Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

PYD: Bêyî rizgarkirina Efrînê çareseriya li Sûriyê ne pêkan e

Ji aliyê RÛDAW 10-8-2018
Hevserokê PYDê Şahoz Hesen
Hevserokê PYDê Şahoz Hesen

Hewlêr (Rûdaw) – Hevserokê PYDê Şahoz Hesen got: "Her kes behsa çareseriya siyasî li Sûriyeyê dike, lê divê em gavên erênî ber bi çareseriya Sûrî-Sûrî peyda bikin. Bêyî rizgarkirina Efrînê û derxistina dagirkeriya ji xaka Sûriyeyê çareseriya siyasî nepêkan e."

 

Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) bi armanca nirxandina geşedanên siyasî li navçeya Tirbespiyê civînek saz kir. Di civînê de Hevserokê PYDê Şahoz Hesen axivî.

 

Hesen di destpêka axaftina xwe de amaje bi operasyon û polîtîkayên dewleta Tirkiyê û dijberiya wê ya li hember tevgerên li herêmê kir û got: “Dewleta tirk a dagirker dijberiya gelê Kurd û projeya demokrasiya li herêmê dike. Tirkiyê bi fikirê xwe yê desthilatdar ji DAIŞ û Cebhet El-Nura ne kêm e.”

 

Li ser hevdîtinên şanda Encûmena Sûriyeya Demokrtaîk (MSD) yên bi hikûmeta Sûriyeyê re Şahoz Hesen diyar kir: “Her kes qala çarseriya siyasî ya Sûriyeyê dike, lê divê em gavên erênî ber bi çareseriya Sûrî-Sûrî peyda bikin. Wekî Rêveberiya Xweseriya Demokratîk berê jî û niha jî em ji diyalogan re amade ne, lê bi şertê ku aliyê din jî ji bo diyalogê guncaw be û ji bo vê bingeh hebe."

 

Şahoz Hesen di berdewama axaftina xwe de, amaje bi wê yekê kir ku ew hewl didin Sûriyeke azad û demokratîk ji bo hemû pêkhateyan ava bikin.

 

Hevserokê PYDê her wiha anî ziman ku rizgarkirina Efrînê ji erkên destpêkê yên Hêzên Sûriyeya Demokratîk û MSDê nîne û got: “Bêyî rizgarkirina Efrînê û derxisitna dagirkeriya Tirkiyê ji Bakurê Sûriyeyê çareserî siyasî ne pêkan e.”

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Kasî | 2018-09-27 5:05:23 PM
Xwedê te ji mere bihêlê û temenekî dirêj bidê te,û tu her 48 milyon kurd di yek dewleta kurdîde birêve bibê .dilê te her xweşbê,çavên te tişe...
Serok Barzanî: Serweta min piştevaniya 48 milyon Kurd e
| 27-9-2018 | (1)
alias | 2018-09-17 8:00:14 AM
Hemû Propaganda ne, hemû derewîne
Ebadî biryar da hêz li ser sînorê Iraq û Tirkiyê were belavkirin
| 16-9-2018 | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

Pêşkêşkarê Rûdawê Omer Kalo hate berdan 4-10-2018 |

Pêşkêşkarê Rûdawê Omer Kalo hate berdan

Omer Kalo roja 25ê Tebaxa îsal li Helebê ji aliyê Zêdetir
ZINDÎ: Li seranserê Kurdistanê proseya dengdanê bi dawî hat 30-9-2018 |

ZINDÎ: Li seranserê Kurdistanê proseya dengdanê bi dawî hat

Roja 30ê Îlonê gera pêncem a hilbijartinên Zêdetir
0.594 seconds