Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

Mehma Xelîl: Heşda Şeibî dê ji Şingalê vekişe

Ji aliyê RÛDAW 10-8-2018
Qayimmeqamê Şingalê dibêje, piştî civînekê fermandeyên Heşda Şeibî biryar dane, ku ji Şingalê vekişin.

Hewlêr (Rûdaw) - Qayimmeqamê Şingalê, Mehma Xelîl ji Rûdawê re ragihand, Heşda Şeibî ji sînorê Rebîe vekişiya û biryar e ji Şingalê jî paşve vekişe.

 

Li gorî hin agahiyan, hêzên Heşda Şeibî ji sînorê bajarokê Rebîe ku dikeve parêzgeha Mûsilê, vekişiyane.

 

Qayimmeqamê Navçeya Şingalê, Mehma Xelîl di daxuyaniyekê de ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ev nûçe piştrast kir û ragihand, ku biryar e hêzên Heşda Şeibî ji Şingalê jî vekişin.

 

Bi gotina Mehma Xelîl, berpirsên Heşda Şeibî li lgel çekdarên xwe yên xelkê Şingalê civiyane û ji wan re gotine, ku ew dê ji Şingalê vekişin û navçeyê radestî xelkê wê bikin.

 

Mehma Xelîl got: “Kombûnek hatiye kirin di nava Heşda Şeibî de, gotin ku biryar hate dayîn ku Heşda Şeibî ji Şingalê vekişe, li ser daxwaza xelkê deverê û herwiha dema millet ku dît, Heşda Şeibî, Şingal ne cihê xebata wê ye, em rêz li qurbanîdana Heşda Şeibî digirin, lê weke Şingalî, xelkê Şingalê çav li rê ye, ku pêşmerge biçe wê derê.”

 

Qayimmeqamê Şingalê diyar kir: “Du hezar pêşmergeyên xelkê Şingalê li vê derê heye û li vê derê bi vekişîna Heşda Şeibî ji Şingalê, ku ew du roj in kombûnên Heşda Şeibî têne kirin û serbazên wan biryara xwe dane û ji xelkê wê deverê û alîgirên xwe re gotine, ku em dê ji vê deverê biçin. Weke zanyariyek jî ku berî du saetan ji me re hatiye, ji nava xelkê, ku ew vekişiyane û wna biryara xwe daye, weke berê ku ji Rebîe vekişiyan.”

 

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Mamo | 2018-12-16 5:26:36 PM
Bi hêvîya encamek erênî ji danustandinên we. Welatparêzên Kurdistanê li bendê ne kû hêzên sîyasî û leşkerî li Rojavayê Kurdistanê helwestek hevbeş...
Hêzeke
| 22 demjimêr berê | (1)
Shirwani | 2018-12-15 8:02:54 PM
Ev xuwezalandin tishteki pirr piroze ji bu kurdistané Hividarim kurd giringiye bidné u pishve binin. Serkevtin ji kurdan re.
Bi wêneyan Navenda Xweşiqitandinê ya Mêrga Botanê ya Colemêrgê
| Duh vî demî 09:13 | (1)
Alan | 2018-11-14 1:42:25 PM
Roj bas´, Beeeeeeeeeeese, Zimane kurdi nelewitine! "Soz" Turkiye u dijmine kurdane! Biniwise "Peyman dan"
Amed MOL | 2018-12-14 1:34:28 PM
Alan tu shashî bira! Di encamên nezanîn u nexwendinê dibe wek te bira. "SOZ" bi bingehîn u bi zimananîî ya xwe Kurdîye.Tirk evaya kirine " SÖZ" ma wê...
Hevpeymaniya Navdewletî piştgiriya Encûmena Leşkeriya Minbicê dike
| 14-11-2018 | (2)
osman | 2018-12-14 9:07:20 AM
Ji bo whatsappa kurdî îmze bavêjin. Bila whatsapp bibihîse. ---------------- whatsappa kürtçe dil desteği eklenmesi için imza kampanyası. Whatsapp...
AMED - Salona şanoya
| 29-11-2018 | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

Hêzeke 22 demjimêr berê | (1)

Hêzeke "Pêşmergeyên Roj" derbasî Rojavayê Kurdistanê bû

Bi serpireştî û hemahengiya Amerîkayê bûye Zêdetir
Bi rastî cudaxwaz bû 13-12-2018 |

Bi rastî cudaxwaz bû

Ako Mihemed li ser kesayet û nasîna xwe û mamosta Zêdetir
0.594 seconds