Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

Rêveberiya Xweser ditirse Sûriye otonomiya Rojava qebûl neke

Ji aliyê Loloxan 10-8-2018
Berpirsê Peywendiyên Derve yê Rêveberiya Xweser, Salih Mislim dibêje, ew hewil diidn, ku desketên Rojava yên weke Rêveberiya Xweser biparêzin.

Hewlêr (Rûdaw) - Niha li Rojavayê Kurdistanê tişta herî girîng ew e, ku Rêveberiya Xweser dixwaze destkevtên xwe yên heyî li Sûriyê biparêz e. Tirsa berpirsên rêveberiyê jî ew e, ku hikûmeta Şamê desthilata otonomî yan jî Rêveberiya Xweser bo Rojavayê Kurdisrtanê qebûl neke, tevî ku YPG-HSDê şerê DAIŞê kirin û ji sedî 30ê axa Sûriyê ji dest wê rêxistina radîkal derxistin.

 

Li gor çavdêrên peywendîdar, piştî Amerîkayê behsa vekişîna ji Sûriyê kir, Rêveberiya Xweser neçar ma ligel hikûmeta Şamê gotûbêjan bike.

 

Berpirsê Peywendiyên Derve yê Rêveberiya Xweser, Salih Mislim derbarê danûstandinên navbera rêveberiya xweser û hikûmeta Sûriyê de û herwiha armanca ji wan gotûbêjan dibêje: "Em hewil didin, hemû tiştên ku me bi dest xistine, wek Rêveberiya Xweser a Demokratîk û saziyên din biparêzin, em dizanin ku mêjiyek heye vêna yekser qebûl nake, emê vêna hêdî hêdî pêk bînin."

 

Berî derketina kirîza Sûriyê, Rojavayê Kurdistanê ji aliyê hikûmetên Sûriyê ve hatibû paşguhxistin, Kurd ji xwendina bi zimanê dayîkê bêpar bûn, pîrozkirina cejna Newrozê qedexe bû, bi sed hezaran Kurd ji nasnameya Sûriyê bêpar bûn, lê piştî 2012an karîn destkevtên mezin bi dest bixin.

 

Hevserokê Partiya Sûriya Siberojê, Ibrahîm Qeftan jî dibêje: "Li ser hemû astan, û li ser hemû daxwazên gelê Sûriyê komîteyên biçûk û mezin tên pêkanîn, heta em bighin destûrekê ku xizmeta hemû pêkhateyên Sûriyê bike, Sûriyeyeke demokratîk, nenavendî û piralî."

 

Ligel ku niha YPG-HSD ji sedî 30ê axa Sûriyê kontrol dikin, lê hikûmeta Sûriyê dixwaze hemû axa Sûriyê têxe jêr desthilata xwe. Di vê derbarê de Serokê Sûriyê Beşar Esed pêştir ragihandibû, ku du rê li pêşiya Rêveberiya Xweser hene, gotûbêj anku diyalog, daku bigihin hevtêgehiştinekê, yan jî yekalîkirina vê meseleyê bi awayê leşkerî.

 

Şîrove

 
Şîrove bike
Wekî mêvan şîrove bike yan bi Têkeve

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

BUrhan Elturan | 2018-08-08 3:33:08 PM
We buyeren dewleta tirk cha zu bir kir! He salek ji ne buye. Te bira we, Bi dewleta Iraq, Iran e va, bun yek u Kurdistan'a Bashur tehdit kirin. Tim...
Li hêviya Nêçîrvan Barzanî nemînin
| 6-8-2018 | (1)
Renas | 2018-08-04 9:39:36 PM
Xweli li serê me bê go yeki weke Bilgen buye serokê me. Man te ci jê ye? Bila Amerika tirkiye bibê iflasê, wê jibo Kurda basbê Bilgen axa!!
Ji HDPê daxuyaniya li ser Amerîkayê: Nayê qebûlkirin
| 4-8-2018 | (1)
Mizoki | 2018-08-02 10:48:47 PM
Min di nav rihé we da misti.
Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê grûpeke DAIŞê desteser kir
| 2-8-2018 | (1)
Kurdekk bakur | 2018-08-02 7:39:28 AM
Ez jii li ser navee hhemii kurdan tek piiroz dikkim... Serkeftinnnnnn
Kurdekî Rojhilatê Kurdistanê mezintirîn xelata cîhanî ya bîrkariyê wergirt
| 1-8-2018 | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

Kerkûk û qonaxeke din a dagîrkeriyê 9-8-2018 |

Kerkûk û qonaxeke din a dagîrkeriyê

Erdên Kurdan ji wan distînin û didin erebên Zêdetir
Rêveberiya Xweser û Sûriyê 'komîteya hevbeş' damezrandin 9-8-2018 |

Rêveberiya Xweser û Sûriyê 'komîteya hevbeş' damezrandin

Komêteya Hevbeş di navbera Rêveberiya Xweser û Zêdetir
Berpirsê Îranî: Em dikarin li Tehranê pêşwazî li Trump bikin 5-8-2018 |

Berpirsê Îranî: Em dikarin li Tehranê pêşwazî li Trump bikin

Ayetullah Haşim Bethayî dibêje, amerîkî ji Firewn Zêdetir
0.156 seconds