Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

Barzanî: Tenê wateyeke referandumê heye û ev jî serxwebûn e

Ji aliyê RÛDAW 10-8-2017
Mesûd Barzanî
Mesûd Barzanî

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê, Mesud Barzanî ragihand,  armanca sereke ya referandumê serxwebûn e û pêwîstiya wan bi muhlet û rêdana ti aliyekî nîne.

 

Di hevpeyvîneke taybet a li gel rojnameya El Ehram a Misrî de,  Mesûd Barzanî ragihandiye,  ji dema damezrandina dewleta Iraqê ve û heta niha , hikumetên yek li pey yek ên Iraqê hevbeşiya rasteqîne di navbera du pêkhateyên sereke de cîbicî nekirine, belku berovajiya wê yekê bi açvê rikeber û dijmin serederî li gel Kurdan kirin.

 

Barzanî got: “Weke rikeber û dijmin reftar li gel me kirin, û ji ber wê yekê em Enfal (komkuj) kirin û me 180 hezar qurbanî da. Ji 5 hezar gundan, 4 hezar û 500 gund wêran kirin û li Helebceyê jî çekên kîmyayî li dijî me bi kar anîn û em komkuj kirin.”

 

Derbarê proseya siyasî ya li Iraqê de jî, Barzanî daye xuyakirin, ku hêviya wan hebû ku piştî sala 2003ê serdemeke nû dest pê bike û derfeteke nû ji bo Kurdan vebe,  lê eşkere bû, ku ti cudahiyek li gel serdemên berî nîne. 

 

Barzanî wiha gotiye: “Piştî sala 2003ê hêviya me ew bû ku serdemek nû dest pê bike û derfeteke nû ji me re bihê pêş, da ku em hevbeşiyeke rasteqîn bikin û qerebûya zirarên gelê Kurdistanê bikin, ji ber wê jî em çûne Bexdayê û me beşdarî di dariştina destûra hemîşeyî de kir, lê ji me re derket holê ku di aliyê serederîkirinê de ti ciyawaziyek li gel serdema berê de çê nebûye û wêrankarî û piştguhxistin berdewam e û pişka bûdceya herêmê û mûçeyên karmendan qut kirin. Me jî ji wan re ragihand, ku bingeha hevbeşiya rasteqîn ratsî şikestinê hatiye, ji ber wê em dê ber bi qonaxa cîrantiyeke baş pêngavan bihavêjin.”

 

Derbarê helwêsta Tirkiyê li hember referandumê de jî, Serokê Herêma Kurdistanê ragihand, Tirkiye li dijî prensîpa referandumê li Herêma Kurdistanê nîne û têkiliyên aborî û siyasî yên bihêz di navbera Enqere û Hewlêrê de hene û Tirkiyê dizane ku Herêma Kurdistanê çend giring e û Serokomarê Tirkiyê Receb Teyîb Erdogan ji bilî pêşxistin û berfirehkirina peywendiyan ti dawaziyeke din nebûye.

 

Mesûd Barzanî herwiha diyar kir: “Daxuyaniyên di medyayan de ciyawaz in, ji ber wê jî piraniya daxuyaniyan bi şêweyekî rasterast û di bingehê de, dijatiya xwe ranegihandine, tenê têbîniya wan derbarê dema referandumê de heye. Weke tê zanîn, ew welat endam in di Netewên Yekbûyî de û neçar in, di vê çarçoveyê de rêzê li yekparçeyiya xaka welatan bigirin.”

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

dilan | 2018-07-12 11:22:06 AM
dast xosh Ala xan..har bji rudaw
evrehim | 2018-07-12 1:18:35 PM
"Trump ji Rûdawê re axivî" êdî bes e ev serenavên we yên bi vî awayî. Trump di civîna medyayî de axiviye, ne taybet bo rudawê. Di medyakariyê de nabe...
Trump ji Rûdawê re axivî: Waşington li gel aliyên serkevtî diaxive
| 12-7-2018 | (2)
Mûhammed | 2018-07-11 9:46:51 AM
madem wisa ye çima heremê kurdistan tişteki nake wan dagirkeran daristan tar û mar dikin lê heremê kurdistan dengê xwe dernaxe, pêwiste ku seroke...
KARESAT – Milyonek û 31 hezar donim daristanên Kurdistanê şewitîn
| 11-7-2018 | (1)
WARVİN | 2018-07-10 9:44:44 AM
EW NE CHEKDAR IN LE EW TERORIST IN
EFRÎN – Çekdaran îşkence li kalemêrekî 80 salî kirin
| 10-7-2018 | (1)
Semal | 2018-07-04 5:43:10 PM
Bi Erdogran re hevatîl nabe û bi rêbertîya Tirkiyê jî têkliyê hevgirtî nabin. Gerek ve rastî birêz Barzanî bibînê. Bi gotinên wekî PKK sucdarê û ji...
XOCE | 2018-07-09 9:13:26 AM
Kurd êdî sîyasetê bira bikin. Kes li İsrailê hez nake İsrail jî ji kesî hez nake lê bi herkesî ra diyalogê çêdike.Bira kurd jî mîna İsrailê bi...
Barzanî: Di demekî guncaw de serdana Enqerê dikim
| 4-7-2018 | (2)
0.625 seconds