Serdana ziyaretên Kurdên Êzidî li Efrînê hatiye qedexekirin

10-08-2018
RÛDAW
Hêzên Tirkiyê û çekdarên opozisyonê rê nadin ku xelkê Efrînê serdana ziyaretên xwe yên pîroz bikin.
Hêzên Tirkiyê û çekdarên opozisyonê rê nadin ku xelkê Efrînê serdana ziyaretên xwe yên pîroz bikin.
Nîşan Efrîn Rojavayê Kurdistanê Kurdên Êzidî Ziyaretên êzidiyan Qedexe Tirkiye Opozisyona Sûriyê Kurd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê bi dehan ziyaret û mezargehên Kurdên Êzidî hene, ku  pêştir xelkê serdana wan dikir, lê piştî kontrolkirina Efrînê ji aliyê hêzên Tirkiyê û çekdarên opozisyona Sûriyê ve, niha kes nikare serdana wan ziyaretan bike, çimku hatiye qedexekirin.


Kultûra Kurdên Êzidî li herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê pir kevnar e. Li herêmê bi dehan ziyaretên olî hene ku di serdemên cuda de hatine avakirin. Li gorî lêkolerên Êzidî hin ji wan ziyaretan, temenê wan zêdetirî hezar salan e.

Ew ziyaret li deverên cuda cuda yên herêma Efrînê hene û pêştir xelkê serdana wan ziyaretan dikir û dua dixwandin û mirazên xwe ji wan dixwastin.

 

Niha piştî kontrolkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û çekdarên opozisyona Sûriyê ve, xelk êdî nikarin seredana wan ziyaretan bikin. Hin ziyaret jî hatine şewitandin û rûxandin.

 

Li Qestela Cindo, ziyareta Parsexatûn û ziyareta Şêx Hemîd, li gundê Sînka yê ser bi Şera ve, ziyareta  Şêx Xerîb, li gundê Basûfanê û li Çiyayê Lêlûnê ziyareta Şêx Elî, li gundê Kefercenê, ziyareta Qerecirnê û Pîr Cafer hene.

 

Herwiha li gundê Tirindê yê nêzîkî navenda bajarê Efrînê, ziyareta Şêx Ebdilqadir, li gundê Qîbarê, 5 ziyaret ji wan ziyareta Cilxane,li gundê Feqîra ziyareta Şêx Cinêd û Şêx Seydê, li bafelûnê, Merqeda Şêx Şerfedîn, li Şadêrê jî ziyareta Şêx Rikab, li Aşkê Şerqî ziyareta Aşka Elendar û li Ebû Keibê, ziyareta Ebû Keibê, li çiyayê Qaziqlî ku ser bi Cindirêsê ve ye, ziyareta Mehme Elî û li Çiyayê Berekêt, ziyaretên Şêx Berekat, Qehnî Dînkê, Şêx Karos û Şêx Qesab hene.

 

Lêkolêrê Kurdê Êzidî yê ji Efrînê, Pîr Şamo ji Rûdawê re behsa du cor ziyaretan li Efrînê dike.

 

Pîr Şamo dibêje: “Bêhtir, ziyaretên me hinek jê kevnar in, yên berî hezar salan in, hinek jî yên serdema Pîra ne û deriyên wan nizim e, ku divê mirov xwe xwar bike heta biçe nav, û hin ziyaret hene ku deriyên wan bilind in, weke deriyên malan in û ew jî yên ji dema Şêx Hadî vir ve ne.”

 

Şamo dide zanîn, ku piştî êrîşa Tirkiyê û çekdarên ser bi vî welatî ve gelek ziyaret li Efrînê hatine rûxandin.

 

Lêkoler Pîr Şamo dibêje: “Bo serdankirinê, îro millet nikare here, ew tişt qedexe bûne, piştî hatina rêxistinên çekdar, ji hinge ve heta niha millet naçe ser ziyaretan, serdana wan qedexe bûye û milletê me niha di bin zordariyeke mezin de ye. Em bi hêvî ne, ku ew ziyaret li ser cihê xwe bimînin û roj li ser ava bibe û rojekê rewşa milletê me baş be û vegere serdana wan ziyaretan, çimku ew bav û kalên me ne, însanên pîroz û muqedes in.”

 

Xelkê herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê, di hin rojên hefteyê de serdana ziyaretan dikirin. Li pêş wan ziyaretan, dûayên olî jî bi awaz dihatin kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst