûniştina îro ya parlementoyê de xwendina yekem hat kirin.

 

Serokê Fraksiyona Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê yê li Parlementoya Kurdistanê Dilêr Mawetî ji Rûdawê re ragihand ku her yek ji fraksiyonên PDK û Goranê projeyasayên xwe li ser sekinandina karên Serokatiya Herêma Kurdistanê pêşkêş kirine.

 

Dilêr Mawetî eşkere kir: “Li gor wan projeyasayan sekinandina karên saziya Serokatiya Herêma Kurdistanê dê heta nivîsandina destûra Herêma Kurdistanê be.”

 

Parlementerê Fraksiyona Tevgera Goranê Bêstûn Fayeq piştrast kir ku Fraksiyona Goranê derbarê sekinandina karên Serokatiya Herêma Kurdistanê de projeyasayek pêşkêş kiriye.

 

Bêstûn Fayeq ji Rûdawê re eşkere kir: “Pêşkêşkirina vê projeyasayê ji bo wê yekê ye ku Herêma Kurdistanê nekeve valahiya yasayî, herwiha ji bo di destpêka xula pêncem a parlementoyê de jî demildest çareseriyek bibînin.”

 

Li gor daxuyaniya Parlementoya Kurdistanê, di rûniştina îro de ji bo projeyasaya "sekinandina saziya Serokatiya Herêma Kurdistanê" xwendina yekem hat kirin û piştre ji bo encamdana rêkarên yasayî ji lijneyên peywendîdar û endamên parlementoyê re hat şandin.

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Roj Awzciya | 2018-11-14 9:35:54 PM
Ey wehshî reshnivîs nîne. Bernivîs e! We ritiya nav zimanê kurdi mîna siyaseta kurdî. Xuda we tûn be tûn bike!
Hikûmeta Brîtanyayê reşnivîsa cudabûna ji YE pesend kir
| 14-11-2018 | (1)
Alan | 2018-11-14 1:42:25 PM
Roj bas´, Beeeeeeeeeeese, Zimane kurdi nelewitine! "Soz" Turkiye u dijmine kurdane! Biniwise "Peyman dan"
Hevpeymaniya Navdewletî piştgiriya Encûmena Leşkeriya Minbicê dike
| 14-11-2018 | (1)
Alan | 2018-11-14 1:31:17 PM
Roj bas´! Bese zimane` Kurdi aludeyi Turkiya pis u mirar bikin. Me tis´tek binave "soz" nav zimane´ kurdi nine. Biji Kurd Alan Swed
Zerîf: Welatên Ewropayê sozên xwe neanîne cih
| 14-11-2018 | (1)
Cemal Aslan | 2018-11-12 9:54:59 PM
Katar e pera bide
Li Tirkiyê bandora berzbûna dolar her diçe girantir dibe
| 12-11-2018 | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

RÛDAW/TAYBET - Aldar Xelîl: Senariyoya Efrînê li deverên din dubare nabe 6-11-2018 |

RÛDAW/TAYBET - Aldar Xelîl: Senariyoya Efrînê li deverên din dubare nabe

Hebûna hêzên amerîkî asteng e li pêş Rûsya, Zêdetir
ROJAVA - Partiyên Kurdî bersiva daxuyaniyên Rûsya didin 22-10-2018 |

ROJAVA - Partiyên Kurdî bersiva daxuyaniyên Rûsya didin

Sekreterê El-Partiyê Nesredîn Ibrahîm ji Rûdawê Zêdetir
Nêçîrvan Barzanî: Kurdistaniyan deng dan avakirina kurdistaneke bihêz 21-10-2018 |

Nêçîrvan Barzanî: Kurdistaniyan deng dan avakirina kurdistaneke bihêz

Bi boneya ragihandina encamên fermî yên Zêdetir
0.703 seconds